Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
xewn - tirşik
xewn
(15) (0) (2)
di mijarê de bigere

20.





diwênê şew bînîm le xewê

le ser cêy ber mangeşewê

xom xizande ser cêy fênik

nemhişt ber henasem kewê



qijî xawî

ba lêdawî alozawî

car car deyda poş le çawî

xwaye giyan çandim xoş dawê



zor be espayî û be nermî

demim bird bo lêwî germî

çawî helhêna û pey gûtim

xewnim edî to hewserimî



neyhişt hestim

girtî destim lêwî gestim

mûçirkêkî xoşî daygirt

sera pay henaw û hestim



wêkra ta mela bangdanê

têk aran û dest le milanê

le nakaw dengî melay hat

daybirrîm le bejnî ciwanê



be sersemî

be nakamî bê aramî

be cêm hişt beheştî xewnim

çawim pir bû le giryanê



28.06.2015 15:30 | kurê xelkê

21. gava meriv radizê di xewda gêjahîya rojê an pêşeroj û paşerojê tiştê ku dihişê merivda tiştê ji merivra mereqe tê holê wekî jîyana rastî tiştek ecêbe lê ne rastîye ew xewne rastîyeka xewnê heye ewjî hebûna xewnêye.



28.06.2015 22:29 | shorbevan

22. xewn bû ya fîlm bû, nizanim. emreê min derbas bûye. ji xwe re yekî dîtiye. emrê me pev re derbas bûye. nizanim, haletekî giran heye. ew dimire, bêrî û dilsojî tev de li ser dilê min in û ez tenê dimînim. li hortê mame. qey mirina min jî nêzîk e ku xortaniya xwe difikirim. rûyên min qermiçîye, pişta min xwar bûye hwd. do bû pêr bû ya tunebû, jin û mêr bi zarên xwe dimeşiyan. giraniyeke çawa bibêjim tenê, vala, tune ket dilêmin. niha ji xew rabûm. ne xewn bû.falbêjekî genî tiliya xwe têxist qula jiyana min



14.06.2018 19:48 | biruya hayao miyazaki

23. di van rojan de gelek xewn dibînim.

ya do êvar:
ez û hogira min, belkî li cadeyên entabê digerin, qelebalixek mîna stenbolê. destê min di stûya hevala min fîlbîrê de ye. em bi devlikenî, bi temasa mirovên din dimeşin. di wê kêliyê de kurikê ku di demên zanîngehê de bûbûm aşiqê wî, bi dergistiya xwe ji hemberî me tê. çawa çavên min pê dikevin, dibêjim silav. sal derbas bûne, ew jî mezin bûye. porê wî zêdetir weşiyane. bi çavekî xerîb li min dinêre û serê xwe dizivire û her du dikevin ser riyê. li wê kêliyê hevala min ferq dike, bêyî zivirîn, dibêje, çawa yî fîlbîrê û dihere. ez diheiyirim. tenê li benda tevgereke bûçûk im wekî nêzîkahî, wekî hevaltî. lê dihere.

pêr:
ez di avahiyeke mezin de me, dişibe nexweşxanê, piçekî jî wargehê. Di odeyekê me. wêneyekê me bi hevala min a lîseyê ya rehmetî di dîwêr de dialeqandî ye. lê ne bawer im, ev di xewn de hebû an na, lê li wê dîwêrê wêneyeke heye û lê dinihêrim. her wiha. doşekek heye. paceya odê heye yan tune ye ne eşekere ye, hundir tarî ye. mal tê bêjî qey tenê ji wê odeyê îbaret e. di wê kêliyê de rehmetî têdikeve odeyê. çavên min beloq dibin, dibim çawa? wan ji min veşartiye. (hevala me ye hevpar mirina wê hefteyekê ji min veşartibû) dibêjim we çima tiştekî wiha kir. nikarim maneyekê heq bibînim. devliken e û porên xwe şeh kirine. nêzî doşeka dibe. tiştinin digire, dihêle. îzahat dike. guhdar dikim lê fêm nakim. dergistiyekê hebûye.

betrapêr:
em li welêt in. dê û bavê min li ber deriyê malê ne. ya quran dixwînin an jî yasîn. her du jî ya çok daye yan jî nig daye ber xwe. tiştekî dibe, bavê min bi her du destên xwe, bi mistan li milê dayika min dixe û diqehire pirtûka ku di destê dayika min de ye, bi işkî diçirîne, ne tam lê ziyaneke baş dide. hêrs dibim û diqêrim. dinerim guh nade, hema pirtûka ku di destê min de ye diçirînim. dikim du felqe. bawer im hay bin yaqzan e û diavêjim ber wî. dibêjim, berpirsyarê vê tu yî. du caran bi kelogirî lê qehirî. dibe şev. dayika min ber min digere. dibêje lê nexeyîde, dayika wî do mir, pir xemgîn e. fêm nakim.

niha yên din pir baş nayên bîra min ên ku tê de kevok, quran û pere hebûn lê min gelek xewnên bimane dîtin ên ku nêzîkî şiwaqê carinan bi banga şerîfê ji xew rabûm.

xêr bin.



22.04.2020 01:20 ~01:26 | biruya hayao miyazaki

24. dema zaroktiyê de , her tim didîtim û dihate bîra min jî lê piştê ku mirov hevek emr diborîne û tiştên miştên bereday ve serê xwe tijî dike , ew xewn ne tên dîtin û ne jî tên bîr.
Wisa difikirin ku hişê mirov çiqas pak û paqiş be , tiştan zêdetir organîze bike , bi tiştên bereday jixwe re neke pirsgirîk , ew dem dikare xewnan jî bibîne.



22.04.2020 02:02 | brzn

25. seba çi ajal û mirov xewn dibînin, heta îro min nedizanî. Vê taliyê min gotarek xwend tê de behsê jê dike.

Weke tê zanîn, mirovên kor ji yên dîtbar di lebatên mÎna bihîstin, bêhn û tehmê de qewîntir in. Ji ber ku qadên mêjî yên bi dîtinê re têkildar piştî demekê ji hêla lebatên din ve têne dagirkirin. Lekolîner leza vê yekê meraq kirine û hewl dane ku bipîvin ka çiqas dem hewce ye ku lebatên din şûna dîtinê bi dest bixin. Ev lez ji texmînan jî pêşdetir derketiye: 40 yan jî 60 deqîqe! Ji ber ku Dinya li dora xwe dizivire, nîvê rojê di tariyê de derbas dibe û zîndewerên mîna ajal û mirov di vê mudetê de radizên. Ji bo ku, korteksa dîtbariyê xwe ji Van êrişan biparêze, dîmenên sexte nîşan dide û em jê re dibêjin xewn! Em bi gelemperî xewnan ji bîr dikin çunkî armanca xewndîtinê bibîranîn nîne. Ango, mebesta pêşkeftina xewnê ev e ku lebatên din qabiliyeta me ya dîtinê dagîr nekin. Here lînkê



02.08.2021 03:34 ~16:55 | ezcan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xewnazad

Kategoriyên mijarê:: jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî