Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 43 peyam
stenbol - tirşik
stenbol
(13) (2) (3)
di mijarê de bigere

37. Cihe poşmanligê insane heye ruhe tune



19.12.2015 23:32 | qers

38. belkî di dinyayê de ew bajar be ku herî zêde kurd dihewîne. (nêzikî 2.5 milyon)



li gel vê yekê jî mixabin belkî navenda herî mezin ya bişavtina kurdan e. xwezî her kurdê ku derfeta wî heye ji wir vegeriya kurdistanê.



20.12.2015 13:55 | simurg56

39. bajarê nîv seet berê bîna gazê ji tarlabaşıya wê dihat li taksîmê polîs pirbûn, ok meydani jî tevlîhev bûye înş. ydg-h li vî bajarî çalakîya bidomîne ewê li taksîmê turîst nemînin.. bajarê ku bira kes nebêje dev jê berde destê min ji keçikên tirka nabe bira ydgh çalakîya bike ez jî bixwim hinek ji malê xwe hinek ji canê xwe..



20.12.2015 22:28 | shorbevan

40. bajarê kurdan yê herî mezin e. divê em tevlî kurdistanê bikin, girêdin. belê pêşî em kurdistanê serbixwe û mezin ava bikin.



02.01.2016 15:09 | brûsk

41. (bnr: yaw he he)



03.01.2016 03:45 | wiha wilo wisa

42. Bajarek ecêb e. Her wextî bêrî dikim. Lê naxwazim li wir bim. Hejê dikim, hej behr û bêhna kevza behra stenbolê dikim. Lê nikarim li wir bijîm. Ji min dûr e. Dilê wê min ranagire, min qebul nake.

(bnr: kevçî û stenbol)

(bnr: ferhenga şikestî û amed)

We fêhm kir. *



03.01.2016 06:41 | kevçiyê dil

43. bajere ki se kaxız e



03.01.2016 11:42 | qers

44. bajarekî gelek turîstîk e. mirov bêje ez ê baş lê bigerim dikare 10 rojên xwe li wir biborîne.

ji bo gerê, betlaneyê, keyfê xweş e lê ji bo jiyanê ne wisa ye. her der zêde qelebalix e mirov nikare ji cihê xwe bilepite.



05.02.2016 22:25 | brusk56

45. stenbol/82171 Piştî deh sal şûnde min pişta xwe jê re zivirî wê terikand.

Kesek nebû bibe xweyî te, ez jî!
Xatirê te...



29.08.2017 22:03 | mîr

46. hema hema nîvekî wê kurmanc, nîvekî din jî Ereb û Faris in..

(bnr: di îstîklalê de komên kurmancan ê muzîkê)



27.09.2017 01:42 | bûtîmar

47. (bnr: esenyurt)



08.12.2017 00:48 | bûtîmar

48. (bnr: moda)



14.12.2017 13:31 | çarçoveya bextewariyê

49. ji 20an zêdetir navên wê yên kevn hene. ji dersaadetê hetaaaa vizantion û konstantinopolis û payitaht-ı saltanat û bizantiumê.

nefreta hinekan ji vî bajarî diçe, hinek jî bo dimirin *



27.11.2019 17:51 ~17:52 | wiha wilo wisa

50. bajarê ku li ser welatê tirkîya ku sedsal ewil hatiye avakirin e.li gor hilbijartinên dawî 6 milyon kurd li vî bajarê dijî.Ku 100 150 sal ewil ev hejmar dîsa li vî bajarê hebûya wê demê wê navê wî bibûya bajarê kurd lê ji bo ku êdî sînor kifş bûne, ev nabe sedem.hejmara zêde êdî ne girîng e wek bajarên stenbolê bu kurdan nexwe dibe qeterek mezin bo bişaftina kurdan.

Kurd li bajarên wiha bê perwerde nikarin zarokên xwe û perwerdeya wan kontrol bikin ,ji bo perwerdeyê û ji bo ku ji zarokên xelkê paş nekevin bê kar nebînin dişînin dibîstanên wan.Ev jî dibe sedema bişaftina bav û dê'yan, te go çawa ? belê , zarok diçin dibistanê zimanê tirkî hîn dibin heta êvarê , piştre tên malê televîzyon temaşe dikin û piştre jî dê û bavê xwe re zimanê tûranî diaxivin.Zarok dê û bavê xwe dişaftînin zimanê tûranî...



22.02.2020 23:28 | brzn

51. bajarek gelekî xweş e.
ne di destê tirkan de bûya niha wê gelekî xweştir bûya.
heşinayê li bajêr nehiştine. bûye gora avahiyan.



23.02.2020 00:08 | brusk56

52. Li cîhanê bajarê herî zêde Kurd lê didijîn, lê Li gorî çavkaniyên ne diyar.

Bi qasî nas û masê xwe dikArim bêjim ev tişt pêkan e, nivîyê kurdên ku nas dikim, li stenbolê ne *
Heya niha nizanim çend caran çûme lê ne kêmî 7-8 cara ye. Her cara ku diçûm jî ji bo gerê teqez cihên nû min didîtin.



11.08.2021 19:10 | merwano

53. Navê wê yê rast Konstantinopolis e.

derew: fatih sultan mehmed stenbol feth kiriye.
rast: fatih sultan mehmet Konstantinopolis dagir kir. wî ferman da leşkerên xwe ku 2 hefte destavêtin û kuştina gelê Konstantinopolisê bikin.



06.03.2023 20:58 ~21:00 | horhorik