1. rêzefillma ku kurdiya wî leystokên ji bo text e.wek ji navê wê jî tê fahm kirin ku behsa şerên ji bo destxistina textê dike.serîde li amerîcayê,li her derê cîhanê gelek temaşevanên vê rêzefîlmê heye.sala 2013 ande sezona 3 qediya.tê gotin ku sezona 4 emîn wê 31 adar 2014 ê dest pê dike.heta wê rojê ez u temaşevanên din emê bi meraq li benda wê bin. |
|
10.01.2014 09:45 |
feqiyêteyran
|
2. aniha min li ser rupela wan ya facebookê dît ku wê sezona 4 emîn 6ê avrêlê dest pê bike. |
|
10.01.2014 09:46 |
feqiyêteyran
|
3. li gorî min, xêzefîlm a mezina ye. 3 sezone ez temaşe dikim lê ti tiştek ji min zêde nekir. |
|
11.01.2014 11:38 |
nazim tolhildan
|
4. rêzefîlma ku berî çend salan min sezona wê ya yekemîn temaşe kiribû paşê ji ber sedemên ne têkildarî fîlmê, min dev jê berda. |
|
08.02.2014 14:44 |
simurg56
|
5. rêzefîlma ku dê sibê beşeke wê ya nû were weşandin. ka em binêrin wê kê heyf û tola mîrên bakurê bistîne. |
|
06.04.2014 09:09 |
oxir
|
7. bi rastÎ rÊzefilmek herÎ serkeftÎye. hun mÊze nekin misilmana ra erotÎzma wÎ jÎ gelek licihe. lÊ raste ji bo ku ensestÎ dihewÎne mirov hinkÎ aciz dibe lÊ ev jÎ ji bo realÎzmÊ karÊkÎ başe. |
|
06.04.2014 16:24 |
hun çawane heval:)))))))
|
8. piştî nîv saetekê mirov dikare li cnbc-e'yê bi binnivîsa tirkî lê temaşe bike. |
|
07.04.2014 21:38 |
oxir
|
10. rêzefîlma ku min vêga jê beşa 4/2 temaşe kir. |
|
15.04.2014 23:49 |
oxir
|
11. min ê duhê temaşeyê wê rezêfilmê kirin. bi qasê ku ji çar episodan min pê derxist, bi erotîzme xwe yê estetîk ve tam jî ji bo xerakirina nêta ye. ji bilî vê, bi ya min, ne heja ye ku yekî lê temaşe bike. |
|
28.04.2014 19:02 |
ervah.azad
|
12. (bnr: kill the masters) |
|
28.04.2014 19:30 |
yoda
|
13. rêzafîlma ku bi dîtina mijara wê kêfxweş bûm. lewra ji bîra min çûbû ku dê îşev jê rêzeke nû were weşandin |
|
28.04.2014 21:14 |
oxir
|
14. her duşem ez bÎr dikim Îro game of thrones heye. paşE internetÊ rasttÊm mijarÊ game of thrones dereng sÊr dikim. |
|
12.05.2014 21:54 |
serhıldan jiyane
|
15. (bnr: her bijî tyrion lannister) |
|
12.05.2014 23:36 |
yoda
|
16. (bnr: they can live in my new world or die in their old one) |
|
19.05.2014 12:29 |
darthvader
|
17. rÊzefilma ku çend sala li ser ekranÊ ye lê ji ber pêşdaraziyên min î derbarê çanda populer de min qet guhê xwe nedaye kanî çi tişt e... lê piştî ew qas pêsnan êdî min nû dest pê temaşekirina wê kiriye lê di nava du heftê de ji sezona ewilîn û vir de aniha hatime sezona sêyem belkî nav rojekê hema bêje min sê an jî çar epîzod ser hev temaşe dikir, ew qas xweş mirov pê re dibe... |
|
19.05.2014 13:19 |
elomelo
|
18. rêzefîlma ku do bişev rêzeke nû jê hate weşandin û rêza nû dê piştî 2 hefteyan bê weşandin. |
|
20.05.2014 03:42 |
oxir
|
19. rêzefilma min nû destpê kirî, ji xwe ezê nekarim deh rojan zêdetir guhdarî bikim lê beşên pêşîn ên sezona pêşîn nabe sedem ku dev jê berdim. ne ewqas bêhempa be jî kêrî guhdarîkirinê tê. ya li min seyr hatî ew e ku 9.5 puan ji imdbê standiye, bawerim beşên pêş de wê gelek baştir be. |
|
03.09.2014 00:13 |
azadixwaz
|
20. rêzefîlma ku lîstikvanên pêşeng zêde najîn û di şûna wan de hin ên din dikevin cihê wan. bi vî awayî fîlm hergav xwe diguhrîne |
|
03.09.2014 09:09 |
renas
|
21. rêzefilma min wexteke kinde sê sezonên wê xilas kirî û dest bi ya çaremîn kirî. ne xerab e, heta baş e jî lê ne bawer im ku heq bike ji imdbê 9.5/10 bistîne. |
|
12.09.2014 21:12 |
azadixwaz
|
22. rêzefilma ez hatim dawiya wê. xwedê ji yê çêkirî razî be, baş bu, wext borand. weke din kesek heye bizane ka sezona pêncemîn kengê desptê dike. |
|
22.09.2014 20:55 |
azadixwaz
|
23. rêzefîlma ku li gorî imdbyê wê beşa yekemîn ya sezona 5emîn, di nîsana sala 2015an de were weşandin; |
|
22.09.2014 21:03 |
simurg56
|
24. rêzefîlma ku ji ber ku min heta anha temaşe nekiriye poşman bûme.. dibe ku di dîroka rêzefîlman de tiştek ewqas xweş û rind çênebû be.. listikvanên ji bo karakterên wî jî xweş bijartine.. |
|
15.12.2014 20:10 ~2015.05.04 01:10 |
rûbar payîz
|
25. --- spoiler --- |
|
04.01.2015 19:10 |
rûbar payîz
|
26. |
|
04.01.2015 19:47 |
rûbar payîz
|
27. -------- spoiler --------- |
|
05.01.2015 06:06 |
endazyar
|
28. rêzefîlmeke biyanî ye. |
|
05.01.2015 20:39 |
medê
|
30. şikir ji xwedê re wê 12ê mehê dîsa destpê bike. ser xêrê li hemu dinyayê. |
|
07.04.2015 22:28 |
azadixwaz
|
31. (bnr: valar morghulis) ((: Here lînkê |
|
07.04.2015 22:40 ~22:49 |
yoda
|
32. Rêzefilma min hê jî beşên sezona dawî temaşe nekirî, li min biborin, poşman im. Ya rast plana min ew bu ez ji serî destpê bikim, lê nebu. Loma ev beşên nû jî man li wir, bê xwey... Hinekî jî dil nahêlim guhdarî bikim, ya rast. |
|
08.07.2015 00:49 |
azadixwaz
|
33. Rêzefilma min ji dil nehiştinê guhdarî sezona dawî nekirî. Beriya du-sê rojan min xwest ez guhdarî bikim. Sax be ji ber komputera min a jiyan li min herimandî; toshiba w30dt-a-104 min nekarî guhdarî bikim. Serî de min utorrent daxist, dû re ji zamunda.net game of thrones. Helbet evqas eziyet ne bes bu, min ji divxplanet binnivîs daxist. Min ceriband ku ji maxezaya komputerê bernameyekê daxim lê helbet nebu, dû re bi xeletî winamp û paşê jî winzip. Paşê min dît ku bi bernameya vîdeo-lêxistinê ya komputera min a hêja mu nikare binnivîs bikar bîne. Heta wê demê bubu nivê şevê û min dev jê berda. Heta careke din înşileh. |
|
06.09.2015 16:23 ~16:24 |
azadixwaz
|
34. rêzefilma wê sezona wê ya şeşemîn weke hatî plankirî di 24 avrêl 2016ande destpê bike lê pirtuka li gorî wê tê çêkirin wê dereng bikeve loma pêşeroja wê ne gelek aşkere ye. pirtuka şeşemîn, "bayê zivistanê" wê dereng were weşandin ji ber ku negihaye. ser xêrê. |
|
09.01.2016 23:14 |
azadixwaz
|
35. xwedeyo! em kî hez kirin, ew hat kuştin. |
|
23.01.2016 04:04 ~04:07 |
biruya hayao miyazaki
|
36. Filmek xweş e. Lê hemû leheng tên kuştin. Erotîzmek balkêş jî gelek cihan de rastê meriv tê. |
|
22.06.2016 15:05 ~21:54 |
dizek
|
37. piştî s06.b08ê meriv li benda beşekê xweş disekine û li gorî nivîs û şîroveyên înternetê beşa 9. hêviya min gur dibe. - *****xalîseya me ya ejdeha-perwer î rizgarker dê devê wan efendiyên kevn ên kendava xulaman çawa birrî? va têne şervanên wêrek ên khalasar... * - cercei ya xwînheram î gungiranê, ligel layê xwe ya şah î diltirs î bawermenda heft xwedayan, gelo dê çawa tolên xwe ji wan olperestên hizbulheftan rake? - sedema wîntir kamîn, white walkers gelo dê dest bi êrîşê bikin ya na? ya bran? bran dê çawa alî xelkê bike gelo? - *****ecêb li navbera jon snow û boltonê heram dê şer çawa biqewime? lannisterê sirgûnkirî dê ji bo xatirê şovalyeya me ya leydiyê alî jon snow bike ya na? - *****xweha theon greyjoyê ecêb li ku ye bi wan artêşa keştiyan? - gelo aryaya me ya çavsor î delal dê çi bike? -pirs pirs pirs... edîta me dît: pirsên bi pênç stêrkan(*****) di s0609ê de bersiva xwe birin. Bi rastî jî ev beş ya temaşekirinê ye. Geh ji bo kuştina efendiyên pozbilind û lihevhatinên khaleese û greyjoy xanim û peyvên wan ên femînizm difure û geh ji bo, ji aliyê sansa ve bi tajiyan kuştina boltonê bastard î heta hetayê, temaşekirinê dike cureyekê ejaculationê. ha wilo: Here lînkê cixareyekê? |
|
22.06.2016 17:31 ~2017.04.19 12:03 |
biruya hayao miyazaki
|
38. s06.b10. fînala sezonê bû û bû dawiya gelek kesan jî. rehma heft xwedayên derewîn a septê li ser wan nebe.. * cercei tola xwe hilda ku ev çend sezon e ez li bendê bûm. sept û septon û septa û "shame" bû yek ji çîrokên dîrokê. keybanûya tommenê her çiqas kirinên cerceiê bir anî be jî li nav firnê qehirî. helbet ji bo wê û birayê wê ya hevzayendî bi ber xwe ketim, divêt wanî nebuya. lê belê xwediyê "shame"ê ya li ser cerceiê dixwend, li bin destê cerceiê ruyê me da kenê. law law... ew tommen jî rabû întihar kir û gû xwar. cercei jî rabû xwe şahbanû îlankir! arya stark ji bîr nake! hew! lê belê nankirina ew qas layê wî bênamusê, afirîneriyekê gelek mezin bû. ji bo min jî gelek surprîz bû. * ez dizanîbûm jon snowê min ne pîç e, ha pîçbûna wî jî ne pirsgirêk bû. dilrehmiya ned stark jî a hurmetdanê ye. rehma xwedayên wî li ser wî be. lê belê min pir tênegihişt, xweha ned ew lawik ji kê anî dinyê. ji ber tecawiza wî qewadî? * şeytana porsor jî gunehên xwe vegot û hat suirgûnkirin. li wê kêm e lê wekî wê ji jon snow re got, gengaz e ew hewceyê alîkariya wê bin. khaleese artêşa xwe ya behrê amade kir û aniha ewê baz de li ser şah û şahbanuyên heft keyaniyê û tyrion jî kir alîkarê xwe. helal ji te re xwakê. lê dilê min ji hezkiriyê te şewitî. evîn divêt her dem wanî be ma! fikra metresî ya wî jî divêt bihata nirxandin, hema li kêleka çepê rûnişta rindiko. * tedît: min ned û robb tevlî hev kiriye, spas ji bo hişyariya mergehezo nançû re * |
|
28.06.2016 00:01 ~17:11 |
biruya hayao miyazaki
|
39. rêzefîlma ku min qet temaşe nekirîye (xîncî ew sahneyên ku medyaya civakî de têne parve kirin û yek du fragmanan) û tu car meraq jî nekirîye ye. |
|
28.06.2016 00:30 ~00:31 |
bûtîmar
|
40. bi van her du beşên dawî ya vê sezonê, laşê me gihîşt lûtkeya orgazmê, lê ezê çawa karibim salek li hÊviya sezona nû bisekinim:( |
|
28.06.2016 10:52 |
ferhenga şikestî
|
41. Di her sezonên wê de êdî bûya adet; 8 beşên ewil vikîvala û 2 beşên dawîn têr û tije. Sezona şeşemîn jî wiha bû. piştî bûyeran: 1. Khaleese meta jon snow e û ned stark jî xalê wî ye. 2. Îxtimaleke mezin tyrian birayê khaleese ye. 3. Textê Hesin(iron throne) dê bibe perçe perçe. Ji ber ku ji şûrên valerian hatiye çêkirin û valerian white walkersan dikuje. Khaleese dê kings landingê bi dest bixe û jon snow dê were bêje "haya we ji bayê felekê tune ye" û dê ji khaleese bixwaze ku text perçe bike. 4. Khaleese di rê de dê bi euron greyjoy re şer bike. Ji ber wê jî şerê westerosê wê hinekî dereng bikeve. 5. Jamie dê ji cercieyê aciz bibe û bi awayekî dê bibe sedem ku cercie bimire. 6. Li gorî gotinan jon û khaleese dê bizewicin. Filan fîstan.. |
|
28.06.2016 14:43 ~14:44 |
mergehez
|
42. fîlmeke saçmayî. hewqa masraf ji bo çiyî? |
|
28.06.2016 19:53 |
bêhna_piştî_baranê
|
43. Erê gelek saçmayî divê senryoya wê wek rêzefîlmên tirkan pirr ultrasuper bûna, lê gawir giş ehmeq in, çi ji vî îşî fêm dikin ma ne?! |
|
28.06.2016 21:58 |
ferhenga şikestî
|
44. (bnr: yên ku temaşe nakin lêdane dixwin) |
|
28.06.2016 23:37 |
gulêê
|
45. fîlmê ku min deqekî jî temaşe nekiriye lê min gelek meraqkir hingî tê behskirin.. bira fîlimê wî dawî lê were hetanî wê wextê ewê wextê min û temaşekirinê jî hebe ezê rûnêm tevî li serhev temaşekim.. |
|
29.06.2016 00:43 |
shorbevan
|
46. osman sebrî, di helbesta xwe ya bi navê bahoz de wisa deng li ''keyê li bakur'' kiriye: |
|
06.07.2016 03:43 |
remlavêj
|
47. pêşiya niha sê çar rojan li mala hevalekî bi çavekî min darî çend beşên pêşiyê yên sezona yekemîn kir, bi rehberiya hevalekî ku hemû pirtûkên heta niha yên game of thrones xwendine. dibêjim bi çavekî ji ber ku hingî hevalekî bi peyamên xwe bela xwe ji min venedikir. tişta min ji wan çend beşan fêhm kirî; prodûksîyoneke baş û profesyonel di ekla fîlmên sînemayê de, têra xwe pornografî, -ne erotîzm- û temaşevanên betal û berredayî ên bi hesret li hêviya beşên nû. |
|
01.08.2016 02:04 |
endazer
|
48. ikram filiz, çend ro berê lê rast hatim, anha hat bîra min ku ev zilam dirûve kê: |
|
13.07.2017 21:04 ~21:09 |
tizbîkêş
|
49. Rêzefîlma ku gotina " Her cûce di çavên bavê xwe de pîncek e" . Di tê de derbas dibe ye . Ji bilî vê, bindestî û serdestiyê gelek baş dide nasîn. |
|
02.10.2017 22:00 |
robar cilo
|
50. Wek pisîkên li ber qesaban li benda binnîvîsa beşa nuh im. Di vê beşê de xeyalên temaşevanan pêk tê King in the norht jon snow û mother of dragons daenerys targaryen tê ba hev. De ka em binerin ew khaleesiya ji xwe qayil wê çi bîni serê Jonê reben. |
|
31.07.2017 05:22 |
biaqila malê
|
51. Mi îro xewna xwe de qijikek dît! Berevajî difirîya!! |
|
31.07.2017 19:00 ~19:02 |
xwelî li ser
|
52. Rêzefilma ji bo berhevbuna beșan ez a niha lê temașe nazım. |
|
02.08.2017 19:51 |
azadixwaz
|
53. ne spoiler e, henek e: |
|
29.08.2017 02:29 ~02:35 |
tizbîkêş
|
54. rêzefîlma ku piştî 6 salan dîsa lê vegeriyam û di nava du heftiyan de min 67 beşên wê yên ku heta niha hatine weşandin, ji serî ve temaşe kirin. ez li bendê bûm ku tam xelas bibe û wisa tema bikim lê min sebir nekir. lê poşman bûm, niha xelas bû û ji bo sezona dawîn, divê belkî heta sala 2019an li bendê bimînim. heta wê demê jixwe ez ê ji bîr bikim, tiştan. lê belê niha hemû kitekitan jî yek bi yek dizanim * |
|
12.09.2017 23:31 |
simurg56
|
55. (bnr: govend of thrones) |
|
14.01.2018 08:32 |
aqilkêm
|
57. piştî navberek bi qasî 2 salan, bi beşeke nû, vegeriya. bo min wekî antidepresan bû. |
|
15.04.2019 10:08 ~10:08 |
sloujouc
|
58. Rêzefîlma ku sezona wê ya 8emin û ya dawî hatiye weşandin e. min îro ji torrenta xwedê-jê-razî beşa yekem daxist û êvarê ez ê lê temaşe bikim. |
|
15.04.2019 16:33 |
xelîl
|
59. piştî salek û nîv şikir vegerîyaye lê mixabin tenê ji bo 6 beşan. |
|
20.04.2019 20:05 |
simurg56
|
60. Li gor îstatîstîkan rêzefîlma game of thrones bi alîyê 51 mîlyon kesîve bi rêya korsan tê temaşe kirin. Rêya fermî temaşekirin jî 17 mîlyon e. |
|
20.04.2019 20:13 |
brzn
|
61. Rêzefîlma ku ez jî yek ji 51 mîlyon kesan im ku bi rêya kaçax lê temaşe kiriye, ye. * spoilerê veke Di wî qonaxê de wek li jor hatiye gotin ti bûyer neqewimî di beşa yekem de. Min hevdîtina jon snow û bran stark pir mereq dikir lê bi qasê min hêvîya min nebû. |
|
21.04.2019 13:18 |
xelîl
|
62. rêzefîlma ku beriya çend salan min destpêkiribû û paşe dev jê bardabû, û helbet rêzefîlmê ku beriya 10 roja ketibû rojeva twittera Rûsan jî. |
|
21.04.2019 13:45 |
gulêê
|
63. min niha 4 beşên sezona dawî li ser hev temaşe kirin. ev çi bû yarebbulalemîn... bû du sal e min digot van miriyan dê teqez zindiyan biqeliînin lê aryayê dilê min li wan rehet kir yarebbîîîî. û êdî îmana min ji deanerysê çû, ev çi meraqa textê ye, bo jon dewa textê neke çi dike, hela lê binêre. û îmana min ji cerseiyê jî diçû jixwe, min yekcar nefret kir jê, çawa misandeiya reben kuşt law law. agir bi kezeba min ket eynî. favoriya min malbata stark e, ango bakûr e. înşallah ji bin tahakkuma başûr derkevin. hema aryayê cerseiyê jî bikuşta, min tu tiştek din nedixwest. |
|
09.05.2019 06:04 ~16:25 |
roza
|
64. Spoiler :( |
|
09.05.2019 16:14 |
xelîl
|
65. Hemû hêviyên min ên ji jiyanê qut bûn. Vê Daenerysê çawa hemû bajar xira kir, ew qas mirovan kuşt Yarebbîm. Aqilê min nagre, ez ketim şoqê. Ka wê mirovan ji tîranan xilas bikira, ev çi edalet e ew qas mirovên bêguneh mirin? :( |
|
14.05.2019 03:25 |
roza
|
66. Rêzefîlma ku min hê jî qet temaşe nekiriye ye * |
|
14.05.2019 12:18 ~12:18 |
bûtîmar
|
67. niha qediya, ketime nav valahiyekê... yarebbul alemîn, ew fînal bû? jono, çavbeleko, baş e ku te wê qralîçeyê dîn kuşt yan na wê bi milyonan însan bikuşta. lê mala min bişewite te şandin night's watchê; gere tu bibûya qral... aryayê, lehengê tu aîdê bakûr î keçê, bi ku de diçî? neçe kulîlkê, mirov nizane li cihên ku xerîte jî diqedin çi tê serê mirov; ji xwe re li bakûrka xwe şervanî bike. oy, sansayê rebenê, aferim ji te re keçê! bi xêra te gelê bakûr azad bû, tê rêverbiriyeke azad bikî bo wan înşela. oy brano, berxiko, tu jî bûyî mîrê heft mîrektiyan, eferim ji te re! rabe ned stark, rabe ji gorê û bibîne zarokên te çawa dinyayê birêve dibin! rabe catelyn, rabe zarokên xwe bibîne! |
|
20.05.2019 23:39 |
roza
|
68. eşîra ku navê xwe dothraki dişibînim koçerên Tetwanê. |
|
23.05.2019 12:15 |
elîşêr
|
69. Çend sal berê min destpêkirîbu lê ji ber dîmenên erotîk min di beşa ewil de dest jê hêla bu. Lê piştî sal û du salan min nêrî ku pir kes mehtê, pesnê wî dide min pir meraq kir û min dîsa dest avêt û çend meha de xilas kir. ne hewceya mirov vêrê pesnê wî bide rêzefîlm tenê ji ber sînematografî, dîmen û qelîteya prodûksîyonê jî be divê bê temaşe kirin. Hetta bi sezonên xwe yên heta 6 an wê pir qalîteya hunera sînemayê bilind bike. Ezê vêrê hinek rexneya bikim 1. Bi min senaryo ya piştî sezona 6 an pir bi pisgirêke û ne li gorî taybetîya got ê ya bingehîn bu rêzefîlm, pirtûka George R. R. Martin a bi navê "Strana Cemed û Agir ê" (A Song of Ice and Fire) ve hatîye çêkirin. Fîlm heya sezona 6 an kêm û zêde dûv pirtûkê diçe loma taybetîya GOT ê êku wê ji fîlmên holywoodê cûda dike diparêze lê piştî sezona 6 an êdî derhênerên Got ê bixwe senaryo çedikin û dirîn têve. sezonên 7 û 8 an de beravajî sezonên ewil de êdî mijar tenê li ser sê çar şexsan derbas dibe. Wan şexsên bi xurt ên sezonên pêşî de tê pûç kirin wek mînak tyrîon lennîster berê pir zîrek bû di rêveberîyê de zanînên wî fikrên wî pir girîng û bi mantiq bu Lord Varys, Petyr Baelish jî her wisa lê bi her du sezonên dawîn de êdî tyrîon tu cara fikrekê rast nabêje û di her pêşnîyarekê de Dynaers û artêşa wê pir bi zirar dibîne li vir eşkere ye ku senarîst û derhenerên rêzefîlmê tyrîon bereksê sezonên ewil de pûç dikin. Di sezona heftan de dema jon Snow hem ji bo daxwaza alîkarî û daweta Dynaers diçe cem wê Jon ji ber Night Kîng ê alîkarî dixwaze ji wê aha di wan deman de tyrîon dibêje eger em mirîyekî bi saxî bînin pêş Cerceî lennister wê hingê xetereya mezin a pêşî zindîyan de bibîne qanih bibe û wê agirbest ê qebîl bike û bi me re li hember Night Kîngê şer bike û Jon û hinekên din diçine warê Night Kîng ê li wir şer dikin dawîyê de mirîyekî tînîn pêş Cerceî, Cerceî jî wan dixapîne dibêje ezê bi we re şer bikim lê piştî Jon, Dynaers ekîp û artêşa wê li gor peymanê diçin Wînterfell ê hingê tê zanîn ku hatine xapandin ê. Bi vî awayî senarîst berevajî sezonên ewil hemû karekterên bi fehm û têgehişti karekteran dixwe şûna keran û wan dide xapandinek bi vî rengî. 2. Berê şerê Nigth Kîng ê senarîstên fîlmê pir pesnê wê beşê dikir lê di şerê wînterfell ê de hate dîtin ku pir xeletî û kêmasî hebûn wek mînak hem amadekarîya şerê hew ji hendekekê bu hem jî kesek ji lîstîkvanên taybet nehate kuştin normal de got ê de mirov her sezonekê de diket meraq ka wê kî/ê bimire lê çi ecebe sedhezar mirî diavêjin ser wînterfellê lê dîsa jî nikarin du sê heb lîstîkvanên bijarte bikujin. Û tabî sehneya Arya Stark, wêrê bi min pir kêmasî hebû senarîst arya kirîbun şûna supermenê mirov berê dîmenê temaşe bike dikare bibîne ku ne gengaze ku arya nav hezaran mirî û White Walker, Gerokên Spî de rabe bifirê û Night Kîng ê bikuje. 3. Û Dynaers û fînala Got ê wêrê mirov Jon Snow fehm dike kuştina meta xwe lê arkadaş ma ev senarîst ker in çawa Dynaers dikare qetlîamek wiha mezin pêk bîne erê tema westerosê pir zirar dît du ejderhayê wê hate kuştin artêşa wê zirar dît lê kanê ew Dynaersê şoreşger ya sezonên beşên ewil de ji gelan azadî dixwest saxîya canê wan soz dida diparast. Hinek dibêje Dynaers dîn bûye û Westerosê kesê ta'etê wê nedikir. Bi min ev xeletî ye ji ber ku dema kuştina wê de ji Jon ê rîca dike dibêje " were dînyayek xweş amade bikin û ji zalima xilas bikin" ango kêm û zêde wek Dynaersê sezonên ewil xeber dide lê kirinên wê pir bi saçma bû û tabî fînal jî zehf saçma bu. 4. Bran stark hêj jî nehatîbu zanîn ka çi taybetîya wê heye ku heba çima hevalên xwe hişyar nedikir nedigot min dîtîye fîlan erdê wiha bikin wiha nekin hwd hem rola wî baş nedihate dîyarkirinê hem Dynaersê dane kuştinê hem jî Jon ê şandin bakurê dîwarê heya mirinê. 5. Û pirsgirêka mezin jî romantîzma nav karekteran kêm bu û ne li gorî rastîyê bu mesela xwîşk û birayên Stark piştî salan hevudu dibînîn lê rast û durust hesreta êkudu nakêşin derbarê serborîya wan de tiştek napirsin mînak yaw bira, Arya koka Malbata Freyan tola malbata xwe dayîka xwe birayê xwe artêşa xwe digire hem jî bi planek efsaneyî wan kuşt lê dema tê wînterfellê kesê behsa serkeftina wê nedikir ango qet behsa dîroka berê nedikirin ev rewş tiştek sûnîye û nabe qarekterên wiha ku pir feodal bûn û mirîya malbatê xwe bun û behsa dîrok û serborîya nekin. Xeletî pir e hem jî yêt hêsan bûn bi henek guhertinan ew kêmasî jî nedima. |
|
26.08.2019 22:49 ~23:00 |
azad30
|
70. rêzefîlma ku di herdu sezonê dawî de gû lê kirin e :( |
|
07.06.2020 14:36 ~16:06 |
merwano
|
71. Rêzafîlma ku wan rojan temaşê dikim e. Kelecaniya Demsala sêyem hinek kêm e. |
|
15.07.2021 11:23 |
kajav
|
72. Gava li medresê sala dawî de bûm, Min hemû pirtûkên wê ên ku hatibûn nivîsandin xwendibû dûra qederê 4 salan bendî nivîskar mam (bnr: george r. r. martîn) ku doma wan bîne. Lê camêr dûv ko ji çîroksazîya rêzgeyê qiyametek pere rakir, êdî çavên wî hat girêdan û xwe gelekî giran kir. Talî min jî dev jê berda. Ji ber ku hem di nav çîrokê de hejmara lehengan gelek pir e û her yek xwedî dîrok û serborîyek kûr û dûr bû, min gelek tiştan ji bîr kiribû. Nihaka jî li xwe nabînim, dîsa ji serî dest bi xwendina wan bikim. |
|
15.07.2021 11:55 |
pîroz
|
73. muzîka wê ji strana Erdogan emir dizî kirine |
|
01.08.2021 14:33 |
mirovekirind
|
74. aniha sêr dikim. xweş tê xûyayê. dibêjin sezona fînalê pir ne xweş e lê fînalê lostê ji ne xweş bû lê bi pîranî rêzefilmek baş bû. |
|
23.08.2021 09:34 |
heval.js
|
75. Bi rastî ev du car in ez temaşe dikim û her du caran jî keyfeke wek hev min jê stand, di sezona dawîyê de piçekî ji te'ma xwe derdikeve lê dîsa hêjayî temaşekirinê ye, Arya favorîya min e di vê navberê de. |
|
24.08.2021 00:02 ~00:02 |
kevşîn dilçem
|
rêya lîkyayê [2] |
|
rêya lîkyayê [2] |
|
rêya lîkyayê [3] |
|
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3] |
|
kompleksa îkarus [3] |