Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
sersala kurdî - tirşik
sersala kurdî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. SERSALA KURDÎ LI WE PÎRoZ BE - 2712



Sibehê, ango Roja Duşemê Sersala Kurdî ye.

Sal (eger ne şaş bin) 2712 ye.



Her sal vê rojê dema roj diçe ava, Kurd sersala xwe pîroz dikin, li nava malan digerin û tiştên xwainê berhev dikin, van gotinokan dibêjin:

- SERÊ SALÊ BINÊ SALÊ XWEDÊ BIHÊLE HÛR Û GIRÊN VÊ MALÊ...

- SERÊ SALÊ BINÊ SALÊ XWEDÊ KUREKÎ BIDE BÛKA VÊ MALÊ... û hwd dibêjin.



Roja Sersala Kurdî, 13 roj piştî ya Mîladî dest pê dike û jimara rojên salê 365 e. Yanî roja 13yê Çileya Pêşî de êvarê Sersala Kurdî ye.



Her sal Kurd îro piştî avabûna rojê, kevirên pehn li gor jimara kesên malê, her yek bi navê xwe li ser banê xanî li hawîdorê kulekê datînin û sibehê zû diçin li binê wan keviran dinihêrin ka kêzikek an kurmikek di binê kîjan kevirî de heye. Dema kêzek an kurmek di binê kevirê kîjan ji wan de hate dîtin, bawerî ev e ku ”dewleta malê di serê wî/wê de ye.” Hin caran kevirê sersalê ji bo hesp, ga û çêlekê jî datînin dora kulekê.



Li dawiya salên 1950 û heta nîveka salê 60î, gelek caran meta bavê min Hawaya gorbihişt em zarûk tev dibirin serê bên û her yekê me kevirê xwe datanî dora kulekê. Ew şev heta sibehê ji kêfan re xewa me nedihat û her yekê ji me hêvî dikir ku wê kêzik di binê kevirê xwe de bibîne.



Ev mesele bi xwe jî hêja ye ku ciwanên me yên li zanîngehan vê yekê bikin babetê lêkolînên xwe û naveroka vê kiryara kevnare bi zelalî binivîsin û bikin malê mêjûyê.



Bi hêviya gelek sersalên xweş û rind, her şad û bextewer bin…

( zeynelabidin zinar - Stockholm 13/ 01/ 2014)



12.01.2014 21:52 | resençiyayî

2. Sersala ku ez gihîştibûm pîrozbahiyên wê. Gava ku ez biçûk bûm di şevekî wekî îşev de me cil û bergên xwe diguherand an me xwe dikir şiklê jinekî an jî rîsipiyekî, jinan jî xwe dikirin şiklê mêran. Û em mal bi mal li tiştên ku em ê bi dest bixin digeriyan herwekî bastêq, pere filan û bêvan...



12.01.2014 23:26 | ceso

3. sersala ku min tu carî pîrozbahiya wê neditiye. her wiha hayê min dereng jê çêbû ku tiştekî werr heye.



sersala we ya derbasbûyî pîroz be *



15.01.2015 21:36 | berxweda

4. dayika min ji teqwîma hîcrî re dibêje teqwîma kurdan a rast û lewma jî sersala hîcrîî jî li gorî wê dibe sersala kurdî û mitleqa her sal çend xwarinê xweş çêdike...



15.01.2015 21:49 | biruya hayao miyazaki

5. (bnr: li gor hesabê kurmancî serê sal)



16.01.2015 01:04 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» sersala kurmancî
» kurdî de tunebûna daçeka pirsê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî