Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
katarakt - tirşik
katarakt
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xerabûna şeffafiya lensa li çavê mirov e. lens di çavê mirov de parçeyek e ku -weke di kamerayên optîk de- ronahiya ku ji derve tê, dişikîne û dişîne ser navenda dîtinê (retîna) ya çav. ger weke di nexweşiya kataraktê de ev lens şeffafiya xwe wenda bike, rojanî baş nayê guhestin li navenda çavê mirov. û encama vê xerabiyê de, mirov heç weke ji qutiya qolayê ya plastîk re li dinyayê binêre, dibe. na jî mîna ku mij girtibe dinyayê...

dawiyê de êdî mirov nikare rengan diyar bike, erebe bajo û rûyê mirovan nas bike.



katarkt sedema herî mezin ya korbûnê ye. katarakt ji ber pîrbûnê û ji ber hinek dermanan dikare derkeve holê. ji aliyê din zikmakî jî dikare bi mirov de hebe. sedema herî belave pîrbûn e. (çavê pîrbûnê kor be)

sedemên din: travma, radyasyon, genetîk, nexweşiyên çermê, nexweşiya şekirê, nexweşiya wilson û hwd.



ji bo kêmkirin û rastkirina wê tu derman tune. lê ji ber ku sîgare nexweşiyê dijwartir dike, mirov dikare dev ji sîgareyê berde. bi berçavkan piçek be jî, başbûn çêdibe. tekane tedawiya wê ya cîdî, emeliyat e.

emeliyata kataraktê de ya ku tê kirin, derxistina lensa kevin û xerabbûyî û bicîkirina lenseke nû ya çêkirî ye.

ji bo derxistina (tunekirin) lensa kevin, vêga rêbaza herî nû û gelemperî sîstema fakoemulsîfîkasyon (fako) ye. vê rêbazê de bi hêza pêlên dengê (ku ser her saniyeyê 40.000 caran pêl dide) lens di nav çavê de tê helandin û ji bo lensa nû cih tê vekirin.



11.01.2014 11:14 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» katarakt

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî