Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    17 mijar û 29 peyam
    xewn - tirşik
    xewn
    (5) (0) ecêb (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskarek ji nivîskarên tirşikê ye.. xweyê pênûseke tûj û birra û ûslûbeke zêde agresîf e.. dikare bibe serê sebebê gelek polemîkan.. welê dixweye ku tirşik wê saya serî vî camêrî gelek nanê belaş bixwe.. ji xwe kurm û firşikê platformên wihareng bes polemîk in.. *



    2013.06.24-12:39 | endazer

    2. ji bo ew tişt û dîmenên ku mirov di xewa xwe de dibînin tê gotin.. eger ev xewn di xeweka rojinî de hatibe dîtin hingî jê re dibêjin xewnerojk.. wekê din gelek çeşn û cureyên xewnan hene.. wekê xewnên xweş û şirîn, kabûs, nerdizme.. heta vî çaxî jî zanistên modern nekariye sebebên eslî yên çêbûna xewnan rave bike.. hirde û vêde gelek ravekar û mûfesîrên xewnan hene ku li gorî xewnên tên dîtin şiroveyan dikin û şîret û tembiyan li xweyê xewnan dikin ji ber ku li gorî gelek dîn û baweriyan ev xewn ji bal xwudê ve peyamên hişyariyê ne.. wekê din di nêv xelkê de jî şiroveyên çend tiştên di xewnan de tên dîtin gelekî berbelav in.. wekê hesp bext e, mar bela ye û nizanim çi ye û nizanim çi ne çi ye..



    2013.06.24-12:47 | endazer

    3. Karê min mîstina pêlavan e. Ez ê bi pêlavên wan de bimîzim û deynim ber pozê wan, ka bê ew bêhn xîretê nayne bîra wan



    2013.06.24-23:31 | xewn

    4. lê ligel zimandirêjî, zimamançepelî û zimantûjîya xwe, xwîngerm, rûken û dilgerm e



    2013.06.25-21:39 | xewn

    5. Qerf û henekên xwe bi peyvan dike



    2013.06.25-21:40 | xewn

    6. xewn dide pey şopa bapîrên xwe, di dilê wê de hesret heye, bêrî heye, xewn heye, xeyal heye ji bo welatekî azad û serbixwe



    2013.06.25-21:41 | xewn

    7. Carcaran digrî ji bo ziman, xwe davê bextê Melayê Cizîrî, Feqeyê Teyran, Ehmedê Xanî û Baba Tahirê Uryan; kela wê narje û xwe dighîne ber destê Celadetê nevîyê mîrê kurdan, gilî û gazinan dike ji bo rewşa îroyîn a ziman



    2013.06.25-21:42 | xewn

    8. carcaran Hestên wê pêl bi pêl li hev diqulipin û diherike mina Dijleyê. Ji bavê kê zêde ye xwe li ber pêlên wê bigre. Her diqulipe, her diherike



    2013.06.25-21:43 | xewn

    9. carina rastiyê nîşan dide carina jî xeyal e



    2013.06.25-15:23 | simurg56

    10. ez ê razêm, tu jî peyamekê bişîne ji Şeytên re, bila were em çend lotikan bavêjin, da ku nivîn germ bibin...*))



    2013.07.05-01:46 | xewn

    11. (bnr: bi tir û fisan hemam germ nabe)



    2013.07.05-02:31 | azadixwaz

    12. nivîskarê tirşikê yê ji zûde naxuyê. wexta li profîla wî dinêre, dibîne ku têketina dawî 1970 dixuye, vî camêrî çawa kariye 1970êde bikeve tirşikê willehî ez jî nizanim. va kerem ke:

    http://www.tirsik.net/a/xewn



    2013.08.11-18:21 | azadixwaz

    13. ŞIKÛR JI XWEDÊ RE! PIRÎ cARAN XEWNÊN XWE EZ BI KURDÎ DIBÎNIM.



    2013.08.11-20:52 | seydayê_peyvan

    14. Xew li yekî biherime derî bi derî li çareseriyan digere êdî xewna jî nabîne.



    2013.09.06-23:19 | xewn

    15. "dide pey şopa bapîrên xwe, di dilê wê de hesret heye, bêrî heye, xewn heye, xeyal heye ji bo welatekî azad û serbixwe

    lê ligel zimandirêjî, zimamançepelî û zimantûjîya xwe, xwîngerm, rûken û dilgerm e

    carcaran digrî ji bo ziman, xwe davê bextê melayê cizîrî, feqeyê teyran, ehmedê xanî û baba tahirê uryan; kela wê narje û xwe dighîne ber destê celadetê nevîyê mîrê kurdan, gilî û gazinan dike ji bo rewşa îroyîn a ziman"

    ev hevok bi min xerîb nayên...



    http://www.lotikxane.com/2012/08/07/keje-bemal-rengeke-kurdistani-ye/



    2013.10.28-21:07 | devliken kelogiri

    16. beşeke xewê ye ku meraq dikim gelo zarokên biçûk jî dibînin an na... ji ber ku ya me di xew de dikene, digirî û tevgerên weke di şiyarbûnê de dike.



    2014.06.01-18:45 | simurg56

    17. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.06.01-22:01 | derqami

    18. cara yekem ez di xewna xwe da bi kurdî, bi zimanê xwe yê zikmakÎ axivîm. serê sibehê bêyî ku ji nav nivîna xwe derkevim şiyar bÛm Û çendeke wer dimam. û dawÎ min ferq dikir ku îro ez di xewnê da bi zimanê xwe axivî lê ne pir zêde. dîsa jî baş e, ev jî pêşketinek e.



    2014.06.14-14:08 | kurê xelkê

    19. Bexçeyê ku di navbera wê û bîra binêheş de deriyekî ji hesin û asê he ye.Bi tenê dema ku heş ji xwe diçe derî vedibe tiştên ku rengên wan li gorî derd û kulên rojê ne ji mar û dûvpişkan heytanî zarokan ji bîra binê heş derdikevin û lê dileyizin li hember çavê me û em nikarin ji wan re bibêjin kişt jî...



    2014.06.14-16:56 | cirano

    20. difirim nav ewrada,

    direvim nav baxçada,

    ne diwestim ne xwê didim,

    radizêm nava cÎya da.

    ( xewn )



    2014.10.01-10:56 | xulam

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    miradê kinê
    Nizanim çima lê dema ku em hemû xwîşk, bira, dê û bav tên ba hev mijar...
    tabloyên ressamên herî navdar ên dîrokê
    (bnr: louis wain)
    (wêne: http://www.tirsik.net/wene/w/yen_din/l...
    mijarên ku mirov dizane gulê vekiriye
    Mijara ku îhtimal heye poz li kesek bilind bike, wê qure bike, faş bik...
    language exchange cafe
    Li hinek welatên biyanî cihên wûsa pir in. Kesên pir zimanî li vêr k...
    stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin
    Xiringê - Koma Rojhilat
    ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xewndank

    Kategoriyên mijarê:: jiyan tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî