Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
ecûn - tirşik
ecûn
(3) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarina ku ez gelek jê hez dikim.

cem me sêrtê me çênedikir lê yên çêdikin jî hene. nav gelê me de ji aliyê gelek malbatan ve tê çêkirin lê mxabin her kes bi kurdî jî dibêje çiğ köfte. matmayî dimînim ku kurdiya vê peyvê tune.

ferhengê de wisa dibêje lê nav gel de peyveke hatî qebûlkirin tune; çîk, çîkufte, ecîn, çîxê goşt



16.07.2013 19:21 | simurg56

2. di nav malê de em jê re dibêjin ecîn.



16.07.2013 19:31 | înano lo

3. xwarina ku bi goştê xav tê çêkirin. bi tirkî: çiğ köfte

duh bi şev cara yekemîn min bixwe çêkir, ne xerab bû, qet nebe ji ya ku li derve tê firotin (komagene) xweştir bû.

min nedizanî mirov bi strandina wê evqas zehmet e, kefa destê min sor bû wellehî!



ji aliyê din ve ev xwarin yek ji sedemên i kurdistanê zêdebûna nexweşiya kîst hîdatîkê ye.



01.01.2014 10:17 | simurg56

4. Bi Pirç û qirêca destan ve tehme wê temam dibe. Eger xwêdan a enîyê ji dilop bike û TeV be xweştir dibe.



01.01.2014 12:22 | nazim tolhildan

5. xweş e lê sedema kîst hîdatik, brusella û toksoplazmê ye.



01.01.2014 12:49 | bilîs

6. xwarina ku hê jî nizanim Û tênagihim dilê mirovan çawa xwe lê radigire..

dema dibînim dilê min li hev dikeve.. ji ber vê mîratê tenê berê hevalên tirk ji min re digotin tu çawa kurd î?



01.01.2014 13:21 | endazer

7. xuya ye ku ew xwarina ku li herêma mêrdînê jê re ecîn tê gotin.



01.01.2014 13:40 | dijber

8. (bnr: hevîrê hilatî)

(bnr: ecûnê hilatî)



03.01.2014 23:30 | simurg56

9. klamên serhewa çawe hatiye dÎtin? *



https://www.facebook.com/photo.php?v=537566923020591&set=vb.411577358952882&type=2&theater



11.04.2014 19:46 | xwelî li ser

10. xwarina netewî ya kurdan e bi taybetî jî kurdên goştxwar û kurdên ji rihayê wek kirasekî ku ji laşê wan zeliqayîbe, hama bêje nikarin bêyî wê bijîn.... ji bo rihayiyan li du îsotê çîkufte tê. gava ku tu rihayiyek bibînî ku nizanibe çîkufte bieciqîne, bizanibe ku ne ji rihayê ye. yav qardaşim min ji wan tiştekî fêm nekir dîn û îmana wan vê xwarina hanê ye. ez bixwe qet jê hez nakim pênç sal jî nexwim qe nayê bîra min (bila di navbera me de bimîne, di qûna mariv de parazît ango kurm çêdike, ji bela ku ji goşta nepijayayî çêdibe)



11.04.2014 20:41 | ferhenga şikestî

11. di nav xwendavanên kurd a zanîngehê de sedema kombûnê ye. bi taybetî di nav xwendavanên rihaye de navdar e. *

(bnr: klasîkên xwendevanên kurd)



11.04.2014 23:59 | rêzan

12. hevaleke delal yê dewê ye.



12.04.2014 00:30 | simurg56

13. di nav tirkan de yên ku hej vê xwarinê nekin ji kurdîtiyê hesab nakin.. wek;

- êvarî em ê li filan derî bicivin, em ê ecûnê çêkin, tu jî nayî?

- na afiyet be ji we re, ez hej ecûnê nakim..

- tu çawa kurd î, ez nû kurdekî hej ecûnê nake dibînim..



12.04.2014 00:37 | endazer

14. (bnr: ecûn ılıcalı)

sed sal jî di ser bibihuriya her yekî wê ev espriya kêmeyar kiribûya.. *



12.04.2014 01:01 | endazer

15. çawa hamburger di eslê xwe de xwarineke elmanî ye bes ji amerîkayê belav bû, çîkê kurdî jî li erbîlê wek fastfooda tirkî belav bûye bi navê chiköfte.



25.03.2021 04:01 | ezcan

16. Bi eslê xwe xwarinek ji Riha ye û qasî ko min bihîstîye çîroka wê digihê dema pêxember Brahîm û Nemirûd. Xelkên Mêrdînê jê re dibêjin "ecîn".
Xwarina ko naverokên wê : goştê xav ê hûrkirî, sindikê belloxê, ava bacana, ava îsota, dermanên germ , îsotên tuj û kûtandî, xwê, zeyt û sîr e. Xwarin, bi çend seetkan eciqandina hemû naverokan hundirê teşta bafûnî an jî hesinî tê amade kirin.
Gava ez zaro bûm pîrê vê xwarinê çêdikir lê li malê de dilê kesik ji mezinan lê venedibû û bi tenê zarokên malê dixwarin. Li ser vê jî pîrê xwe dixeyidand û digot:" Ma, malmîratno! Ez jinek tahir, bi dezgeh û bîst û çar seetan destmêj girtîme, hûn çawa dilê xwe ji min dixelînin!"

Jêrnivîs:
Gava em diçûn mala wê, bi tilîyên xwe re sirsirka diperçiqand:(( ez dibêjim qey ji ber vê mehdê kesî li xwarina wê venedibû.
(Rehma Xwedê li te bi pîrê;))



25.03.2021 12:22 ~12:24 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» ecûn

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî