Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 13 peyam
    ercan bingöl - tirşik
    ercan bingöl
    (4) (0) ecêb (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. stranbêjeke kurd ku mûzîka blues çêdike.
    berî çend(6-7 sal belkî) salan di organîzasyoneke seyranê ya ku ji aliyê xwendekarên welatparêz ve hatibû organîzekirin de min li ercan bingöl guhdar kiribû.
    lê wê demê hê nebûbû ercan bingöl, yanî min nedizaniya navê wî *
    mûzîka wî xweş e. ji vir destpê bikin: de bêje, û bi van dewam bikin (bnr: ne pir dereng e), (bnr: bênav), (bnr: kûçik hatin)



    2013.06.24-21:30 [guhertin:2017.12.18 23:16]| simurg56

    2. Ercan Bingöl di 14 Sibat 1983’an de li Mûşê, li gundê Xinzorê ku girêdayî Gimgimê ye, hatiye dinê. Wî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li Mêrsînê xwendiye. Paş qedandina dibistana amadeyî, li Enqerê beşa Ziman û Wêjeya Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqerê qedandiye û niha jî li Enqerê karê wergerandin û mamostetiya zimanê Îngîlîzî dike.



    Ercan Bingöl her çiqas hîn di zarokatiya xwe de bi muzîkê re mijûl bûbe jî cara ewil di Koma Stranên Hêvî de ku ev kom di bin baskê Navenda Çanda Cîwanan a Enqerê de bû, ket nav cîhana muzîka Kurdî. Wî di vê komê de stranên gelêrî û stranên ku wî bi xwe çêkiribûn, bi zimanê Kurdî, Ermenkî û Erebî vegotin. Wî her wiha di Navenda Çanda Cîwanan a Enqerê de dersên lêdana amûrên wekî tembûr û kemana kundirî da.



    Piştî vê ezmûna hunerî, wî di nav Koma Rajenînê de bêhtir berê xwe da rockê û di vê koma navborî de bi awayekî rockê stranên Kurdî vegotin. Piştî Koma Rajenînê Ercan Bingöl bêhtir meyla xwe da awayê bluesê û bi gotinên zargotina Kurdî dest bi stranên bluesê kir. Wî bi tevî zargotina Kurdî ji helbestên xwe jî stranên country û blues-rockê çêkirin.



    Ercan Bingöl di nav gelek çalakiyên hunerî de cîh girtiye û stranên xwe pêşkêş kirine. Di konseran de, di şahiyên biharê yên zanîngehan de, di şahiyên Newrozê de, di bîranînên Helebceyê de carna bi tembûrê, carna bi gîtarê, carna bi kemana kundirî û carna jî bi neyê; bi dengê xwe yê zelal û stranên xwe yên hestbar carna dilê guhdaran zîz kiriye, carna jî ew sermest kirine û coşandine.



    bnr:








    #at=25



    2013.07.31-18:28 | arami

    3. ewî jî wek gelek stranbêj/dengBêjên kurd bang li "SÎNÊ"

    kiriye bluesa wî li benda sÎnê ye










    mirovek diltenik û hêja ye..



    2013.08.21-22:39 | çukko

    4. Ez ji blues û kesk û sor û zerê fam nakim lêbelê camêr muzîkeke xwes radixe ber me. Kêfa min herî pir ji kûçik hatinê re hat. Merev di kuçeyeke xalî de be û kûçik bên. Loherê. $îrhelal e.



    2013.08.21-23:37 | înano lo

    5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.08.21-23:53 | elegez

    6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.10.06-23:35 | elegez

    7. li ser facebooka xwe bi peyama "Nivîskarên "tirşik" xweş lê anîne... Zor spas..." lînka vê rûpelê parve kiriye. em jî ji wî re spas dikin.



    2013.10.07-19:27 | simurg56

    8. li enqerê dijî strana herî xweş "ne pir dereng e" ye bi min.... hebûna wî bes e...



    2013.10.07-20:15 | arami

    9. PISHtî derçûna "selîqeya" koma "lawje" êdî nema hewesa min diçe rona wî.. bi hêvî me pishtî wextekê lê vegerim, lew ew e xwedanê pêwendiya "shîn"a kurdî û "blues"a îngilîzî, her bi me'nayên xwe yên duyê..



    2013.10.07-21:39 | gordereş

    10. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.10.15-11:26 | tujela

    11. Hûn gava bibin guhdarvanên wî qiyma we mûzîkjenê din re nayê; xwe u bi çend kesan dihêle hişê me de.Ercan Bingöl guhdarvanên xwe tîne BER "KENDAL"ek u wisa lê guhdar dikî. Tu ji wî kendalê qet nakevî lê dilzîzbûna te awayek bi êş didome.

    *Beriya Ercan Bingöl de kê bigota “blues û Kurdî” belkî me bi tira kenê xwe bikira. Lê wî kenê me xist di şermek giran de. Êdî hûn dikarin rê de rastî hevalek xwe yê BLUESHEZ werin!

    *Ercan Bingöl li derheqê xwe dibêje ku: “Di giyanek amator de mûzîkek profesyonel ava dikim” u ji nifşa me re jî dibêje “Bi êşên xwe re spasdar bin”

    *ez dikarim bêjim ew aşiqê bluesê ye ji ber vê ji dil disitire stranên xwe û merif dikare di navberên notayên wî biêşe...

    *lê strana wî ya bi navê 'ne xem e' bi min pir ne baş û ne xweş e; di albûma 'ron' de sik maye hinek..



    2013.10.17-00:24 | rexnegirêtagirtî

    12. her çiqas paşnavê wî bingöl be jî ew ji vartoya Muşê ye. Li enqerê dijî û mamostetiya zimanê îngilizî û wergêriyê dike.



    stranbêjekî ciwan e û bi kurdî mûzîka blues çêdike. lê ji bilî vê bi zimanê tirkî, erebÎ û ermenîkî stran goti ye. Ji bo niha gelekî navdar nîne, lê di pêşerojê de ew dê gelek bê nasîn. Lewra him helbestên xweşik dinîvîse û him jî wan helbestan dike stran û dibêje.



    bi saya hevaleke xwe min ew nas kir û çawa ku min guhdariya wî kir min gelek eciband. wek stranbêjên serhedê yên din xwedî dengekî zelal e.



    waye straneke wÎ ya ku gotin Û muzîk ya wî ye.



    XWE KER KE



    Her tişt ji kîsê me

    Çi dixwazin ji me?

    Xwe ker ke



    Ber me danîn kevir

    Kevir ji me girantir

    Xwe ker ke



    Ziman ji me stendin

    Me tew bê av hiştin

    Xwe ker ke



    Nakin sîr û pîvazekî

    Xwînî ne bi gelekî

    Xwe ker ke



    Bes e ji destê we

    Qêrîn ji me diçe

    Xwe ker ke



    Hiş, xwe ker ke!



    yên ku dixwazin der barê wÎ de gelek tiştan hîn bibin dikarin li ser malpera wî bi 5 zimanan (kurdî, tirkî, îngilizî...) wî bişopînin.



    www.ercanbingol.com



    2013.10.18-23:31 | nuçevan

    13. van demê berê stranbêjê herî ku ez şad û kêfxweş kirime.mala wî ava. qedrî wî bizanin gelî kundiran.



    2013.10.19-23:47 | tivirloismail

    14. stranbêjê ku bi xêra radyoya tirşikê min ew naskirî ye. va çend car e li ser hev li strana wî ya bi navê lo lo qulingo guhdar dikim.



    2014.07.17-01:29 | oxir

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    yildiz çakar
    wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman...
    yildiz çakar
    wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman...
    doşilme
    (bnr: kêran)...
    yildiz çakar
    wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman...
    amişk
    zeviya ketê ya ku cara duyemîn tê durûtinê ra dibêjin amişk. ji bo çê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ercan bingöl
    » bingollu kenan

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî