Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
nazim tolhildan - tirşik
nazim tolhildan
(39) (14) (13)
di mijarê de bigere

20. nivîskarê ku hê û hê jî tir û das ji hev ferq nekiriye YE.. *



(bnr: tir li ku das li ku)

(bnr: îronî)

(bnr: qerÎne)

(bnr: Îma)



Tİrşik berî her tiştî cihê siyasetê ye li gorî min, çimkî ya ku rê li ber qadên din vedike an digire siyaset e..

rastî û heqîqet wekê tavê ye bi bêjingê nayê girtin û reşkirin û di nav herî û çiravê de jî bimîne wenda nabe, diçirise, diteyîse, diîse û her diîse heta ku yek bê ferq bike û ji nav heriyê rderxîne.

erê bi rastî keyfa min xweş dibe dema ku dibînin xeşîm û nezanek di nav cehl û nezaniya xwe de diperpite, dema ku dibînim êdî ezber û qalib û klîşeyên wî/wê jî têrê nakin, dema ku dibînim eger îqrar neke û nebêje jî bi rûyeke şermok rastiyê ferq dike û wê rastiyê di ser stûyê xwe re dibe..



23.02.2014 14:14 | endazer

21. sîyaseta di tirşikê de tê kirin tenê xwe rehetkirin û tatmînkirin e ji bilî wê kêrî tu tiştekî nayê.serpîvazno ger hûn ê sîyasetê bikin li hemberî ew kesên xwe ser kurdan ferz kirine û xwe hikumran û desthilatdarê axa kurdistanê dibînin sîyasetê bikin.na ger hûn vê hêz û wêrekîyê di xwe de nabînin mîna ew berxên di germahîya havînê de serê xwe dixin bin sîya hev û dikevin kurahîyê bêdeng û bêçalak bin. dê ji bo we û ji bo ew kesên di qada sîyasetê de çalak in çêtir be.



23.02.2014 14:29 | azad zagros

22. nivîskarê ku, ferq kirîye ku êdî tiştek di destê dijberan de nemaye ku ji wî re niqaşan bikin e. xuyaye ku dijberên belengaz bi mecburî, bi çar destan ve xwe peyvên wek nezanî û xeşîmî ye ve digrin. bi van peyvên pûç ve êrîş didin nazim tolhildan. lê belê, ne ev peyvên pûç, ne jî şêwaza wan ya genî nikare wan bifilitîne. ew nikarin li hemberî têkoşîna kurdên welatparêz bisekinin, ji ber ku dewleteke wek dewleta tirk jî di vê armancê de serkeftî nebûye. ewê him bi hemû mafên pkk bi xwîna xwe ve bi dest xistîye ve lotikan biavêjin, him jî çavên xwe kor bikin û welatparêzan re dijmintîyê dikin. ev yeka yê zora xwedê jî biçe û hûnê xwe di tûk a xwe de bifetisin.



ango (bnr: game over)



23.02.2014 14:49 | nazim tolhildan

23. nivîskarê ku heke neyê civîna nivîskarên tirşikê dê dilê min bimîne



07.03.2014 13:39 | ferhenga şikestî

24. (bnr:22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê/29977)



08.03.2014 19:51 ~2015.10.30 14:24 | nazim tolhildan

25. nivîskarê ku gotiye ez ê nikaribim bême civînê Û dîsa gotiye ji xwe bawer nakim cihê min di civînê de hebe..

camêr teqrîben 500 peyam tirşikandine heta niha û bi vê statîstîka xwe mirov dikare bêje ku top 10a tirşikê de ye, hedîseka pêxemberê îslamê muhemed pêxember heye dibêje, xwudê li suret û li mal Û milkê we nanêre li qelb û îş û emelên we dinêre.. tirşik jî li fikr û eqliyet û siyaset û îdeolojiya nivîskaran nanêre li peyam û naveroka peyamên wan dinêre..

ez dirêj nekim, min gelekî dixwest kerem bike bê û beşdarî civînê bibe..

ji ber ku rûyê peyvan sar e gelek caran mirov nikare di nivîsê de ya dilê xwe û ya aqilê xwe bi başî û bi timametî îfade bike.. ji xwe ji ber vê yekê civÎn û civatên bi vî awayî tên çêkirin û gerandin..

neyse min hêvî heye ku simurg56 devê xezîneya tirşikê veke û ji çend xal û nuqteyên dinyayê ji bo nivîskarên tirşikê ên ji amedê û ji kurdistanê dûr beşdarî newroz û civînê bibin, balafiran eyar bike..



08.03.2014 20:17 | endazer

26. her çiqasî fikrên min Û ên wî wek hev bin jî ez şêwaza wî rast nabînim û heta pir û pir xelet dibînim. divê ku hinekî din bi nermî rexneyan bike (ka tiştên ew dike rexne ye an na, ez nizanim. ev divê bê nîqaş kirin) û pir zêde nere li ser mirovan. jixwe tirşik ne cihÊ nîqaşan e. ji ber vê hindê divê em zêde peyamên ku dikarin bibin sedema nîqaşekÊ, nenivîsin.. dîsa jÎ kêfa min ji nazin tolhildan tê. xwezî ew jî bihata civÎnÊ. ku bixwesta bihata, ez bawer im kesî nedigot bila ew nê û heta herkesî dê bi kÊfxweşî li benda wî ba.



08.03.2014 22:30 | mergehez

27. nivîskarê ku, min nû ferk kir ku paşnavê wî "ocalan" e .

îtîraf bikin we jî nû ferk kir *



08.03.2014 22:35 | brusk56

28. nivîskarê ku bi peyama xwe ya ku ji bo cinorek nivîsiye ez êşandim

ji ber ku hem têkiliya xwe ya taybet ya bi cinorekî re afîşê kiriye hem jî bi tirkî nivîsiye

dibe ku ew bi omerî re nikaribe bi kurdî bipeyive lê bavê min sucê me çi ye? eger ku cinorek destûr dabe jî dîsa vê yekê kiryara wî meşrû nake



12.03.2014 23:34 | ferhenga şikestî

29. (bnr:cinorek/30815)



13.03.2014 09:07 | nazim tolhildan

30. nivîskarê ku çend carê diyar dike ku ne sempatîzan ne jî murîdê öcalan nîne. di vê peyama xwe de jî fikirên xwe bi kurtasî diyar kirîye. (bnr:nazim tolhildan/26998).



li hemberî tirkan kurde, li hemberî kurdan elewîye, li hemberî îsraîlîyan fîlîstînîye û hwd. li ser de, eger xwe di tirşikê de rihet hês bikira û ev qas rexneyên bê însaf li hemberî öcalan nebûya, yê rexneyên xwe jî li hemberî öcalan bikira. û we yê bidîta ku wek texmîna we, mirovekî dogmatîk nîne. lê mixabin, di vê rewşê de, dema ku asta rexneyan digîhîje heqeretan, dilê wî rê nade ku ji öcalan re û pkkê re rexneyan bike. cîhê ku nivîskarên tirşikê wek rasteqîn öcalan re dibêjin "beraz" ez jî nikarim ku bibim hevalê wan.



tişta balkêş ewe ku, hevalên min ji min re dibêjin "tu çima qet öcalan naparêzî". di tirşikê de jî ji min re dibêjin "murîdê îsotçî evdila".



17.03.2014 00:49 | nazim tolhildan

31. nivîskarê ku bi peyama xwe ya li jor ez kenandime *

em di heman rewşê de ne. mirov dikare hemû rexneyan bike lê dema ji devê yekî din dibihîze qet xweşa mirov naçe û muxalefet dike.



17.03.2014 00:54 | brusk56

32. nivîsvanê ku bêriya stenbolê kiriye:

(bnr: üçüncü mevki)

(bnr: hazzo pulo)

(bnr: asmalı mescit)

(bnr: banokeya otela londra ya mezin)



19.03.2014 21:43 | simurg56

33. nivîskarê ku nivîskarên ku bi wî re di heman bîrdoziyê de ne, heya jê tê diparêze û piştgiriyê dide, ye. spas ji bona piştgiriya wî lê ez jî dizanim, şaşiyên min hene. *



21.03.2014 18:51 | mergehez

34. nivîskarê ku xwezî me wî di 22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê de bidîta.



21.03.2014 20:05 | brusk56

35. tirîikvanê ku diyar kiriye ku ji îdirê ye: bnr: îdir/33058



30.03.2014 23:04 | simurg56

36. (bnr:/33518)

(bnr:endazer/33096)



henekên wî nahêjin qalibek sabûn, û vêca serde jî bi tirkî..



(bnr: bi tirkî fikirîn û bi tirkî gotin)



06.04.2014 00:58 | endazer

37. (bnr: nazim tolhildan vs. abdullah tolhildan)



06.04.2014 01:06 | endazer

38. nivîskarê ku di peyameke xwe de bi tirkî fikirî û bi tirkî got, raste, lê ne eyb e. ya ez dizanim ewe ku; eger tu tiştekî rast bêjî,cureya zimanê te, rastbûn û hêjayî ya gotina te venaşêre. bi tirkî be jî, bi kurdî be jî, bi erebî be jî û nizanim zimanê kîjan mirovxwera ve jî gotinên rast, rast e. yanî armanca eşkerekirina bi tirkî fikirîn û bi tirkî gotina min çî ye, nizanim. dibe ku armanc bê îtîbar kirina min e. yê ku dizanê bila xêra mirîyên xwe ji min re diyar bike. li ser de bi tirkî fikirîn û bi tirkî gotin, bi kertî fikirîn û bi kurdî gotinê çêtir e.



06.04.2014 12:49 | nazim tolhildan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» nazim tolhildan

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî