Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mela mehmûd beyazîdî - tirşik
mela mehmûd beyazîdî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dî sala 1797-a li bajarê Bazîdê ji diya xwe bûye. di nav edebîyata bi zimanên erebî, farisî û tirkî da kûr bûye û zimanên wan bê qisûr zanibûye. Li bajarê xwe dest bi xwendina xwe dike piştî wê diçe Tewrêzê û piştre jî diçe Farizistanê. Bi qedandinê wedigere bajarê xwe û dibe serwêrê medresê û di nav hemwelatîyên xwe da zû tê naskirin. Di wan deman eşîra wî li Bazîdê ji text tê avîtin, ew cîguhastî Erzurumê dibe û li wira karê mamostatîyê berdewam dike. Li erziromê bi a.jaba rast tê û li ser xebatên wêje û tomarkirina berhemên kurdî mijul dibin. A. Jaba ra pêşnîyar dike ku bona berevkirin û lêkolîna materîyalên bi zaravê kurmancî.

Di salên 1858-1859-an da M. Bayazîdî gramera erebî-farisî-kurdî ya Elî Teremoxî ji ber digre (kopî dike) û jê ra pêşgotinekê dinivîse.



Hema di wan çaxa da M. Bayazîdî bi pêşnîyara bi A. Jaba pirtûkeke hewaskar dinivîse bi sernivîsa "Rabûn-rûniştin û erf-edetên kurda" û wê da derheqa adet û çanda kurda, dezgê wan, leyîstik û sazbendîya gelêrî, dinîvîse. Ew pirtûk di sala 1963-a bi wergera rûsî ji alîyê kurdzan M. Rûdênkoyê da hatîye çapkirinê.



Bi alîkarîya Mela Mehmûd Bayazîdî A. Jaba cara pêşin ferhengên fransî-kurdî û kurdî-fransî û usa jî ferhenga zaravên kurdî yên hekarî-rewandî amade kir.



Mela Mehmûd Bayazîdî salên 1858-1859-a bi pêşnîyara A. Jaba destpê dike "şerefnamê" ya şerefxanê Bîtlîsî ji farisî werdigerîne kurdî, zaravê kurmancî.



12.01.2014 12:16 | felat

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mela îbrahîmê çoqreşî
» mehmûd berazî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî