Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    blues - tirşik
    blues
    (2) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. cûreyeke mûzîkê ye ku bi qasê 400 sal in tê zanîn û koka xwe ji afrîkaya başûr distîne.

    piştî koleyên ji afrîkaya başûr hatine anîn li amerîkayê, ev mûzîka ku ji aliyê koleyan ve ber karkirinê de dihate gotin nav amerîkayê de jî belav bû û hat nasîn.

    mijara blues bi giştî hêvî, keder, azadî û axîna ji dil e.



    2013.06.24-21:35 | simurg56

    2. mirov dikare albûma bi navê destana egîdekî ya ciwan haco ya ku hemû gotinên stranên di vê albûmê de rehmetiyê mehmet uzun nivîsandiye di nêv vê kategorî û klasmana mûzîkê de bicihîne û biqedirîne.. bi taybetî jî strana 14ê ya di albûmê de di warê mûzîka blues û jazzê de gelekî serkeftî û jêhatî ye..



    2013.06.24-23:01 | endazer

    3. Şîn rengê hawarî û behiyê ye, rengê matemiyan e şîn, nemaze jî şînê tarî, wer xuyaye vê peyva înglîzî jî bi heman mexsedê ve hatiye avakirin.



    Blues teşeyek ji teşeyê mûzîkê ye ya ku li ser zarê reşikê efrîkê afiriyê û rengedêngê kul û qehr û kedera qedera wan ya dojehîn e ku di geliyên hêtûnî de yek ji azmûnên herî xwînxwarane ya mirovatiyê li wan hatibû kirin ku blues jî bi awayekî hawara kurtejiyana wan ya xerîbî û pêwendakirina rehê wan e.



    Yek ji îcrakarê wê Boubacar Traoré’yê ye ku ehlê welatê qedîm Maliyê ye.



    2014.12.31-11:59 | aryâspa

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    palîndrom [1]
    Di zimannasiyê de mebest ji palîndroman (bi inglîzî palindrome ji yûna...
    kompleksa îkarus [1]
    (bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
    zarokên mêvanan [1]
    yaa starrr! xwudê hîfza meriv ji wan bike! ez ku gelek hej ji zarokan ...
    nan [2]
    bi qewlê şairan firş û kurm pêxwarina dilketî û destgrtiyan e..
    <...
    nivîskarên kurd yên bi tirkî dinivisin [1]
    ji berê de rewş wisa ye mixabin. di serdema klasîk de jî niviskarên wi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bluestack

    Kategoriyên mijarê:: muzik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî