Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurd çima xwe nezan dibînin - tirşik
kurd çima xwe nezan dibînin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sedema yekem çîrokên serdestan e.

lê ya ecêb ew e; ku em ji wan çîrokan bawer dikin.



09.01.2014 14:29 | gulan

2. ji ber ku xwe nezan dibînin zimanê kurdî jî êdî wek berê nayê bikaranin. ev dîtina min e. dixwazim diyarbekir bi tevahî kurmancî an jî zazakî biaxive.



09.01.2014 17:39 | kurê xelkê

3. ji ber ku raste nezanin. qiymetê zimanê xwe nizanin,giringîya yekîtîyê nizanin,netewperweriyê nizanin !



09.01.2014 17:43 | feqiyêteyran

4. pirsgirêkekî psîkolojîk e.



yek ji van encame bûyina hedefa pêşbîryar (prejudice) jî kêm bûna xwe bawerî ye. bi awayekî din, civatên ku bûne hedefa pêşbiryar, êdî ramanê serdestan re bawer dikin û netewên xwe kêm û kirêt dibînin.



gelo sedem çiye? li gorî psîkolojîyê civakî, (bnr: self-fulfilling prophecies) e.



ger yek bifikire ku 'x' şexsekî gêj e û yek bi vê awayê pê re tevbigere, ji ber ku wî/wê ev rewşê re bawer kiriye, ku tu pê re biaxifi, êdî wî/wê ji te re tiştên biaqil û bivac nabêje.



ev mînakekî ferdî bû, heman rastî ji bo netewên jî tê hesibandin.



12.01.2014 13:46 | ervah.azad

5. Ji ber ku nezanin, xwe nezan dibînin û ji ber ku xwe nezan dibînin, nezanin. Aha ji we re parodoksa eçoyê dîn



12.01.2014 14:05 | ceso

6. ji ber ku kurd jixwenebawer mezin dibin. malbata wan destûr nade, dewlet nahêle, zagonÊn qirêj ji wan re sînor datînî. kurd jî xwe nezan dihesibînin.



12.01.2014 21:33 | bilîs

7. tişta ku dibe ku ji ber nezaniye diqewime ye.

yanê mirovê nezan be, wê elbet xwe nezan bibîne heta li vir temam e.

lê mirovê zana be lê dîsa jî xwe nezan bibîne, ev tê wê wateyê ku dîsa nezan e. ger zanabûya wê bizanibûya ne nezan e *



26.01.2014 00:07 | brusk56

8. beriya ku ev pirs an jî pirsgirêk bê bersivandin, divê beriya her tiştê sedem bên rêzkirin.. ji bela ku mamosteyê min beşîkçî ye ez hama bibêje her car rê û rêbazên wî yên ku ji xwe re kiriye edet û helwest, diceribînim ez jî wekî cenabê wî di rêya wî ya ku hilbijartiye û gotiye ev yek rêbaza zanîstiyê ye dimeşim...

kurd nezanin an na? kurd li gor kîjan pîvan û qirîteran nezan in? ku kurd ne nezan bim nexwe çima xwe nezan dibînin? û çima wisa bûye? ev yek teybetmendiya kurdan e yan na??

ji mêj ve ye ku dinê di destê wan kesên ku zanînê girtine destên xwe û li gor pêvajo û berjewendiyên xwe bi kar tînin de ne jixwe kesên ku zanînê bi dest bixe ser dikeve ev hem ji bo takekesî wisa ye hem jî bi giştî ji bo hemû civatan wisa ye. dewletên xwînxwar ku niha hemû dewlemendiyên dinê girtine destên xwe, di heman demê de dinihêrî ku dewletên ku li pêş in.. di her awayî de xwendin, perwerdehî, aborî, çandî, spor, wêje, sînema, teknolojî hwd.. ku li gor vê rewşa hanê binêrî tu nikarî bibêjî kurd zana ne.. lê ji ber ku neheqiyê nekim ez ê ji aliyê din jî binêrim. çavkaniya zanînê çi ye? bi tenê tiştên beşerî ne? na ne wisa ye pirr tişt hene ku bi nêrin û ramanên nûjen nayê ravekirin wê demê ravekirinên uhrevî tê li pêş me wek mînak em bibêjin ku hem zanînên beşerî hene hem jî zanînên uhrevî yan jî bi gotinek din metafîzîki. jixwe eyan e ku zanînên fîzîkî, nûjen, beşerî ne di destê kurdan de ye lê di heman wextê de zanînên uhrevî, manewî, metafîzîki jî ne di destê kurdan de ye pirs hêsan e bersiv jî hêsan e ku tu bibêjî ka heyran ji kû dizanî? ger ku civatek bikaribûya zanînên uhrevî bi dest bixe niha di kurdistanê de dîndarên tirk yên derewçîn, bênamûs û dagirker nikaribûn bi kîmyayê civata kurd bileyizin û dezanformasyon pêk bînin dibe ku hin kesên zana hene rast e lê li gor zanebûna xwe rolek çawa lîstine? hama bibêje qe nelîstine hêza dîndar û cemaetên serdest û dagirker di kurdistanê de zêtir in.. ji ber ku mijar belawela nebe ez ê dîsa werim pirsê. gelo kurd xwe nezan dibînin an na?

belê dibînin lê bi çi awayî? ez her gav dibêjim bindest her dem dildarê serdestê xwe ye lewma jî dîzayna jiyana xwe jî bi ya serdestê xwe dike çi qas jî bike dîsa xwe kêm dibîne her ku diçe dişibe kujerê xwe gava ku dizivire û li rastiya xwe dinêre jê re tirş û tehl tê dixwaze ji kirasê xwe yê rastîn rizgar bibe û bikeve kirasek din xwe bixemilîne belê kurd xwe nezan dibîne lê kurd gava ku dibe tirk ji xwe re payeya ronakbîr û rewşenbiriyê dide lê gava ku dibe kurd weka ku ji hesp bikeve û siwarê kerê bibe xwe nezan hîs dike ma hûn nabînin 'hevalên me yên hêja' gava ku bi tirkî dipeyivin dikarin ji hegel û kant bêtir felsefeyê bikin teoriyên ku hê di dinê de nehatiye dîtin û bihîstin ji we re rêz bikin lê dema hûn bibêjin ji kerema xwe re bi kurdî bêje heyra, wê deme ferqa wê/î şivanekî dinênedî namîne wek encam kurd xwe bi tirkî 'aydın' bi kurdî 'gundî' dibîne... sedem jî pirr zelal e bindestî!!



26.01.2014 03:13 | ferhenga şikestî

9. problema ku bi hebûna wê tam ne bawer im. ji ber ku dema mirov ji aliyekê din ve lê binêre: kurd xwe zêde zana jî dibînin. ne wisa? ma gelê ku tê de herî zêde serok hene, ne kurd bûn?



27.01.2014 19:48 | simurg56

10. -Kurd xwe li hemberî hevdu çu carî nezan nabînin heya dikin ku çavên hevdu derxin. Xwe li hemberî Tirkan û serdestên din nezan, biçûk, kêm dibînin. Ev jî rasterast encameke mêtingehkariya Tirk û dagirkerên din e.

Wekî li jorê birêz @Simurg56 jî gotiye Kurd xwe mezin jî dibînin. Heya bi min zêdepariya wan qure nin. Lê ne li hemberî Tirk an jî Europîyan, li hemberî Kurdan wiha nin.



16.03.2018 23:57 ~2018.03.17 00:02 | jifêzagorda

11. ji ber ku serdest me dide şermê ku netewa me kurd ê. Paşî di nav ciwakên tirk da ( dibistan,zanîngeh, company) kurd wekî zindîyek bi zerer tê dîtin. Di nav wan halan de ka em sedî çend wê li xwe bisteh bin di nav jiyanê de?



05.04.2020 06:28 | de facto hozan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdê ku odeya wê/î heye
» çima ertoşî govendê de çep diçin
» xweserî
» nezanîna nezanînê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî