1. mûzîsyeneke kurd e.. li erbaneyê dixe, ya rasttir bi erbaneyê re dikeve cizbê.. di sala 1980an de li rojhilatê kurdistanê tê dinyayê û hêj 10 salî tevî malabata xwe bar dike londona paytexta Îngîlîstanê.. li londonê hêj di emrê xwe yê biçûk de dersa ethnomusicolgy distÎne.. saya serê bijan kamkar meyl û hewesa xwe berdide ser def û erbanê û pê re pê re dibe psipor û mîrê erbanê.. heta niha ligel gelek mûzîsyen û stranbêjên navdar yên dinyayê li erbanê xistiye, ku îlahîbêjê meşhûr samî yusuf jî yek ji wan e.. heta pêrar an bertira pêrar bi referansa hisên zehawî, samî yusuf derketibû ser roj tv-yê û bi qasê 2 seetan konsêrtek zindî pêşkêş kiribû.. |
|
03.01.2014 16:19 |
endazer
|
2. projeyeka mûzîkê ya bi navê music from beyond the order, yanî; mûzîka sînornenas ya vî camêrî ligel çend mûzîsyenên din heye, 5 mûzîsyen û enstrûmantalîstên ji welatên cihê bi hev re, meqam û newayên kurdî û yên çandên dî yên wekê yewnanî îcra dikin.. û ji vê lînkê jî heçiyê dixwaze dikare beş bi beş darî bike: vîdyoyê veke |
|
12.02.2014 19:26 |
endazer
|
3. Tevî goran kamil, sohrab pûrnazirî, ertan tekin, meryem îbrahîmpûr grûba musiqî ya "nishtiman" ava kirin ku stranên hemereng ên ji her rexekê kurdistanê bi terz û selîqeyên nû lêdidin û qirar e heta çend wextekê alboma wan ji labela "accords croisés" ya frensî derbiçe.. |
|
12.02.2014 23:19 |
gordereş
|
4. ji bo rûdaw tv-yê bernameyeka mûzîkê ya bi navê awaza cîhanê amade dike, di her beşeka bernameya xwe de diçe welatekî û mûzîka wî welatî, bi pêşkêşkariya mûzîsyenên wî welatî dide nasîn, ez bawer im hem bi konsepta xwe ve û hem jî bikalîteya xwe ve, ji bo televîzyona kurdî, yekane ye.. heta niha çar bername amade kirine, di van bernameyên xwe de ji rêzê ve heta niha behsa mûzîka azerbeycanê, ya latÎna amerîkayê, ya yûnanîstanê, û ya spanyayê (flamenco) kiriye.. |
|
14.02.2014 21:39 |
endazer
|
5. basnewsê li ser defê û defjenî û di çanda kurdan de cihê defê pê re hevpeyvînek xweş çêkiriye; http://basnews.com/kr/culture/2015/01/13/huseyin-zahawi/ |
|
14.01.2015 01:26 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
6. mûzîkjenek kurd e. mixabin li her derî navê wî cûda hatiye nivsandin. li kurdistana başûr hatiye dinyayê lê di 10 salîya xwe de bi malbata xwe çûye îngîlîstan/londrayê û li wir mezin bûye. di sala 2005an de di çêkirina mûzîkên fîlma kingdom of heavenê de bi harry gregson-williams re xebitîye ku ev kes xwedîyê xelata grammyê ye. [ji bo vê fîlmê kardeş türkülerê jî mûzîk çêkiribû]. berê di komek bi navê niştiman de cî girtiye. dibêje maye di bin bandora bijan kamkar de û bi vî awayî dil daye defê. hejar xwdîyê albûmekî ye. navê albûmê old roots new leaf e. ango kokên berê pelçima nû. albûm ji vir dikare were guhdarkirin: Here lînkê di organîzasyonên girîng de jî cî girtîye. di vê wêneyê de bi Prensê îngîlîstanê, Charles re ye: Here lînkê çend caran hatiye tirkiyê jî. ji muglayê bigire heta wanê li hinek bajaran tevlî xebatên atolyeyê û konseran bûye. |
|
21.11.2019 21:22 |
simurg56
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |