Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kurdiya tirşikê - tirşik
kurdiya tirşikê
(14) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. kurdiyeke xerîb e ku hevoksaziyên mîna "cenga ku xwezî heta cemaat tune bûbûya dom bike ye.", "şerê ku roj bi roj gurtir û dijwartir dibe ye..", "şerê ku her dîçe kurtir dibe ye" vedihewîne. wisa xuya ye ku ev hevalên me ji tirkî wergerê dikin, yanê gelek tekst (metn) ji tirkî wergerandine heta ku ev sentaks li serê wan bûye bela.



15.01.2014 13:42 | gurê manco

2. mariv nikare bi giştî binirxîne hin kes hene ku diyar e bi mantiqa wergerê dinivîsin lê hin kes jî hene ku ez ji xwendina nivîsên wan têr nabim



15.01.2014 14:49 | ferhenga şikestî

3. (bnr: formata tirşikê)



15.01.2014 16:30 | simurg56

4. (bnr: text)



15.01.2014 17:51 | giyanstêr

5. "Bi dîtina me, yek ji pirsgirêkên here mezin di rastnivîsandina zimanê me de, pirsgirêka lêkera BÛN e. Em dixwazin vê carê, di vê nivîsa xwe de, li ser vê mijarê rawestin. Lêkera BÛN di zimanê me de bi sê maneyên têvel(ji hev cida) tê bikaranîn; yanê em dikarin bêjin, ku sê lêkerên BÛN hene:



1) BÛN bi maneya „ji dayîk bûn“. Nimûne-1: Ez sala 1945an ji dayîk bûme. Nimûne-2: Belkî di vê sedsalê de rêberekî Kurd ji dayîk bibe û hêza hemû Kurdan bike yek.



2) BÛN bi maneya „kesek dibe tiştek“. Nimûne-1: Azad bû mamoste. Azad dibe mamoste. Azad dê bibe mamoste.



(Lêkera BÛN, bi van herdu maneyên li jor, ne mijara vê gotara me ye.)



3) Lê belê maneyeke sêyem ji lêkera BÛN re heye, ku em dixwazin di vê gotarê de bi taybetî li ser wê gengeşiyê bikin; mebesta me bi pirsgirêkê jî her ev lêker e.



Hema di piraniya zimanên hindo-ewropayî de, ku zimanê me jî yekî ji wan e, lêkereke bi vî şêweyî heye.



Wek nimûne, di zimanê înglîzî de “verb to be”. Gava ev lêkera “be” di zimanê înglîzî de li gor kesan tê kesandin (to conjugate), bi vî awayî tê gotin:



yekejimarî gelejimarî

------------ ------------

kesê yekem: I am We are

kesê duyem: You are You are

kesê sêyem: He (She, It) is They are



Di zimanê me de, ev lêkera BÛN bi du awayên têvel tê kesandin. Awayê kesandina wê li gor tîpa dawiyê ya bêjeya pêş wê ye; li gor ku ew tîp dengdar e, yan jî dengdêr e.



Ji bo ronahîkirinê, ka em du navdêran ji xwe re wek nimûne bigirin, ku yek ji wan bi dengdarekê û yê din jî bi dengdêrekê diqede. Ka em bêjeyên „Kurd“ û „mamoste“ ji xwe re wek nimûne bigirin. Hîngê lêkera BÛN di dema niha de bi vî awayî tê kesandin:



1) Awayê yekem, nimûne „Kurd“:



yekejimarî gelejimarî

------------ ------------

kesê yekem: Ez Kurd im Em Kurd in

kesê duyem: Tu Kurd î Hûn Kurd in

kesê sêyem: Ew Kurd e Ew Kurd in



2) Awayê duyem, nimûne „mamoste“:



yekejimarî gelejimarî

------------ ------------

kesê yekem: Ez mamoste me Em mamoste ne

kesê duyem: Tu mamoste yî Hûn mamoste ne

kesê sêyem: Ew mamoste ye Ew mamoste ne

ji bo temamê gotarê (bnr: http://www.pen-kurd.org/kurdi/mustefa-reshid/ziman/pirsgireka-lekera-bun.html)

ev awayê dawî yê lêkera bûnê (ing. verb to be) tê pişt navdêran, hevokên navdêrî çêdike û cihê tê nivîsîn. li pişt lêkereke bingehîn nayê, yanê nabe lêkera lêkerê. loma hevokên bi vî rengî têne sazkirin çewt in, ev hevoksazî di kurmancî de tune. ez di soranî û farisî de jî lê rast nehatime. her wiha min di nivîsên osman sebrî û celadet bedixan de jî nedîtiye. min çend mînak di peyam kurdiya tirşikê/23720 de dabûn, ji bo mijar ruhntir bibe ez ê mînakeke din jî bidim:

- formata ku bi zêdebûna hejmara nivîskaran hinekî ji eyar "ketiye ye."

biya min an divê forma dema niha ya lêkera bûnê (ye) neyê bikaranîn:

- formata ku bi zêdebûna hejmara nivîskaran hinekî ji eyar ketiye.

an jî, heke em bixwazin forma dema niha ya lêkera bûnê bi kar bînin, divê em wê berî "ku"yê binivîsin:

- formetek e ku bi zêdebûna hejmara nivîskaran hinekî ji eyar ketiye.

- ew formet e ku bi zêdebûna hejmara nivîskaran hinekî ji eyar ketiye.

- ji wê formatê re tê gotin ku bi zêdebûna hejmara nivîskaran hinekî ji eyar ketiye.



15.01.2014 20:46 | gurê manco

6. kurdiya kû bi hatina min gûyê seyê ketîye navêye



15.01.2014 22:57 | por gijik

7. kurdiya ku bi ya min têra xwe baş e. yanê ez bi xwe %99ê peyaman fêm dikim.

alê rêzimanê de belkî çewtî dihewînin lê dîsa jî bo niha rewşê baş dibînim. hingî me nivîsî em ê baştir bibin.



16.01.2014 02:21 | brusk56

8. tirşik e. yanî kurdîya tirşikê dîsa tirşik e. lê tirkiya wê türlü ye *

henek li aliyekê, peyamên ku hatine rexnekirin, ji ber formata tirşikê wisa ne. ger formata tirşikê baş were xwendin, wê were fêhmkirin ku çima nivîskarên tirşikê hevokên bi rengî (ku hevokên kurdî yên wisa belkî li tu dereke din peyda nebe) dinivîsin.



em ji aliyê din ve jî binirxînin; kurdiya ku li tirşikê tê bikaranîn ne xerab e. weke li jor jî hatiye gotin belkî %99ê peyaman tê fêhmkirin ji aliyê %99ê nivîskaran.

lê tabî xwezî peyamên bi zaraveyên din yên kurdî hê zêdetir bûya, hema bila rêjeya fêhmkirinê hineke din kêmtir bûya.



16.01.2014 21:00 | simurg56

9. zêrê zer ê bîst û çar eyar e!



ehmedê xanî berî çarsed û çend salan dibêje:



''Ev meywe eger xirab e ger qenc

Kêsaye digel wê me dused renc



Ev meywe eger ne avdar e

Kurmancî ye, ew qeder li kar e



Ev tifl e eger ne nazenîn e

Nûbar e bi min qewî sirîn e



Ev meywe eger ne pir lezîz e

Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e



Mehbûb û libas û gûsiwar e

Milkê di min in ne miste'ar e



Ez pîlewer im ne gewherî me

Xudreste me ez ne perwerî me



Kurmanc im û kûhî û kenarî

Ev çend xeber in di kurdwarî''



16.01.2014 21:09 | endazer

10. saxiya serê hinek nivîskaran hingî diçe xerabtir dibe.



11.02.2016 20:57 | brusk56

11. Bila biborin lê hinek tirşikvan gelekî xirab dinivîsin. Dema ku li peyamên wan rast têm naxwazim heta dawî bixwînim. Ji xwe heta digihîjim dawî serî ji bîra min diçe. Ez nivîsa herêmî jî fahm dikim lê ev hevalana ji aliyê rêzimanê û rastnivîsê pir xirab dinivîsin. Ji kerema xwe bila çend pirtûkan bixwînin û paşê binivîsin.



15.06.2020 22:24 | xabûrî

12. ser vê yekê divê sernivîsa tirşikvan bête vekirin ..
yanî hişmendîyê bide wan bila xwe rast bikin..

dilê min li min dişéit e .



15.06.2020 22:29 ~22:31 | shwinsherm

13. Gelemperî nivîseke rind dinivîsin. Yên ku şaş dinivîsin jî divê xem nekin.
Rastî nexwendina entryên xelet - ji aliyê rêzimanî ve- jî tiştekê eyb e. Ji ber ramanên her mirovî cuda û taybet e. Hêvîdarim yên ku çewt dinivîsin - ez jî tê de - xwe pêş bixin.



15.06.2020 22:41 | yûsiv

14. ez dikarim bi dilkî rihet bibêjim Kurdiya kesî wekî a min ne fesîhe, îro kurdiya tirşikê bûbe kurdiya aqademîq tev bi xêra mine *
Tirşikvanên kurdiya wan baş bêhtir binivîsin rojek wê bê emê jî çomez jî jiwan hînî kurdî bibin, gelek tirşikvan di serîde ez bixwe ji bû fêr bibim û piçekbejî bidim hînkirin livirim. Em îro kurdî hîn bibin bi xêra hebûna endazer be, bi xêra ferhenga şikestîbe a simurg56 an bi a tirşikvanên dinbe em înkar nakin, em înkar bikin jî tirşik înkar nake ger mînakek bidim dema min nû dest binivîsêkir kurdiya min pir pir xirab bû wekî a kurdên liser facebook'ê bû dikarin li peyamên min yên ewil binihêrin, niha jî pir ji wan ne kêmin a rastî *



15.06.2020 23:00 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdiya mobbîngê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî