Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 40 peyam
endazyar - tirşik
endazyar
(11) (1) (3)
di mijarê de bigere

21. nivîskarê hêja yê tirşikê ye ku bi du zaravayan (kurmancî/dimilkî) dinivîse û her du zaravayan jî baş dixebitîne, xwedê nifşa wî li ba tirşikê zêde bike..

niha bala min kişand ku di derheqê min de entryek nivîsiye û ji min rîca kiriye ku ez jî bi dimilkî binivîsim

beriya her tiştî spas dikim bo xweşdîtin û xweşmêriya wî, rast dizane zaza me, lê dil ketime kurmancî û piştî ku min jidil hej ji kurmancî kir min hemû dêhn û bala xwe da kurmancî, berê zazakiya min gelek baş bû ji kurmanciya min baştir bû lê ji ber sersariya min û ji bê ' eleqedariyê hêdî hêdî ji destê min çû mixabin, niha pirr baş têdigihîjim, baş xerap dikarim dipeyivim lê mixabin nizanim binivîsim lewma bi tenê kurmancî dinivîsim..

min dil heyr ku hînî nivîsandinê jî bibim bila xem nexwe*



10.01.2015 21:24 | ferhenga şikestî

22. Nivîskarê ku dema nivîsên wî dibînim kêfa min tê. Me jî xwe li kirmanckî qewimand ku em fer bibin, heta astekê hîn bum lê hê jî ne gihame aste qisekirine lewre tenê dixwînim û guhdarî dikim. Hêvî dikim ku nîvco nemîne û bibim serî..



10.01.2015 22:07 | birho_fîlo

23. camêrê ku dest avêtiye çêkirina ferhenga tirkî-zazakî. heta niha 49 peyv li ferhengê zêde kirin;

https://tirsik.net/ferhengok.php?m=ferheng



10.01.2015 22:23 | simurg56

24. nivîskarê xwediyê kirmanckîyek delal e. ew bi kurt û kirmanckî dinivîse ez jî kurt û kurmancî jê fahm dikim * (bnr: /58465">/58465)



gelo ez di kîjan asta kirmanckî deme? "anlıyorum ama konuşamıyorum" di cîh de ye qey *



04.02.2015 10:46 | berxweda

25. nivîskarê ji hêla ziman ve em wek hev difikirin e.

biner: nebûna zimanê hevbeş/68267

biner: nebûna zimanê hevbeş/68281



11.05.2015 01:14 | berxweda

26. her wiha li ser yekbûyina zimanên kurdî wekî yekbûyina zimanê almanî dinêre. li gorî texmîna wî kurdî jî dê wekî almanî êdî êdî bibe yek.



sey yewbînî fikirîyayîşê mamoste berxweda reyde bîyene, kêfweşî yo.



(bnr: kurmancî bes nekir)

(bnr: derbasî zazakî kir)



11.05.2015 01:29 ~01:34 | endazyar

27. ger pêkan be navê xwe bi guherîne ewê pir başbibe ez gava navê wî û endazer dibînim weka ava kelandî binava serê mindakin ji min şitrê qey du heb endazerin li ber çavê min dibin dehev ez ditirsim û psîkolojîya min xerab dibe ka bira qencîyek bi me bike.





not: ez belaxwe li endazer dixim çepik ji minre tên ka ez çewa bikim bira li qusura min nenêre.



11.05.2015 11:53 | shorbevan

28. ji bû endazyar jî (bnr: b blok)



11.05.2015 11:55 ~11:59 | shorbevan

29. nivîskarê ku ev demeke dirêj e ku nanivîse. Karê me pê ket. Em nikarin bigihêjin wî law. Birako xêra xwe têketinekê bike û silavekî bide yaw*



22.08.2015 02:42 | mergehez

30. (bnr: li qisûrê nenerin, mecbûr)

heval endazyar ji argeş ştîyê bangî te dikin. ji kerema xwe re bersiv bidinê



(bnr: ev peyam dê di hindurê du sê rojan de xwe jê bibe)*



22.08.2015 13:24 | mergehez

31. nivîskarê ku divê bi mergehezo nançû (ez dibêm qey mi rast nivîsand? law berê navê te çi xweş bû, ji min pê ve her kes şaş dinivîsand lê bi tenê min rast dinivîsand, xwezî bi wan rojan, neyse) re bikeve têkiliyê.. surprîzeke camêr heye bo te



24.08.2015 08:47 | ferhenga şikestî

32. Camêro dîsa weke cara fin gihaşt hawara min û karekî pir girîng kir. Salê 365 roj spas dikim *



24.08.2015 12:27 | mergehez

33. nivîskarê asoxî me wî dîsa dît. niha di nav kesên liserxetê xuya dike. tirs ketibû dilê min, min digo belkî me kirmancekî din wenda kir *



em wenda bibin jî divê tu wenda nebî. nirxê te buha ye *



16.09.2015 00:38 | berxweda

34. Nivîskarê ku zaza ye lê ji min baştir kurmancî dizane maşalleh. Xwedê bihêle.



21.12.2015 16:03 | obamayê qunreş

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» endazyar kî ye endazer kî ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî