Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 80 peyam
ali gurdilî - tirşik
ali gurdilî
(4) (0) (14)
di mijarê de bigere

1. ez bawer im xwedî û rêvebirê malpera felsefevan.orgê ye. nivîsên vê malperê de hema bêje hemû yên wî ne.



2014.01.12-10:59 | simurg56

2. Fesefevan e. li gor agahiyên nû malpera wî ber bi kovarake felsefî ve diçe. Di demeke nêz de em texmîn dikin wê kovara felsefevan wê li ber destê me be.



2014.01.15-19:09 | seydayê_peyvan

3. bi felsefeyê re mijûl e pirr jîr û jêhatî ye hem xebatên xwe yên rojaneyê didomîne hem bi malpera felsefevanê re mijûl e hem jî li feysbûkê pirr çalak e ez diheyirim çawa hemûyan bi hev re dikare bimeşîne û pirr jî diltenik e pirr kêfa min jê re tê



2014.01.15-21:18 | ferhenga şikestî

4. min bi xêra facebookê nas kir. şervanekî kurdiye. gelek bi keyf xweşî wî û felsefevanê di şopînim. gelek di wastê. keda wî pîroze.



2014.06.12-23:21 | ciwanpiroz

5. (bnr: malpera felsefevan)



2014.07.03-23:34 | xwelî li ser

6. camêrekê jêhatî ye. her wiha gelekî girêdayî yekîtiya kurdistanê ye. feysbûûkçiyekê jîr e! nivîsên wî yên di felsefevan.orgê de jî gelekî baş û serkeftî ne.



2014.07.04-02:08 | xendekî

7. civaknaseke kurd e û xebatên pir biqîmet dimeşîne. kurd hewce ne kesên wisa.



2014.07.04-15:08 | kurê xelkê

8. bi rastî ew kesekî gelek hêjaye.kurd û kurdistanî ye.xebatên wi gelek girîngin bo zimên.



2014.09.01-00:10 | dildar geverî

9. ji sistî û bêxîretî û bixwerenedîtinê heta niha min nivîseke tenê ya wî nexwendiye, ji xwe hej nivîsên teorÎk nakim, vêca bi ser de jî dema mij Û mijar dibe felsebe îcarÎ laşê min nakeviyê..

ev çi qas e m li ser facebookê heval in, insaneke camêr, nefsbiçûk, xweşxizmet dixweye..



2014.09.01-01:09 | endazer

10. Felsefevanekî kurd û ji ber karê ez dibêm qey gelekî bextewar e. ji ber ku nivîs û lêkolînên wî di gelekan de serfirazî û peşketinek heye. kesekî bixîret û bextewar e!



2014.09.01-02:33 | siyajîn

11. camêrekê ku ev qederike li nivîsên wî dişopînim û ji vê yekê jî gellekî kêfxweş dibim. zimanxweş û dilgerm e



2014.09.01-11:51 | renas

12. Nivîskarê ku di rûpela xwe yî facebook ê de gotiye ''Ji kerema xwe re ka binihêrin, camêran bo min çi gotine?'' ev girêdan parvekiriye.



2014.09.02-01:04 | seydayê_peyvan

13. Demekê di azadiya welat de nivîsên wî hebûn



2014.12.12-20:30 | cîncoqo

14. kesekî xwedan xîret e.



2015.04.11-02:12 | serhednişîn

15. rûspiyê kurdan e.



2015.04.11-12:28 | ferhenga şikestî

16. pirtûka wî ya bi navê "jiyan û felsefeya mensûrê hallac" ji weşanên evrenselê derketiye, ser xêrê.



2015.04.15-19:37 ~19:37]| xendekî

17. min her digo xwezî pirtûkeke camêr hebûya û me bixwenda..

axirî pirtûka xwe dayiye ber çapê û ez jê ewle me ku tûrikê wî bi qasî deh kitêban dagirtî ye..



2015.04.15-19:40 | ferhenga şikestî

18. felsefevanê ku pirtûkeke wî ya nû çap bûye:

(bnr: destpêka felsefeyê - alî gurdilî)



2015.07.10-13:59 | xendekî

19. Li nav malpera nivîskar.org de gotinek wî re rast hatim dixwazim li wir jî parve bikim.

"Birîna me ne di laş de ye, di ruhê me de ye û em, ji ruhê xwe birîndar in. Ta niha me birîna xwe temirandî ye û loma, birîn baş nabe. Dermanê birîna me ziman, çand û kesayeta me a rastîn e. Heke em li xwe venegerin, em ê her wisa birîndar bimînin.
"



2020.05.23-20:22 | lonw karda

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
ez vê stranê diyarî hevalên heps û zindanan dikim : (youtube: o0MIFHLI...
pîvaz [2]
Jineke bajarî çikolata dirêjî zarokek koçeran a li ser milê dayika xwe...
reşçêlek [2]
Navê çûkekî ye. rengê wê reş e. (wêne: http://www.tirsik.net/wene/w/...
bnr yên vala [1]
di tirşikê de yek ji tiştên jê aciz im. eger dixwazî yek li tiştekî bi...
heznekirina eyda [2]
Ez sedemek hêja nabînim jibû ku meriv ji eydê hez neke, ji xeynî ewan...
belki ev jî bala te bikişînin
» alîşêr mordem
» gurdilî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî