Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
rock mûzîka kurdî - tirşik
rock mûzîka kurdî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. mûzîka ku bingeha wê bi koma wetan baş hatiye avêtin û îro bi gelek hunermendên serkeftî, êdî gihiştiye astekî girîng.

hinek ji mînakê wê;

(bnr: koma wetan)

(bnr: kerem gerdenzerî)

(bnr: koma rewşen)

(bnr: rockurd)

(bnr: mirady)

(bnr: sîmir rûdan)

(bnr: jan axîn)

(bnr: ferec)

(bnr: sîdar)

(bnr: rojhan beken)

(bnr: siya şevê)



01.01.2014 21:28 | simurg56

2. gelek baş e. bi rastî hêjayê guhdar kirinê ye.

dema mirov dide ber rockvanên tirkan mirov fêm dike ku rewşa rock mûzika kurdî gelek baş e.

di vê navberê de ev jî heye ;

(bnr: teq û req)



02.01.2014 00:03 | brusk56

3. mûzîka ku temsîldarê wê yê herî mezin bê şik û guman koma rewşen e.

weke guhdarvaneke mûzîka rock ya biyanî û kurdî (û hinekî jî tirkî), dikarim bibêjim ku koma rewşen, di warê rock mûzîkê de ji standartan pêşdetir e û li ber gelek rockerên tirk de jixwe pîrê rockê e.

nexwe çi ye yanî? ya ku rewşen dike pop e?

koma wetan, ji ber ku bingeha vî karî avêtiye; hêjayî pesindayînê ye lê herkes jî dizane gelek stranên wan ne rock bû jî. lê ji ber ku yekemîn bû, koma rewşen jî tê de, her kes rêzê jê re digire. lê ger em berhevdanekê rastîn çêbikin, koma rewşen jî rockurd jî ji koma wetan serkeftîtir in, rock'tir in.



03.01.2014 20:42 | simurg56

4. stranbêja yekem sozdar e. lê mixabin zêde agahî di derbarê wê tune.



07.03.2014 01:27 | berxweda

5. tişta ku di derberê de, kurdistan tv yê , bi harûn ataman re gotûbêj kiriye ye.

ji vir dikare were temaşe kirin. kerem kin ;







10.03.2014 15:21 | brusk56



8. niha tu komên çalak tune ne! divê bêtir konsera bidin!!



11.07.2017 20:39 | xwelî li ser

9. Ez nizanim ka niha komeke rock aktîf heye an na. Lê ez dizanim ku zimanê rastî yê muzîkê, kurdî ye. Stranên rockê bi kurdî xweş in.

Di lîsteyê de 250 muzîka rocka kurdî heye:

Here lînkê



23.03.2023 20:28 ~21:05 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rock mûzîka kurdî
» mûzîka trap
» kurdî zimanekî helbestî ye

Kategoriyên mijarê:: muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî