Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
hînbûna îngîlîzî - tirşik
hînbûna îngîlîzî
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. pewist e,lê pir caran dibe serêşa mirov.



05.01.2014 02:24 | diljan

2. ev malper ji bo hînbûn û geşkirina îngîlîzî pir baş e.

http://www.engvid.com/



http://www.engvid.com/english-lessons/



05.01.2014 02:43 | diljan

3. hecî hinakî zanibe ji bo listening ev merik baş diaxive. û binnivîs jî daniye. biker tê.



http://www.youtube.com/channel/UC8pPDhxSn1nee70LRKJ0p3g



05.01.2014 02:47 | diljan

4. ev xaltîk jî ne xirab e.,



http://www.youtube.com/user/MinooAngloLink



05.01.2014 02:49 | diljan

5. ji bo kurdan hînbûna îngilîzî ji ya kurdî hêsantir û rehetir e...



05.01.2014 15:03 | devliken kelogiri

6. bi rasti, hînbûna îngilîzî ne evqas zor e, xasma ji bo kurdan.

bipeyve û bipeyve, tu yê bibînî tu îngilîzî zanî.

ji bo peyivîn: www.interpals.net



05.01.2014 22:23 | silan

7. tişta ku vê serdemê de ji bo herkesî bûye pêwîstiyek. ger tu bijişk bî an jî endezyar bî teqez divê tu bizanî . ji ber ku îngîlîzî zimanê zanistiyê ye.

ji bo hînbûnê malperek bi navê newsinlevels.com jî heye . ji bo bêhtir agahî hûn dikari sernivîsa wê binêrin .

see you * *



13.01.2014 00:00 | brusk56

8. hinbûna ku min piştî xilaskirina zanîngehê dest pêkiriye ye.di zanîngehê de hema bêje kotekî min dersa ingilîzî derbas kir. lê Dema min zanîngeh xilas kir ez nehatim malê û em mam dera kû min zanîngeh lê dixwend. Wê havîna ku zaningeh xilaS bû, ez çûm qursa ingilîzi û min asta elemantaryê (destpêkê) bi dawî kir. Piştî wan her sê heyvên havînê bi rastî ingilîziya min baş pêş de çû..naha bi hêsanî ez dikarim bi yekê/a ingilîz re bi axivim.



13.01.2014 00:13 | nan û av

9. ji bo min tişteke bêdawî ye. di kurdî de û tirkî de (zimanên ku baş dizanim) de tiştên ewqas ecêb hene ku ji bo ku mirov fêhm bike, divê mirov ruhê wê zimanê bizane. dema wisa bifikirim, dibêjim "wellehî ez ê tu caran nekarim vî zimanî baş hîn bibim, hema ez têra xwe hîn bibim bes e."



13.01.2014 20:21 | simurg56

10. ez nizanim ji ber pÊşdaraziyÊ ye yan ji ber zorê ye lÊ bi salan min vÊ dersê dît hÊ jî ji biliyê yes okey no what ve peyvek din hîn nebûme



14.01.2014 12:44 | ferhenga şikestî

11. ew tişta min ji bo 850 lîrayê xwe daye lÊ ez dîsa nikarim herim qursa wî ye. sedema wî jî dema minÊ vala tinebûne. lÊ ez baverim tiştek gelek xweşe û divÊ hemu destûryarÊ zanîngehê îngilîzÎ bizanin



14.01.2014 22:31 | por gijik

13. zimanekî ne ZOR E QASÎ XELKÊ DİBÊJE.. LÊ PİŞTÎ KU MİN BERHEMÊN WÊJEYÎ Bİ İNG XWEND, HİNGÊ MİN GO WELLE TEHMA EDEBİYATÊ TÊ YABO.. MİN EW TİŞT Dİ TİRKÎ DE QET NEDÎTÎBÛ.. BEHSA KURDÎ NAKİM ÇİKU EW CEGER E *



26.02.2014 19:36 | elomelo

14. aniha tiştekî pêwist e lê piştî çend salan ji ber ku dewleta serdest dê bibe çîn dê ev nebe pêwîst. şûna wê hînbûna çînî û kurdî* dê bibe pêwîst.



26.02.2014 19:40 | mergehez

16. Here lînkê

duolingo.com

wi malper pir alikarbe bo hînbûna îngîlîzî

hem interaktive hem belaşe



27.03.2015 17:29 ~17:33 | tîrejên rojê

18. birastî jî zehmete. ji tirkî vegerinî îngîlîzî yan jî îngîlîzî vegerinî tirkî bêtir /daha pir zehmete.



11.04.2015 10:30 | shorbevan

19. di meha tebaxê de dikim ku herim qursê û hînî vî zimanî bibim, erê em kurd divê xwe ji tu tiştî bêpar nehêlin û ji tu tiştî texsîr nekin..

ez ji tirkbûnê jî ji kurdbûnê jî sar bûme dibêm ca xwe li îngîlîzbûnê biqelibînim bê ka ew tiştekî çito te..

berê pirr zor dihat û min qe hej ji îngîlîzî nedikir lê aniha kêfa min tê û dema xeyal dikim wa ez bi vî zimanî diştexilim, bi kelecan dibim..

dema meriv ingilizi zaniba deryayeke bêserûber vedibe li ber mêriv, bi mîlyonan maqalat, rojnameyên navnetewî, nêrîneke berfireh, filmên bi zimanê xwe yê resen, mizûkên xweş û serketî û û gelek tiştên dî



07.07.2015 00:22 | ferhenga şikestî

21. Tişteke berbilav e. Lê sedî nodê yên destpê dikin dev jê berdidin. Hîn buna zimanekê ne tişteke hêsan e bi rastî jî, lê tişteke giringtir jî ew e ku mirov ji bîr neke.



07.07.2015 01:06 | azadixwaz

22. hêsantir dibe, eger meriv tim malperên nûçeyên bi îngîzî bixwîne û televîziyona înglîzî temaşe bike. ev jî gerek meriv ji xwe re bike qeyde, ji bo we jî hîn girîngtire. ez li almanya dijîm, ji almanî û li almanya hînbûna înglîzî ji hînbûna li erdnigariya rojhilata navîn gelekî hêsantire.



07.07.2015 01:18 | hola êzîda

23. heger telefona te ya android hebe : (bnr: duolingo.com)



07.07.2015 10:26 | cekdar

24. Hewldanek e gelek caran.

It's not so easy and we cannot learn by using programs; we should write and read something. If you are an engineer, you must learn english because it's strongly necessary. Whole sources are english. There is some Turkish sources but in kurmanci there is nothing. If you are an engineer, you are on this road anyway. You have to read english sources, so as i said above, by reading and writing it is easier to learn.. come on hevalno read and write*



07.07.2015 12:22 | mergehez

25. Tiştekî strongly pêwîst e. Weke mînak di înternetê de çavkaniyên androîdê yên bi tirkî tune ne lewra hewce ye ez ên îngîlîzî bixwînim loma divê bi îngîlîzî bizanibim. Kêm zêde hinekî dizanim lê wexta peyivînê hertim disekinim gotin nayên bîra min. Di dema nivîsandinê de gotin li gorî dema peyivînê bêtir tên bîra min. Dibe ku ji ber kelecanê be..



07.07.2015 12:29 | mergehez

26. ji bo pêşveçûna takekesî û pêşveçûna kurdan şert e ji ber ku weke din mirov nikare ji bin desthilatdariya dewletên serdest xelas bibe.

ji bo gelek kar û pîşeyan jî hewce ye. ji ber ku gelek caran dema mirov tiştek meraq dike û li ser înternetê lêgerînê dike, rastî çavkaniyên bi îngîlîzî tê. di hînbûna kodkirina tirşikê de jî min bi sedan probleman bi saya malperên îngîlîzî çareser kir ji ber ku bi tirkî bersivan tune bûn. (jixwe qet behsa kurdî nakim)



hînbûna îngîlîzî, li gorî armanca mirov diguhere. weke mînak ez niha dikarim hemû problem û meraqa xwe ya di derbarê komputergerî û tibê de bi malper û pirtûkên îngîlîzî hal bikim lê dema mesele bibe xwendina nûçeyên cûrbecûr, pirtûkên wêjeyî û hwd. di nav ferhengan de wenda me.



07.07.2015 12:50 | simurg56

27. (bnr: wery zehmet)

ji bû meriv hîn bike gere en hindik salekî lê bi xebite ger tu yekî bîna min dereng fehm dikî û zû ji bîr dikî mala te xerab bûye çûye hetanî tu saxbî tû hîn nakî.



07.07.2015 12:59 | shorbevan

28. english grammar inside and out - nesibe sevgi öndeş kesê bixwaze îngilizî ji ra veke ev pirtûk çavkaniyeke sereke ye. Lê kirîna wê buha ye bi awayekî fotokopî peydakirina wê erzantir û çêtir e.



31.01.2016 23:56 ~23:57 | nejwan

29. wekî her zimanî ew ji di nav civakê de tê hînkirin. cihe ku ez tê de xebate dikim, nîvê tîma me ji xelkên bêyanî pêk tê. zaroken ku ji nava gundên kurdistanê tevî me dibin ji mecbûrî ferdibin. eger hun ji bixwazin zimanekî nû hînbin, êdî dereng nemînin. bilez mala xwe barkin



01.02.2016 21:19 | malmirato

30. armanca min e. Bê dawî ye. Ez gelek zû wateya gotinan ji bîr dikim. Ferhenga min biçûk e. Ez çi bikim?



02.02.2016 00:11 | hola êzîda

31. Ji bo listening (voscreen.com,dualingo.com) û aplîkasyon(dualingo,voscreen) pir base. Ez gelek kêf xwesim li van aplîkasyona. Serkeftin ji bo hemû nezanara*



02.02.2016 14:36 ~14:39 | mêrêmala

34. ku meriv ji dil bixwaze tiştêk pir hêsan e. hewce nake meriv bi şev û rojan li gramerê bixebite. tenê gramera zimanekî zanibe xwe merûzê îngilizî bike; gûhdarî bike, bixwîne, binivisîne, di hundirê salekê de meriv hîn dibe. ji ber ku em kurd tev du-zimanî (bnr: bilingual) ne hînbûna me hêsantir e.



03.02.2016 00:30 | roza

35. kesên ku dixwazin ji xwê re li ser kurdî bingehîna zimanê inglîzi çêkin re ez pirtûka husein muhammed parvedikim



Here lînkê



28.04.2016 00:41 | xeteraqirêj

36. Ev heftiyeke min jî destpêkiriye. Di asta elementary-seretayî de me.

Li dibistana amadeyî(me çiqas amade kirin ew der mijara nîqaşê ye) em perwerdeyeke çak dîtibûn. Lê piştî şeş salan weku ku tu tişt di bîra min de nemabû xuya dikir. Hêdî hêdî tiştinan tê bîrê.

Bi alikariya xwedê û bi destûra wî di zûtirîn katê de dixwazim serbikevim. Zahf rê û rêbaz nizanim çiqas ji min werê bikoşim. Xwedê mezin e. Te dît ku salekî dî ez mirovekî sê ziman im. Nîgaşa wê tenê jî bi têra xwe şêrîn e bi xwedê.



11.02.2019 06:19 | bilbilê dilkul

37. hewceye, bi taybetî ji bo kurdan pir hewceye. li tirkîye her tişt bi zimane tirkî tê weşandin û tiştên tên weşandin jî bi piranî, weku hûn jî dizanin, bi guman û bi derewîn. mînak: dîrok, mijarên sîyasî... di wî babete de, ji bo wergirtina nûçeyên rast û hînbûna zanyarîya ne xelet, ew gellek pêwîste kû yekî bi îngîlîzî hîn bibe. paşê ferbûna îngîlîzî hûn we bikarin bibînin kû gellek çavkanîyan ji bo kurdî jî hene.



14.02.2019 20:51 | tekoser

38. tişta ku du sal e ez tê da xwe dixapînim..



15.02.2019 12:19 | bûtîmar

39. kêmasiya ku hîn jî divê ez ji holê rakim. dema ku ez nû hatim vî welatî, min hemû karên xwe bi îngilîzîya xwe ya xirabe hal kirin. lê paşê piştî ku min dest bi hînbûna elmanî kir, min ew îngilîzîya xirabe jî ji bîr kir êdî min nedikarî bipeyivim. min her tim rêzimana elmanî bi kar dianî û di cih de dev ji axivînê berdida lê niha dîsa lê hûr bûm û hêdî hêdî weke berê dibe. lê ew jî ne bes e, divê herikbar bipeyivim ku bikaribim karekî bibînim. li her derê pirsgirêkek e welhasil



01.12.2019 00:24 | mergehez

40. Birayekê min karmende çu kursa îngîlîzî dûre rabu tv ya xwe girêda internetê û her tim videoyên îngîlîzî û kurdî bo zarokêt xwe dida temaşe kirinê û tirkî qedexe kir malê bo zarokêt xwe pirtûkên îngîlîzî dikirî û dida xwendin. Û tabî piştî kursê di net ê de hinek bernameyan ve bi mirovên din yên cîhanê de online sohbet dikir hewl dida îngîlîzîya xwe pêş bibe û encam her çar zarok îngilîzî xeber didin a mezin ku 13 salîye bi rehetî vîdeo û fîlman temaşe dike û fehm dike.



01.12.2019 00:31 | azad30

41. Ew kurdên him dikarin kurdî biaxivin-bixwînin him jî tirkî dizanin çawa nikarin ingilizî hîn bibin fam nakim guys. Yanî we already have two language. How come we don't make some effort to get another language especially which has been teaching in schools for years? Guys stand up and rise! (gugil translate)



18.02.2021 22:47 | de facto hozan

42. (bnr: fêm dikim lê nikarim biaxivim) *



18.02.2021 23:09 | yûsiv

43. Mirov li ser bisekine gelek karek hêsan e.



19.02.2021 17:46 | navîgiranmezelîwêran


Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» hînbûna mirinê
» îngîlîzî

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî