Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
10 albumên kurdî yên herî baş ên 2013ê - tirşik
10 albumên kurdî yên herî baş ên 2013ê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nirxandina ku ji aliyê malpera hawarnetê ve hatiye çêkirin..



di nirxandinê de tê gotin ku di sala 2013an de li seranserê cîhanê teqrîben 150 albûmênnû yên kurdÎ yên mûzîkê derketine bazarê û ji van 150 albûman teqrîben 50 albûm yên stranbêjên kurd ên ji bakurê kurdistanê ne.. bi qasê ku ji nirxandinê dixweye tenê albûmên kurmancî û yên ji bakurê kurdistanê esas girtine..



ji devê malperê krÎter û pîvanên ku di nirxandinê di esas girtine:



- naverok û taybetmediyên albuman ên di warê pêşxistin û dewlementir kirina muzîka Kurdî de

- balkişandina di medya û torên sosyal de û bikaranîna medyaya sosyal,

- hejmara nûçe û hevpeyvînên ku di medyaya Kurdî de derketine,

- hejmara tiqandina stranan di platformên mûzîk gûhdarî kirinê û ser Youtubê,

- hejmara daxistina albûman di platformên qanûnî û di forumên mûzîkê de,

- şîroveyên guhdarvanan,

- rêjeya xwendina nûçeyên albuman ên di HAWAR NET'ê de hatine weşandin,

- hejmara firotina albûman, populer bûn ,

- li gor rexneyên mûzîkzanan



1- sîmir rûdan - bi çÎrokî

2- jan arslan - xewrevîn

3- aynur doğan - hevra

4- serhado - bihÛşta xeyalan

5- sîdar - bêje

6- hîvron - mem û zîn

7- hozan diyar - dema azadî

8- trio mara - derî

9- yekbûn - dilop

10- lawje - selîqe



http://www.muzikkurd.hk-mg.net/2014/01/10-albumen-kurdi-yen-heri-bas-en-2013e.html



03.01.2014 05:46 | endazer

2. nirxandineke kêm e. her 10 albûm jî yên stranbêjên bakurî ne. Ma camêrên me yên rojhilatê, başûrê û rojavayê qet albûm dernexistine?



heke ku lîsteyê min bi dilê xwe amade kiriba rêza yekem heqê koma hîvron bû. bi rastî albÛm ji aliyê muzîkê ve ne zêde serkeftî ye lê belê tiştê ku dê muzîka me bi pêş ve bibe ji dîrokê veneqetin e.bîlhessa mirov ji strana dawî a albûmê a bi navê zîn têr nabe.



wekî din ez albûma aynûr her çi qas ku min ji albûmê hez kiribe jî layiqî rêza sêyem nabînim.

xanimê hem cara didoyan e ku navê albûma xwe şaş dinivîse. divê bi hev re bûya navê albûme.

û albûm ji klasîkan pêk tê. çend stranên ku aynûrê gotin û muzîka wan çêkirine hene lê ew jî li ber çavên min ne serkeftî ne. mirov dibêje qey aynûrê kurmancî nizane. bi kurt û kurmancî ez ne di wê baweriyê de me ku cara 100an stirîna strana reng esmerê dê muzîka kurdî bi pêş ve bibe.



lawje rengeke nû daye muzîka kurdî. lê divê eşkere bikim ku min ti tişt ji kurdiya wan fêm nekir *



albûma sîmir xweş bû lê kêmasiyeke wê hebû. camêr bi botanî distre. ditirsim ku nîşanî hevalên xwe yên torî bikim dê gelekî henekê xwe bi camêr bikin *



kêmasiyeke min jî heye ku hêj haya min ji jan arslan tine ye. nizanim çima dibe ku ji paşnavê wî be dilê min lê germ nebû çû.



min zêde guhê xwe nedaye albûmên din ên lîsteyê ji loma nikarim derheqê wan de çend kelaman bireşînim vir.



03.01.2014 06:27 | oxir

3. çima nirxandin evqas kêm e nizanim. gelo kurdistan tenê ji bakurê pêk tê ? ev kîjan kurdistan e? em ne tenê bakur in. em bi qasî bakur rojava, rojhilat û başur in jî.



03.01.2014 17:08 | kurê xelkê

4. lîsteya ku min şaşwaz kiriye. hê çaxê min nû navê mijarê xwend, min xwe amade kiribû ku bêjim "çawa dibe ku albûma sîmir rûdan tê de tune be?"

lê dema min xwend min dît ku camêran sîmir danîne rêza yekemîn de.

albûma sîmir gelekî xweş e (ya rast peyda nabe ku bikirim loma min ji înternetê guhdar kiriye lê...)

min ya hîvron jî kirî; ne xerab e lê mixabin hêviyên me jî têr nekiriye.

albûma teqreq jî têra xwe xweş e, stîla xwe de. lê mixabin neketiye lîsteyê. (lîsteya ku sîdar ketiyê, ew jî dikariyan têkevinê)

albûma sîdar nizanim lê strana wî ya ku tê gotin ya herî xweş e (bêje) ne xerab be jî nû jî nîne.

derbarê yên din de zêde agahiya min tune.



03.01.2014 22:06 | simurg56

5. lîsteya niha tenê albuma jan arslan û hîvron bi min re heye.

ya rastî divê komeleyeke muzîkjenan an jî rexnegirên muzîkjenan derkeve û ji bo her salê lîsteyên werê amade bike.

albuma olana bajêr piçekî vê valahiyê tije kir û gelek kesan stranbêjên nuh nas kirin.
lîsteyên mîna veya wê tevgereke xweş têxe nav milet



21.11.2019 21:02 | berxweda

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîgeh.com
» yên ji me çêtir
» herîsork
» başûrê kurdistanê
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî