Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 5 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; xendekî
    peyamên çepikkirî

    5. imralı'daki apo diyor ki/22621

    nivîskarê ku bila bizanibe, her nivîskar ji nivîsên xwe berpirsyar e . yanê fikrên tu kesî ne a tirşikê ye .



    2014.01.03-00:40 | brusk56

    11. ji xwe re avatarek gelek komîk bijartiye:

    http://www.tirsik.net/niviskar.php?trskvn=802&m=kiye



    kengê bibînim, dikenim.



    2014.12.15-22:11 | simurg56

    12. nivîskarê hêja yê tirşikê yê ku gelek kêfa min jê re tê

    bi qasî ku dizanin di zanîngeha dîjleyê de beşa hiqûqê dixwîne û niha jî di derbarê hiqûqê de bi zimanekî fesih û resen maqalet û ceribandinan dinivîse, bila her domdar be..

    not: kurdên me ecêb in, zilam dîrokzan e lê helbestok û çîrokên xwe bi kurdî, berhemên xwe yên dîrokî jî bi zimanê biyanî yê serdestên xwe dinivîse, lê baş e ku birêz xendekî li ser beşa xwe bi kurdî dinivîse lewma mi go gelek kêfa min jê re tê



    2015.01.09-19:56 | ferhenga şikestî

    15. ji xwe re avatarek xweşik dîtiye; nietscheyê ku di serê wî de Übermensch heye.



    2015.02.23-20:27 | simurg56

    16. nivîskarê hêja û delal ê tirşikê ku dil dike bide pêşiya min, lê nizanê zaza serhişk in dê tola xwe hilînin*



    2015.02.26-21:53 | ferhenga şikestî

    17. şêwirmendê hiquqê a tirşikê ye * ==>> destgîrkirin/binçavkirin çi ye û mafên mirov çi ne/59811



    2015.02.27-00:45 | brusk56

    18. nivîskarê ku dengê wî jî xweş e lê divê menejerê xwe biguherîne, ji ber ku fona ku ji helbestê re bijartiye, ne xweşik e

    ( bnr: kul (bê)/60285 )



    2015.03.03-21:19 | ferhenga şikestî

    20. nivîskarê di nav cizîriyande populer e. min li enqereya tirkî cizîriyekî nas kir û wî got rênas xendekî ez piçekî şaş bûm min go belkî ji tirşikê be lê behsa kovara hawara botan kir û got li wir dinivîse.



    2015.03.15-21:53 [guhertin:2015.03.15 21:55]| berxweda

    22. nivîskarekî hiqûqnas e. dixwaze termînolojiya hiqûqê bi kurmancî dirist bike. kesekî zîrek xuya dike. bila bext û mirazê wî her akerde be.



    2015.03.26-17:41 | serhednişîn

    25. Nivîskarê ku min do şev di xewna xwe de dît. Wisa bû:

    em dimeşiyan û min weke ku bi wî derxistibe jê re got xendekî haa. Wî jî ji min re got qey te berê fêhm nekiribû ku ez xendekî me.

    Ji vêya meriv fêhm dike ku di xewnê de weke ku me berê herî kêm cereke din hevdu dîtibin û bi hev re peyivîbin, suhbet pêk hatiye.

    (bnr: mirov bi rastî jî ecêbmayî dimîne)

    (bnr: xêr e gelo?)



    2015.03.28-20:57 [guhertin:2015.03.28 20:59]| mergehez

    29. Pistî ku navê yilmaz bibû 'cirkin kral' û kî dihat jê lêdan dixwar herkesî wî wek egîdekî didît (di vîzontele jî derbas dibû) yilmaz dît ku wer nabe û di fîlmekî de ji tirsa ji wan reviya û millet sekinand * xendekî divê tu jî tistna bikî an na peyam nasekinin *



    2015.03.29-01:46 | diranfîq

    38. nivîskarekî hêja ye û tekane tirşikvan e ku ji bo sepanên min arîkariya min dike.. jixwe fedî bikin haa.

    spas birako dîsa *



    2015.08.03-21:17 | mergehez

    40. haho, êdî ew jî nivîskarê kodan e.

    pê gelek kêfxweş bûm. xwezî bi hezaran ciwanên kurd bi tiştên wisa mijûl bibin da ku qet nebe li gerdûna dijîtal kurdistan azad be.



    2015.08.03-22:24 | simurg56

    47. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.11.11-21:26 | elegez

    49. Xendekî birayêk ezîz e. Û ew bû sedema ez tirşikê bibim endam. Xwedê ji vê birayê ezîz razî be.



    2015.11.15-13:57 | behdînan