Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
armancên tirsik.netê - tirşik
armancên tirsik.netê
(12) (0) (10)
di mijarê de bigere

1. Bi ya min....

Ew e ku ji bo civaka kurd, bi taybetî jî ji bo ciwanan afirandina zimanekî,

dûrî kurdiya akademîk

dûrí tirkmancî

dûrî fermitiyê û bêsamîmiyetê

lê nêzikî zimanekî kêrî axaftina rojane û

nêzikî qerf û henekan e.



24.06.2013 11:22 | simurg56

2. ji ber ku li bakurê kurdistanê di destê kurdan de tu akademî tunîn in ne mimkun e ku zimaneke wan ê akademîk jî hebe.. wekê din her kar û pîşe û çînek yê civakekî xweyî ziman û jarguneke cuda ne ji xwe.. (bnr: zimanê plazayan) (bnr: zimanê bijîşkan)



24.06.2013 12:15 | endazer

3. nêzikkirina kurdên belawela li ser înternetê û beralîkirina wan li kurdî-bi-kar-anînê.



24.06.2013 14:02 | azadixwaz

4. ji bo her tiştekî kurdistanî an gerdûnî bi zimanê kurdî cihê serkanî û çavkaniyê.. yanî siba eger camêrek hevsarê kera xwe li derekî wenda bike divê pêşiyê di quranê de û paşê jî di vê ferhenga tiberik de lê bigere.. û wekê din divê ev ferheng bibe pira têkiliya zimanê axaftinê û yê nivîsê.. yanî hem ji zimanê axaftinê term û têgeh û qalib û biwêj û gotinên bavûkalan bibihurîne zimanê nivîsê û hem ji zimanê nivîsê dîsa term û têgînên nû yên hatîn wergerandin an hatîn deynkirin derbasî zimanê axaftinê bike.. we go erê? ê de baş e zend û bendan tev hildin û herçi tişta ji we hat xwe jê venedin.. ya ellah û ya xwudê! *



24.06.2013 23:10 | endazer

5. (bnr: dengbêjiya nivîskî) an jî (bnr: qeyda rojevê)



24.06.2013 23:18 | simurg56

6. dema mirov di google'ê de tirşik binivîse û bigere, encamên ku derdikevin xwarineke nelet ya tirkan e.

tu bi xwedêkî, xwarina kurdan ya herî zêde tê zanîn, weke encam dernakeve pêş.

armanca tirşikê ew e ku vê şaşwaziyê rast bike û lêgerînên google'ê de bibe yekemîn.

(hê zû ye, zehmet neke û neceribîne)



29.06.2013 22:43 | simurg56

7. (bnr: megalo îdea)

(bnr: promised land)

(bnr: erzê mew'ûd)*



29.06.2013 22:51 | endazer

8. weke min gotibû, divê em tirşika xwe bidin nasîn, ji ber tirkan jî bi heman navî xwarinek heye û herkes ya wan dizane.

fermo: http://forum.memurlar.net/konu/1248752/

(bnr: de were û çêke)



02.07.2013 12:20 | simurg56

9. baş e nexwe bila hinekî navê tirşikê berbelav bibe ez ê cara pêşîn reklama tirşika ku diya min di tifikê de li ser agirê êzingan çêdike bidime tirşikê..

vêga ji bo reklama tirşika malê li dirûşmeyekî digerim lê tiştekî maqûl nayê bîra min di vî warê li benda şîret û pêşniyarên we nivîskarên tirşikê me.. *



02.07.2013 12:35 | endazer

10. çêkirina peyvên nû ye.

(bnr: çavbigilîz)



03.07.2013 09:31 | simurg56

11. berdestkirina gotinên sivik û di cihde.



03.07.2013 12:13 | azadixwaz

12. ji bo tirşika endazer ;

tirşika malê

ser tifika yadê

hema rêke şkefta devê xwe

bibîne tama kurdewarî



zêde li hev nehat lê ne gelek xerab e jî lo...



03.07.2013 12:20 | azadixwaz

13. parvekirina fikr û ramanan e.

weke mînak kesek bixwaze agahî derbarê zaningehan de bistîne û gora wê hilbijartina xwe bike, dikare bê tirşikê û sernivîsa zaningeha dicleyê binêre û ji wir agahîyên berfireh bistîne ..



08.07.2013 01:30 | brusk56

14. standardizayon a ji bo zimane kurdi..



22.07.2013 14:54 | roj

15. (bnr: armanca me bêarmancî ye)



22.07.2013 18:15 | berxêres


17. yek bi yek tên cih.

weke mînak yek ji armanca me ew bû ku lêgerînên googleê de dema mirov tirşik binivîse encamên kurdî derkevin, bû.

berî tirsik.netê dema mirov tirşik binivîsand û lê bigeriya encamên xwarina tirşikê ya tirkan derdiket, lê îro êdî dema mirov google de tirşik binivîse û lêbigere pêşîn tirşika kurdan yanî tirsik.net derdikeve.*

(cem min rêza yekemîn de derdikeve lê heye ku cem herkesî ne yekemîn be, lê eseh nav 2-3 encaman de ye)



09.08.2013 12:56 | simurg56

18. li ser nuçeyên malper û rojnameyan de derketin.



09.08.2013 23:26 | azadixwaz

19. gelo çima tirşik facebook Ê de malpÊrekÊ venake?



09.08.2013 23:35 | zerdeşt

20. aramacên ku yek bi yek tên cih.

armanca ku me di peyama armancên tirsik.netê/1408 de diyar kiribû, hatiye cih. êdî dema mirov di googleê de tirşik binivîse û lê bigere encama yekemîn tirşika me ye. ne tirşika ku xwarineke pîs ya tirkan e.



17.08.2013 20:05 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» armancên tirsik.netê

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî