Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 14 peyam
    xeyalê zanistî - tirşik
    xeyalê zanistî
    (1) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. cûreyeke fîlman, pirtûkan û hwd. ne. fîlmên xeyalî zanistî de bi bûyer bi giştî li zemaneke pêşerojê derbas dibe. lê tabî ev yek ne şert e, zeman carina jî dibe zenaneke akternatîf ya îroyîn an jî paşeroj. berhemên vê cûreyê de bûyer û tiştên nedîtî tên vegotin ku mirov encax dikare xeyal bike.

    (bnr: science fiction) (bnr: bilim kurgu) (bnr: sci-fi)



    hinek mînakên wê:

    fîlma 2001 a space odyssey

    romana rama

    fîlmên matrix, blade runner, artificial intelligence, fahrenheit 451 û hwd.



    2013.06.25-11:57 | simurg56

    2. Ez dibêjim qey honaka zanistî be wê çêtir be.

    (bnr: honandin)

    (bnr: honak)



    2013.10.21-14:46 | ceso

    3. di ferhenga zana farqînî DE wekî xeyalê zanistî HATIYE WERGERANDIN Û LI NAV PARANTEZÊ PÊNASÊ WÊ HATIYE DAYIN: BERhemên ku bi riya DANEYÊN ZANISTÎ Û XEYALÎ TÊN AFIRANDIN, MÎNA ÇÎROK, ROMAN Û FÎLM.



    CÛREYÊN VÊ MIJARÊ JÎ HENE. kêfa min piranî xeyalên zanistî ya civakî tê. EV CÛRE DI NAVA XWE DE WEKÎ ûtopya û dîstopya JÎ VEDIQETE. The dispossessed* ursula k. le guin minakê ûtopya ye. 1984ê george orwell jî têdikeve bin dîStopya yê. di anîmasyona hayao miyazaki nausicaä of the valley of wind de me re kane him ûtopya him jî dîstopya bibîne. fîlmên vî camêrî hemû têdikeve beşa xeyalê zanistî ya fantastîk.



    nota rêveberiyê: navê mijarê berê "xeyalî zanistî" bû. li ser vê peyama nivîskar ji aliyê rêvebiriya tirşikê ve, navê mijarê weke "xeyalê zanistî" hat guhertin.



    2013.10.21-16:58 [guhertin:2016.01.22 17:09]| biruya hayao miyazaki

    4. a ku min di du filmên min ji beşa filman re rêkirî weke xeyalî-zanistî bikar aniye. ji min xeyalî-zanistî jî baş e lê ku berî sal û nîvê lihevhatineke li jor pêk hatiye ez tiştekê nabêjim û ji simurg56 tika dikim ku van filman sererast bike.



    2015.01.14-20:07 | azadixwaz

    5. min sernivîs daye guhertin lê ji ber ku wîkîpediyaya soranî xeyalî zanistî bû, min a kurmancî jî xeyalî zanistî kir, jiXWE xeyal mê ye, divê xeyala zanistî bûya. mamoste farqînî çima gotiye xeyalê... nizanim. lê dawiyê min pêşniyaza ceso pejirand û kir honaka zanistî.



    ên bixwazin dikarin çewtiyan sererast bikin an jî zanyariyên nÛ LÊ ZÊDE BİKİN:



    Here lînkê



    2016.01.24-20:57 [guhertin:2016.01.28 17:58]| biruya hayao miyazaki

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xeyalê kurda
    » zanistiya leşkerî

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî