Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
dizên amedê - tirşik
dizên amedê
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. ew bênamÛsen ku yek ji wan duh 70 lira perÊ min dizîyene. min mirov qasÊn wan zalim u bÊşeref nedÎtÎye. li alîya dinê ezÊ dev ji pÊsîra wan bernedim. ew perÊ min bibe kÛL, şehr u mirin bikeve canÊ wan malbata wan u heskirîyÊn wan.



11.01.2014 17:27 | por gijik

2. mixabin tenê beşek ji dizên kurd in.

li hemû metropolên ku kurd lê ne, bi hezaran dizên kurd hene.

lê -weke mînak li mêrsînê- êdî wisa lê hatiye ku mirov xwezî bi dizehiya wan tîne. ji ber ku berê zêdetir diçûn taxên tirkan û dizehiyê li wir dikirin, loma ji me re tenê rûreşî bûn. lê êdî dev ji dizehiyê berdane û dest bi tiryakfiroşiyê kirine û mixabin ji bo vî karê xwe yê qirêj jî taxên kurdan kirine navend. wisa lê hatiye ku ji taxên tirkan xortên tiryakkêş tên li taxên kurdan barê xwe distînin û diçin.



11.01.2014 17:32 | simurg56

3. kesên ku hema bêje nîvê amedê ne *li amedê enflasyona van kesan hene.

lê ev gotinên min tenê li gor tiştên min bihistî ne. tu caran nehatiye serê min. vaye 5 sal in li amedê dijîm heta niha ne yekê li sûkê cizdana min diziye, ne yek ketiye mala min, ne jî yekî telefon an jî çanteya min diziye. an ez gelek bi bext im an jî ne wekî tê gotin e. an jî dema mirov haj xwe hebe bi ewlehî tevbigere tiştên tên serî jî mînîmalîze dibe.



13.01.2014 00:01 | brusk56

4. Dizên ku ev nêzikî 4 sal in nêzîkî min nebûne ne.. înşellah ez li rasta wan newim jî..Ji beriya naha 3 (sê) li ber asansora apartmana ku em li diman e hevalê me yê malê zeft kiribûn û cuzdan û telefona wî jê standibûn. Lê piştî çend rojan polîsan ew diz girtin û li ser wan doz (bi tirkî dibêjin kamu davasi) hate vekirin.. paşî birayê yek ji wan dizan hate mala me û uzrê xwe ji hevalê me xwest û gote ku birayê wî ti caran dizî nekiriye û di firinekê dixebitê.. Ez ne şaş bim nêzîkî 100 lîre pere jî da hevalê me..



13.01.2014 00:33 | nan û av

5. dizên ku ji beriya naha 3 salan li taxa koşuyolu ya amedê pêşiya hevaleka me ya ku em di heman cihî de kar dikin girtibûn û ristika wê ya zêr a di stûyê wê de qetandibûn û jê dizîbûn e..Ev e çend diz li dora hevalên min digerin lê şikir ji xwedê re hê bela xwe li min nedane..



13.01.2014 00:37 | nan û av

6. dizên ku ne dewlet ne ji asayişa ciwanên kurd (bnr: ydg-h) nekarine wan biqedînin ji ber ku roj bi roj weke mêşan xwe zêde dikin û xwîna welatîyên xwe vedixwin.



13.01.2014 12:29 | karmatî

7. keriya ku ger polîsên tirkan ne şîrikên wan bûya, hê ji pkk an jî ydg-h'yê re nemayî, wê gelê kurd ji holê rakirana. lê mixabin ji ber ku karê wan li cem dewleta tirk, îşeke fermî ye, weke qorîciyan ew jî bi kuşîtinan xelas nabin.



13.01.2014 22:42 | simurg56

8. hÊ pÊrgî wan nehatime lÊ di derûdora min de kesÊn ku pêrgî wan hatine hene her ku diçe zÊdetir dibe kolanên amedê di navbera xwe de dabeş kirine û hemû bûne wek çete ji ber vê yekê kes newêre dengê xwe ji wan re bike wek mînak bûyerekî qal bikim îsal du hêb diz kalekî şeşt sali avêtibûn ber kêran di ber çavÊn pazdeh kesî de û yek camÊr jî destê xwe nedaye û difikirim çima bide? ji ber ku îsal di ber deriyê mêrdînê de dizek çû çanteya jinikek dizî lê camêrek zebeşfiroş nehîşt bireve lÊ rojekê din du kesÊn bênamûs hatin û rebeno kuştin amed tevlihev bûye û herkes ketiye etra canê xwe heta ku kurdistan rizgar nebe û di vÊ warÊ de polîtîkayek tund nayÊ meşandin ne pêkan e ku ev pirsgirêk jî çareser bibe



14.01.2014 12:38 | ferhenga şikestî

9. yê kû dibêje "vaye 5 sal in li amedê dijîm heta niha ne yekê li sûkê cizdana min diziye, ne yek ketiye mala min, ne jî yekî telefon an jî çanteya min diziye" JI HEYE:

dizên ku cizdanÊ wî bidize wê deynÊ qartÊn wÎyÊn qrediyÊ bide, yê bikeve mala wî ku di nava ewqas qirÊjayîde xeznoka wî bibîne ewê 10 lîra bixê,yê ku çenta wî bidize divÊ notên wîyê beşa tıpê bixwîne. ji ber wi qase ez dibÊjim diz bi aqilin û dewlemendin wek min tenÊ dişêlînin*)))



14.01.2014 22:27 | por gijik

10. dizên ku hejmara wan bi rastî jî gelek e.

li gor nivîsa li jêr, li amedê 12.000 kes ji diziyê xwediyê sabiqayê ye . ê weke tê zanîn dizên amedê ji xwe ne xema polêsan e. xwedê zane çi qas hene ku qet nehetine girtin.

çîroka dizan ;

http://www.aljazeera.com.tr/imzali-haberler/ya-kap-ya-ol



29.01.2014 12:01 | brusk56

11. yek jiwan dizan li amedê tê telefona xwandekara kurd a ji bajarekê din ê kurdistanê hatî û li amedê dixwîne ji ber guhê wê dizî û serde jî şimaq lê dayî.



29.01.2014 19:15 | xendekî

16. ên ku wisa xûya dike ku bûne sedema betal kirina fûara pirtûkan ya amedê ya 2015an ..



04.11.2014 00:34 | brusk56

17. yên ku bûne sedema reşbîniya min a derbarê ciwanên amedê yên; şalikên teng, solên buha,êlekên milkurt.



04.11.2014 14:54 | renas

18. çirokek li ser wan dizan weha ye:

rojekÊ mirovekÎ mÊrDÎnÎ berÎka xwe tujÎ qaşÛlÊn pÎvazÊ dikÊ Û diçÊ amedÊ. armanca wÎ ew e ku biceribÎnÊ gelo dizÊn amedÊ ewqasÎ jÊhatÎ ne an na. 2 rojan li nava amedÊ digerÊ Û kes perÊ berÎka wÎ(qaşÛlen pÎvaze) nadizÊ. paşÎ diçÊ qehwexaneyekÊ da ku çayekÊ vebixwe. dema ku çaya wÎ jÊ re tÊ dibejÊ xwediyÊ qehwexane:

- xelkÊ mÊrdÎnÊ digotin ku dizÊn amedÊ pir jÊhatÎ ne. qet derew e. ev 2 roj ku berÎka min tujÎ pere ez li amedÊ digerim lÊ tu kesÎ pereyen min nedizÎn.

- de bes derewan bike heval. ev 2 roj in amed hemi behsa pivazÊn di berÎka te de dikÊ.



ÊdÎ hesab li ba we *



04.11.2014 18:14 | malmirato

19. bÛne sedema gotinên wisa:

- amed ciheKî pir xweş e û mirovên wê jî pir baş in.

- yaw he he, ez salekê li wir mam û tiştekÎ min bi min re nema. Hemû tiştên min ji aliyê dizên amedê hatin dizîn!

- ...



04.11.2014 21:19 | mergehez

20. dibe ku dizên amedê pir navdar bin, lê ji xwe, mixabin dizî taybetmendiyeke kurdan a neteweyî ye.

(bnr: tatbetmendiyên gelan yên neteweyî)



05.11.2014 12:40 | nazim tolhildan

21. dizên ku bi piiranî ji bîngolê ne û hin ji wan jî ji êlih û mêrdînê ne..

yên resen ji amedê ne efendî ne û dizî nakin yersen

kurdên ji bajarên din dema ku di metropolên tirkiyeyê de dizî dikin heke bên pirsîn dibêjin em ji amedê ne da ku bila xelk ji wan bitirse.. ez henek nakim min bi guhên xwe seh kiriye lewma jî bi qewlê tirkan navê wan derketiyê nehê hîn danakeve heştê.. mixabin..

lê çendîn karekî pîs û qirêj bibê jî sedemên wê yên kur hene ku bi xebatên dûvûdirêj dikarin bên bersivandin..



05.11.2014 19:46 | ferhenga şikestî

22. dizên ger diziyên piçûk bikin û diziyên kesên piçûk(hejar) bikin ez diziya Wan li wan heram dikim wekî din helale dizî Jixwe diziya dewletê be wekî şîrê diya wan helale..



16.06.2016 23:13 | shorbevan

23. Hemî bênamûs ê bêşerefin(normalde min heya gora wan xebera dikir lê vêca ji civatê re şerme) heftîyek berê di mescîda nexweşxaneya jin û zaroka a amedê de razayî bûm xwedê zarokek da bu min û ji ber ku hundirê nexweşxanê bo mêran qedexe bu hem jî ji ber nimêja siharê çûbum mescîdê piştî nimêja siharê ketim xewek giran min tedbîra xwe girtîbu lê dîsa jî ihtîmala dizîyê nehate bîra min ê yanî nexweşxane, mescîd û birrek mirov wek min razayî lê mixabin demjimêr bu 8 û herkes rabubu min nihêrî behîka xwe û valahîyek, paşî min destê xwe avête kûka din wêrê jî valahîyek min nihêrî yekî kêlaka min rûniştîye û min go hela hejmara min lêde ew jî lêda lê mixabin qeşmerê diz telefîn dizîye û xetê jî avêtîye loma digo xet girtîye.

Ez dîn bum xwedanek sar di laşê min de peyda bu rabum çum nexweşxaneyê kata 5 an ku kurê min ê 12 seet berê hatibu dînyayê û li wir razayî bu...
Min tijî nifira lê kir hê niha jî dikim û heta hetayê jî ezê bikim, jixwe xanim nexweş bu, zarok jî nû zayîbu derdê wan jixwe têra min bes bu paşî ev bobelat hat serê min vêca min dest bi xeberdana telekoman, banqeyan kir ketim dûv qerekol mereqolan û dawîyê de min jî xwedê hêz û taqet hêvî kir.

Nîşe: min hejmara xwe ya berê tevahî iptal kir xet û hejmarek nû jî xwe re stend yê bixwaze bila haya wan hebe.



21.07.2018 12:46 ~12:59 | azad30

24. Dizên zêde organîzekirî û bikêrhatî ne. Xwidê wan biqelênê lê Zehf in. Carinan xort in, lê gelek caran zarok û xortê kamil in.

Hingî bir xelk gazinan ji wan dikê, îda nayê gotin. Li amedə ihtimal heye go herdem tiştekî werê dizîn.

Heyf li wî bajarê nestêlih ku bi diz û sahabiyên xwe meşhûr e.

Not: xwidê xelefê vegerênê birayê azad. Lawikê te jî pîroz be. Xwidê wi bihêlê.



22.07.2018 11:45 | gumgumok

25. mîna hemû dizan, bêşeref in û bi piranî malbatên wan jî di nav vî karî de ne.
berî çend mehan ketin mala hevalekî min û du heb duçerxeyên wî û komputera wî dizîn. bi hewldana xwe, dizan tespît kir û duçerxeyekî ji wan stand bi zora polîsan. lê hingî çû mala wan bi wan re xeber da, bi bavê wan re xeber da fîlan jî, tiştên din nedan. yanî ew û malbatên wan dizîtîya xwe jî qebûl dikin.



24.07.2018 21:40 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» dizên sola

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî