Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
med tv - tirşik
med tv
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yekemîn tvya rêxistinê bu û 15 hezîran 1995an li londonê hatibu avakirin û 23 avrêl 1999an de bi gotina şidetê teşwîq dike hatibu girtin û pêre medya tv vebu, lê tim û tim tvya kurd di mejiyê gelek kurdan de med tv an jî medya tv ye.



24.06.2013 20:58 | azadixwaz

2. ji aliyê tirkan ve bi qasê roj tvyê nayê nasîn.

tê bîra min dema cara yekem bapîrê min med tv dabû girêdan û dihat gotin ku wê bi şev fîlmê karton (bnr: çizgifilm) ya kurdî were nîşandan.

ez wê şevê çûbûm mala bapîrê xwe û mabûm li benda fîlma zarokan ya kurdî. mam û mam lê destpê nekir, vêca xewa min dihat, heta programê destpê kir êdî çavên baş giran bûbûn, xeyal meyal min temaşe kir lê min tiştek jê fêhm nekir *



24.06.2013 21:06 | simurg56

3. cara yekem bi xêra med tv yê sêlîk (çanak) li ser banan cihê xwe girtin.



24.07.2013 17:21 | arami

4. Tv. ya yekemîn ya kurdan. tiştê tê bîra min wexta cindirme dihatine gund, me merşek, cilikek an potikek diavête ser sêlika med tv. gelek kesan jî sêlika xwe xistibûne şaneşînê/balkonê. di med tv yê de bernameyên weke nûçe , kaniya stirana , filmê karton û her wisa rêzefilmê karê bekara hebûn.



24.07.2013 17:48 | seydayê_peyvan

5. dema ku medtv vebu mın zanıngeh dıxwend u ez lı enqerê bum. bi bursa serokwezirtiyê min sêlik kirî û di temenê xwede cara yekem televzyona kürdî temaşe kır.

coşek cûda bu û careke dın wê coşê bawernakim bijîm.



24.07.2013 22:27 | saryaudisasarya

6. dema med tv hebû ez hîn biçûk bûm. wê çaxê qedexe bû. leşkeran dihat çenax vedikirin û dibirin. ji wê çaxê leşker û cahit merwan tê bîra min. ew muzîka sêla sor gelek xweşe..



24.07.2013 22:50 | kurdmisê

7. em hê nû hatibûn bajêr.li mala me med tv tunebû.rojekî li malekî li mêvandarîyê min û med tv'yê hev û dû naskir.ez şaşbûm.ya hewl û wela ya kal û bela ev çiye?li brayê xwe fetilîm.min got:'wî lawoooo!!! terevzûn zane bi kurmancî xeber de!!????'



12.09.2013 02:18 | eînsthemeelî

8. Programa dara kutlay kenê resh hebû, xwesh bû komîk bû. Konserên ciwan haco ku yek ji ser hish dibir hebûn û hevalê wî yê perkusyonîst pablo hebû. Hîn bi qalîte û hunerî bû. Ew sêla shor bê cahîd merwan çêbûba wê xweshtir ba. Ku ez wî guhdar dikim hew rînoplastî tê bîramin. Ji derdê axaftina wî ya bi vinvin birrek, matkap, çakûç, êge hwd alavên xeratiyê tê bîra min.



12.09.2013 13:57 | hemdilaarda

9. Ciranneki me hevu evare çanaxa xu datani şevaqe radıkir jı buna medtvye we deme yasak bu



12.09.2013 16:58 | ahmet_amed

10. serê sibehê ketiye aqilê min, li ser youtubê vidyoyên çaxê medtv temaşe dikim, carna bêriyê dikim.*



29.03.2014 05:56 | kevçiyê dil

11. tv ya kurdan a ji ber zilmên tirkan yên di salên 90an de dengê bêdengiyê bû...



04.12.2014 00:46 | nazim tolhildan

12. yekemîn televzyona kurdî ya ezmanî bû ku di 1995an li londonê de dest bi weşanê kir û mêvanê pêşî nasir rezazî bû.

(bnr: bernameyên medtv).

gaveke mezin û baş bû ku pkk avêt û ji wê çaxê de rexneya min jê re hebûna zimanê tirkî bû.



09.10.2015 01:15 | dijber

13. televizyona ku di mêjiyê hemû kurdan de bandoreke girîng hîştiye ye. sala 1996an li stenbolê dema ku me antên ji şaneşîna malê pêvxist, hemû cîranên me ji me pirsîn "ev kêrî çi tê?". dema ku hîn bûn ji bo medtv'yê ye mat man. ji ber ku li gor wan ev yeka tişteke pir bi talûke bû.



09.10.2015 18:36 | nazim tolhildan

14. kanaleka televîzyonê ya ku di salên notîde temaşekirina wê qedexebû lê hingî qedexe kirin bi gelême şêrînbû cara yekem digotin hozan canê û şêrîbana kurdî û gulistan perwer dertên heval dertên wisa xweşdikin me jî digot şika ev çine dertên em jî herin ji vê xweşîyê mehrûm nemînin em tev kuçemal diçûn mala apê min televîzyona wan hebû.. werhasil xweş bû kanalek şêrînbû navê wê hêjî li cem min metîvî ye



09.10.2015 20:03 ~20:04 | shorbevan


16. kanala zaroktiya min li ser xaniya bir. her çend roja carekê ew sêl xera dibû û lazim bû ez her carê herim serast bikim.

piştî cîran bi min esiya ez kanalê çê dikim wan jî dest bang kirina min kir. hindik mabû navê min biba "antençî"*



15.10.2015 15:59 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» medrexe

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî