1. fîrmayek ya otobusê ya şirnex e.xwedê neke tu kes mecbur bîbe sîwar bîbe.gelek hêdî dîçe.rê ya dîlok-şirnex 9.30-10 seatan dom dîke .wek dolmişên nava bajêr e. |
|
05.01.2014 21:06 |
feqiyêteyran
|
2. firmeyeke ku di devê meriv de dirî, û di serde jî dibên xweşe we de neçû em dîsa birîn. |
|
05.01.2014 23:06 |
tivirloismail
|
3. fîrmaya kû ji mirov keysê digirê ye. ger ev fîrma herê hin bajarên kû firmayên dî naçin, ji mirov bêhtir pereyan distînin. |
|
06.01.2014 21:05 |
nan û av
|
4. fîrmaya ku divê mirov eger li xwe neheyîrî be lê siwar nebe. |
|
06.01.2014 22:58 |
giyanstêr
|
5. fîrmayeka ragihandin û birinûanîna rêwingan ya di navbera bajaran de ye.. gerçÎ êdî seferên wê yên berev zaxo, hewlêr û silêmaniyeyê jî hene, ji ber hindê carinan etîketa şîrketa ragihandinê ya navneteweyî an navdewletî jî li kêleka logoya xwe datînin.. berê ev şÎrket dema nû derketî, biçûk bû, li termînala cizîrê tenê ofîseka wê hebû û ez ne xelet rojê tenê seferek du sefer dikirin ew jî berev bajarên mezin yên wekê dîlok û stembolê, bajarên ku şêniyên cizîrî lê zêde bûn.. neyse paşê pê re pê re ev şîrket herku çû mezintir bû û herku mezintir bû fîrmayên din ku bi piranî fîrmayên mêrdînê bûn, an bi temamî derî û derebeyên xwe girtin û çûn an jî ofîsên xwe bçûktir kirin.. yanî vêga li termînala cizîrê ji 10-12 ofîsan 7-8 ofîs yên özlem cizre nuh turîzmê ne.. çawa çêbû? ji ber xwe de, li gorî mekanîzmaya Natural selectionê çêbû, an bi pest û pêkutiyan, bi mudaxaleyên ji derve çêbû nizanim û naxwazim gunehê tu kesî bixim di stûyê xwe de.. |
|
07.01.2014 05:17 |
endazer
|
6. fîrmaya ku nizanim kengê û çima bû lê carekê lê siwar bûn û poşman bûm. xwedê bike balafir zêde bibin û ev karmedên rûreş û dinyanedîtî birçî bimînin. |
|
07.01.2014 19:58 |
simurg56
|
7. wexta min li meletî dixwend ji bo ku tenê ev fîrma di navbera meletî nisêbîne de kar dikir min çar sala qahr , kul û derdê ve fîrmayê kişand. Xwedeyooo ku tê bira min tevzînok tên laşê min. |
|
07.01.2014 22:46 |
diljan
|
8. fîrmaya ku ez naha pê rêwîtiyê dikim e. Naha li tenişta min şeş kes ser piya sekinîne. Ferqa wa û otobusên ku di nava bajêr de kar dikin nîne. |
|
02.02.2014 16:51 |
nan û av
|
9. li alavên xwe miqate bin, du sal berê pcya min hate dizîn û pereyên pÎrekekî jî hatine dizîn xwedê tu kesî mecbûrî vê fîrmayê neke û neke rêwiyê vê fîrmayê.. |
|
02.02.2014 16:55 |
hogırekoseri
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |