Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nazim tolhildan - tirşik
nazim tolhildan
(39) (14) (13)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê ku di van rojên reş ê tirşikê de, bi peyamên xwe tirşikê ji valemayînê xelas dike ye.

mîsyonekî dîrokî standiye ser milê xwe, nivîskarekî pir stratejîk e, gogbazê defansê ye *



20.01.2014 13:53 | brusk56

2. nivîskarê ku van rojan herî populer e. hejmara peyamên wî ji 200an jî derbas bûye, maşelleh. bi qasê ji profîla wî tê fêhmkirin, avahîsaze. baş dinivîse xweş dinivîse. hêvî dikim domdar be.



21.01.2014 20:29 | simurg56

3. nivîskarê ku piştî peyamên xwe yên /25059 û /25060, terikandina tirşikê kiriye. em hêvî dikin ku vergere. ji ber ku ji bo çûyîna wî sedemek bimantiq tune.



03.02.2014 23:13 | simurg56

4. nivîskarê ku ger bi rastî jî tirşikê terikandi be, pir pir heyf e.

lê min jê re peyamek şand, înşallah wê were. ji ber ku bi rastî jî baş dinivîsanda



03.02.2014 23:22 | brusk56

5. divê tu werî! bila stêrkekî din ê tirşikê neşemite ma qey nizane ku her çûyîn rêça êşê dihêle li du xwe. îro ew biçe, sibê ez, paşê yên din.. êê? em têk biçin tirk dawet li dar bixin



03.02.2014 23:33 | ferhenga şikestî

6. nivîskarê ku dûv peyamên brusk56 û simurg56 ve biryara vegerandinê daye ye.



Ji bo eleqe û payama simurg56 bersiveke wiha daye: "silav hevalê hêja. bi sêrîde zor spas ji bo elega û peyama te. erê ez nêrînên te yên siyasî dizanim. bi rastî jî te nêzîkî xwe dibînim. tişta ku hûn bi tirşikê ve dikin pir girîngê. ez armanca we baş fêhm dikim. Ji bo ked a we ya bona kurd û kurdîyê spasa xwe dubare dikim. xem nekin, ez we tenê nahêlim. lê endazer bi sêrîde, çend heb nivîskara ez aciz bûm. ji ber ku ew nivîskaran her tim bi peyamên xwe ve têkoşîna welatparêzan bêperwa rexne dikin û kesayetên ku ji bo me pîrozin reşikên bêînsaf dikin. her wiha ez dizanim ku hûn nikarin peyamên wan jê bibin û jixwe jêbirina peyaman jî tişteke şaş e. lê ez ji te dipirsim, gelo ev kirinên wan kêrî kê tê? ez bi xwe alîyê fikir û ramanan da mirovekî azatim. heta deste min tê ez bi her perspektîfê ve li dinyayê dinêrim û parvebûna kurdan fêhm nakim. li gorî min vê gavê ti cudahî di navbera helwest a wan nivîskaran û sempatîzanên akp'e yên kurd tuneye. ger kurd hemû mafên xwe bi dest bixista, wê demê min ê helwest a wan fêhm bikira, bi ser de ezê bi xwe bibûma muxalîfê bdp'ê. lê vê demê divê em bibin yek. divê em vê rewşê de bi xwe re nebin muxalîf. ev yeka ku ew nivîskar dikin, muxalîftîyê ji derbas dibe û zorê dide asta heqeretîyê. Dema ku ewqas xwîn tê bîra min ez aciz dibin. lê ez dizanim ku acizbûn û terikandina min a tirşikê tişteke kesanî ye. Ezê demeke kurt de vegerim. Dibe ku dema peyamên tirşikê kêm bûnê* Wek gotina we, ez gokbazê defansême*"



12.02.2014 15:27 | nazim tolhildan

7. nivîskarê ku hatiye ve.. cardî bi xêr hatiye..



wek muxalîfekî zimantûj û zimandirêj, an bi qewlê zero nalebar, dixwazim bêjim ku platformên bi vî rengî ji xwe ji bo muxalefetê ne, ew fikra ku dibêje, em hêj ne azad in, heta ku em azad nebin her rexneya were kirin dê di xêr û xizmeta dewleta tirk de be, derew û bêbextiyeke mezin e.. û ne ji xêrê re ye..

pêşiyên kurdan dibêjin, behr bi devê kûçikan heram nabe, rastî û heqîqet wekê behrê ne, tu çi qasî pê de birî û pê de bimîzî jî nalewite, necis nabe û ava wê tê vexwarin..

eger mirov ji rastiyên xwe û ji rastbûna xwe bawer be û piştrast be, xwe ji rexneyan, hetta ji reşkirinê nade aliyekî, çimkî çi qasî bi tohmet û îtham û argûmantên giran rabezî û êrîş bibî ser jî, dikare xwe biparêze û navê xwe ji rexne û reşkirin û îthm û tohmetan bişû..

û divê mirov hinekî objektîv be, nekeve xefka îdeolojî û siyasetê de, ez ê du navan bidim kemal burkay û hatip dicle.. herdu camêran jî kêm zêde ji bo doza kurdistanê kar û xebat kirine, li ber xwe dane, ji xwe û ji emrê xwe fedakarî kirine, belkî gelek derfet û delîveyên dinyewî qebûl nekiribin.. yek sirgûn bûye û yek jî di salên dirêj di hebsê de girtî maye.. yekî têra dolabekî pirtûkên bi kurdî û li ser kurd û kurdistanê nivîsandine û dane çapkirin û yekî jî di meclîsa tirk de meseleya kurdistanê aniye rojevê..

piştî van tecrûbeyên xwe yek li ser daweta dewleta tirk, vegeriya welatê xwe, ligel serokwezîr û bûrokratên hikûmeta akpê rûnişt, û ji aliyê pkkê û sempatîzanên pkkê ve wek xayîn û xwefiroş hate danasîn û lansekirin, tu nema jê re nehate gotin filan..

yê dî jî vê paşiyê ji hebsê mûlaqatek da rojnameya cumhuriyetê û tiştên zirecêb gotin, got, neheqî li oya eronatê hatiye kirin, got ilker paşa û çetin paşa divê werin berdan, got me ji mêj de ye, fikra dewleteka serbixwe avêjtiye çopê, yanî tiştên welê go eger ne hatip dicle lê xwelîsereke wek min muxalîf gotibûya, niha cih lê teng kiribûn, sitar û mehwar lê nedihêliştin..

tu eleqeya kemal burkay û xeynetî û xwefiroşiyê nîne, wekê her kurdekî navser hej popûlarîteyê dike, dixwaze ji aliyê xelkê ve were nasîn û hejêkirin, yanî dûeta ciwan haco ya ligel hülya avşarê û her du-sê albûmên wî yên vê taliyê çi bin, vegera kemal burkay û hevdîtinên wî yên ligel dewleta tirk jî eynî tişt e..

lê eger mirov ji pencere û perspektîva siyaset û îdeolojiyeka teng re li meseleyan binêre, hingî tiştinên ji mirov re edet, ji xelkê re dibin qibhet.. yanî dema mirov ji çavê pkkê li siyaseta kurdistanê binêre, normal e ku salih muslim here bexda û tehran û enqereyê û normal e ku öcalan ligel mîtê rûne lê têkiliyên barzanî û kemal burkay û mustefa cuma yên bi dewleta tirk re, ne siyaset e xiyanet e.. filan..



13.02.2014 05:34 | endazer

8. nivîskarê ku wiha difikire: ger ez alman bûma, almanîtî yê ji bo min girîng nebûya. ger ez fransî bûma, fransîtî yê ji bo min girîng nebûya. bi heman prensîbê ve amerîkayîtî, îngîlîzî, ûrisî û misilmantî û xiristîyanî yê ji bo min girîng nebûya. lê kurdîtî ji bo min girîng e. ne ji bo kurbûna min, bona tunebûna mafên kurdan, kurdîtî ji bo min girîng e. di nav kurdan de soranîtî ji bo min girîng e. di nav xiristîyanan de misilmantî û di nav misilmanan de elewîtî ji bo min girîng e. dawîya dawîn di nav hemû ol an de xwedênenasî û di nav hemû nijadan de bênijadî ji bo min girîng e. derheqa objektîvîyê de bila kes ji min re çîroka nebêje. ji ber ku, dema kurd û kurdistan azat bû, kurdîtîyê jî ji bo min girîng nebe. bi vî awayî parastin a hatip dicle, bdp, û pkkê yê nebe par a min. ji ber ku cîhê ku ez vê gavê disekinim, di kurdistana azat de yê biguhare.

her çiqas endazer li jorê bi zimanekî şêrîn ve ramanên xwe biparêze jî, ez û mîlyonên mîna min wek wî nafikirin. şaş nebin, ez nabêjim ku gotinên wî şaş in. ez dikarim di bin peyama wî ya jorê de îmza xwe biavêjim. lê radê rexneyên wî û çend heb nivîskaran, şêwazên wan û cîhê ku disekinin li gorî min şaş e. bêguman emê rexneyan bikin, lê ne ji bo hilweşandina têkoşîna kurdên welatparêz. divê em rexneyan bikin ku kêmasî yên wan xelas bin, şaşî yên wan serast bin û xurttir bin. lê ez dibinim ku kurd roj bi roj parve dibin û wek di tirşikê de jî xuyaye ku rexneyên xwe ji bo bihêzbûnê na, ji bo hilweşandinê û valakirinê dikin. di vê rewşê de aciz bûn û dijhevî ya min normal e.

ti cudahî di navbera kirina hatip dicle û kemal burkay de tuneye. lê çi rêxî dikin bila bi hev re bikin. pişta xwe bidin hev û şaşîyên hev serast bikin. niha ez dîsa ditirsim ku, hin nivîskarên bê îdraq yê bejin qey ez dijî rexneyan im. ez li hemberî rexneyan nînim, lê daxwaza min ewe ku, bifikirin ku gelo rexneyên we ji bo çî ye û kêrî kê tênê.



13.02.2014 11:07 | nazim tolhildan

9. tirşikhezê ku bi vegera xwe baş kiriye. li vê dinyayê dijberê, li dinyaya paralel hevalê endazer e *



13.02.2014 22:13 | simurg56

10. nivîskarê ku ez ji aliyê ramanan ve ji sedî 95 beravajî wî difikirim lê tiştê ku min dît, ne wek şêwaza hin kesan dinivîse. rexneyên xwe bi zimanekî şîr û şekirîn dinivîse. mînakekî ji zêrîn e ku mariv dikare pê re bikeve nîqaşê, her çend mehda xwe tirş bike jî bi zimanekî sade û fêmkirî xwe îfade dike.. ihtimal heye ku ez hem di vê dinê de hem jî di axîretê de pê re bibim bira, li gel endazer:-)



15.02.2014 21:42 | ferhenga şikestî

11. nivîskarê ku di van rojan de di tirşikê de, têkoşînek lehengî didomîne ye.

ez hatim bira ! tu ne tenê yî *



18.02.2014 16:16 | brusk56

12. ku van rojan bÛYE KELEMÊ çavê reş-propagnistan.



18.02.2014 18:45 | cekdar

14. mon oncle: navê fîlmeke derhêner û lîstikvan jacques tati ye. ev fîlm, ji bo derhêner, fîlm a wî ya bireng a yekemîn e. wergera fîlmê bi kurdî "apê min" e. wek hemû fîlmên wî yên din, jacques tati, di vê fîlmê de jî nûjenparêzîyê* rexne dike. di vê fîlmê de peyivîn hema bêje tuneye û wek sînemaya bêdeng e. derhêner, bi vê fîlmê ve, dixwaze ku sarbûna teknolojîya nûjen * nîşanî temaşevanan bike. derheqa rexnekirina nûjenparêzîyê de, fîlmeke gelek serkeftî ye. xêncî fîlmên charlie chaplin mînakên ev qas serkeftî tuneye. lê fîlmên jacques tati, li gorî fîlmên Charlie Chaplin, piçek zêdetir sembolîk e. ger tu destpêka felsefeya nûjenparêzîyê nizanibî, tu vê fîlmê nikarî fêhm bikî. ji ber ku hemû sehneyên fîlmê û bûyerên di fîlmê de pêk te, sembolîkin. mon oncle, di dîroka sînemayê de di dereke girîng de bi cîh bûye. ji bo hemû fikir, raman, pirtûk, tez, îdîa û xebatên dijî nûjenparêzîyê, çavkanî û mînakeke girîng e.



19.02.2014 18:25 | nazim tolhildan

15. nivîskarê ku mereq dikim, wek semaptîzanekê pkkê û mûrîd û mûbtelayekê öcalan ji bo 06.02.2014 vîdeoya abdullah öcalan ya lêpirsînê çi difikire,??



21.02.2014 04:12 | endazer

16. rebenê ku, mixabin, bi rastî pirsa endazer hatîye ye. bi sêrî de bêjim; ez ne mûrîd ne jî mûbtelayê Öcalan im. ev pirsa wî ji min pirsîye, peyv bi peyv çekdar jî pirsîye. xuyaye ku armanca wî dîsa polemik e. li gorî min, endazer bi xwe ne hêjaye ku ez bersiva wî bidim. lê bi ser xatirê moderatorên din, nivîskaran û xwandevanan, ezê bersiva wî bidim.



gotina ku divê ez di dawîyê de bêjim, ezê bi sêrî de bêjim. wek hûn her dem û li her derê, ji Öcalan re dibêjin gû xwar, ez jî dikarim vê gotinê di peyivîna xwe de bikar bînim. li gorî we bikar anîna vê peyvê mubah e. lewma, endazer gû xwarîye ku ji min re dibêje murîd û mûbtela. min hemû peyamên xwe de diyar kirîye ku ez ji her fikir û ramanan re heman dûrîyê de me. êdî ez westîyam ku, di alîyê siyasetê de cîhê ku disekinim diyar bikim. ji bo vê yekê, gotinên min yên berê, ezê dubare bikim: ger ez alman bûma, almanîtî yê ji bo min girîng nebûya. ger ez fransî bûma, fransîtî yê ji bo min girîng nebûya. bi heman prensîbê ve amerîkayîtî, îngîlîzî, ûrisî û misilmantî û xiristîyanî yê ji bo min girîng nebûya. lê kurdîtî ji bo min girîng e. ne ji bo kurbûna min, bona tunebûna mafên kurdan, kurdîtî ji bo min girîng e. di nav kurdan de soranîtî ji bo min girîng e. di nav xiristîyanan de misilmantî û di nav misilmanan de elewîtî ji bo min girîng e. dawîya dawîn di nav hemû ol an de xwedênenasî û di nav hemû nijadan de bênijadî ji bo min girîng e. derheqa objektîvîyê de bila kes ji min re çîroka nebêje. ji ber ku, dema kurd û kurdistan azat bû, kurdîtîyê jî ji bo min girîng nebe. bi vî awayî parastin a bdp, pkkê û öcalan yê nebe par a min. ji ber ku cîhê ku ez vê gavê disekinim, di kurdistana azat de yê biguhare. ger kurd hemû mafên xwe bi dest bixista, wê demê min ê helwest a dijberan fêhm bikira, bi ser de ezê bi xwe bibûma muxalîfê bdp'ê.



gotinên min têra xwe zelal e. ez metel dimînim ku hê jî ji min re dibêjin mûrîd û mûbtela.

di alîyê din ve; tiştên ku min di vîdeoyên Öcalan yên lêpirsînê de bihîstîye, wek hemû kurdan min jî aciz kirîye. bêguman di van vîdeoyan de montaj heye. lê divê em montajê ji xwe re nekin bahane. gotinên Öcalan eşkere ne. kes nikare montajê bike bahane û gotinên Öcalan veşêre. lê divê mirov destê xwe bide li ser wijdana xwe û wusa bifikire û bipeyive. ger 2 heb gotinên Öcalan yên şaş hebin, bi montajê ve kirine 10 heb. ango bandora vîdeoyan ya neyînî qat bi qat zêde kirine. ger bê bîr a we, hûn ê bizanibin ku, ew vîdeoyên bûne sedeme revîna ahmet kaya, ya li ber ala pkkê û postera Öcalan konser dida, hemû montaj bûn. bila ew jî ji we re biba mînak û her vîdeoyan %100 bawer nekin. lê divê mirov tiştên şaş re jî bêje şaş e. gotinên Öcalan ve jî, gotinên siltan silêman ve jî, gotinên hz. mihemed ve jî şaşî, şaşî ye.



fikrên min yên di derbarê vîdeoyan de, bi kurtayî ev e. lê niha divê em werin meseleya bingehîn. hema bêje Öcalan îxanet kir û bû îtirafkar. di wê demê de emê çi bikin? divê em pişta xwe bidin hev û tevgera xwe xurttir bikin an wek hin dijberan bextîyar bin û peqlewê belav bikin. kurd di demên hêsanîyê de perve bibin, di demên zorê de yê çawa hev bigirin. xuyaye ku di damar û xwîna kurdan da her dem îxanet hebû û yê di pêşerojê de jî hebe.



ez xemgîn im kekê endazer. him ji bo gotinên şaş yên Öcalan, him ji bo te û kesên wek te difikirin, him jî ji bo bêxîretî û bê esl bûna kurdan. lê ez bextîyarim, ji ber ku, her çi dibe bila bibe, kê çi dibêje bila bêje, ez dizanim ku ked û xwîn a gerîla beyxûde neherikî.



21.02.2014 12:01 | nazim tolhildan

17. nivîskarê ku ez ji sedî heştê beravajiyê wî difikirim lê dîsa jî gelek kêfa min jê re tê ji ber ku vala nîn e têr û tijî ye Her peyamê wî dixwînim lê divê toleransa xwe berfireh û bêhna xwe jî fireh bigire:-)



21.02.2014 16:05 | ferhenga şikestî

18. ê ku rêzikên



"... tev dînamêt in

agir û pêt in

sor in wek etûn,

agir giha qepsûn..."



tîne bîra mirov.



21.02.2014 16:18 | simurg56

19. nivîskarê ku nizane çi dibêje û nikare tir û dasê ji hev ferq bike..



min tu carî ji bo tu kesî -öcalan jî tê de- biwêja gû xwarinê bikar neaniye, te dî dibêjin baştirîn berevanî rabezîn yanî êrîşbirin e, evî camêrî jî ev stratejî daniye ber xwe, ji dêla ku rasterast îfadeya xwe bide anku xwe îfade bike û pirsa min jê kirî bibersivîne, bi neweyî û bêbextiyan êrîş dibe ser min..

eynî refleks û reaksiyon dema ku ulusal kanalê û rojnameya aydınlıkê zabit û vîdeoyên lêpirsîn û dadgehkirina öcalan ji bo raya giştî eşkerekirin, jî ji aliyê sempatîzanên apocî ve hatibû dayîn.. wek ma hûn nizanin ulusal kanal û aydınlık çi gÛ ye, zikê wan çi qasî ji kurdan diêşe filan, min hingî jî got dîsa dbêjim erê em zanin, lê em vê jî zanin û baş tê bîra me ku wextekî şêwirmend û aqilmendê öcalan ev kadro bî, yên bawer nake dikare arşîvên med tv û medya tv û özgür gündemê kontrol bike.. û kî ji bo çi armancî bikar bîne bila bikar bîne, heqîqet her eynî heqîqet e,..

min jê re got mûrîd û mûbtela ji ber ku heçî kesê ji xeynî kifşkirina heqîqetê û tesîskirina edaletê rê û rêbaz, siyaset û îdeolojî daniye ber xwe, nikare xwe ji sem-partî-zaniyê xilas bike.. çimkî ew rê û rêbaza ku daniye ber xwe çi qasî xelet jî be an xeletiyan jî bike, çi qasî ji rê derkeve û ji armanca xwe dûr bikeve jî, ew ruhê sempatîzaniyê nahêle û rê nade wan xeletî û rêşaşiyan bibîne, eger bibÎne jî di ser milê xwe re nabe ku behs bike, ji ber ku ew rêya li ber û ji ber bûye wesleyek ji ruh û kesayeta wî, heta ku wê rêyê rexne bike, divê pêşiyê meyl û tercîh û hilbijêrkên xwe bide ber pirsê û rexne bike.. tirk dibêjin kol kırılır yen içinde kalır eger mirov ne dilxwazê rastî û heqîqetan be, li hemberî her şaşî û xeletiyekî xwe dispêrin vê argûmantê, yanî tiştên di nav malê de diqewimin divê di nav malê de bimînin, yanî eger di nav malê de jin lêdanê bixwe divê neçe ji tu kesî re nebêje, yanî eger malxweyê malê qewadiyê bike û ji bo konfora qûna xwe namûsa jina xwe dane ber mezadê, divê neyê gotin, divê di nav malê de bimîne.. çima ji bo ku hîmên yekîtiya malê nehejke, ji bo ku stûna malê nekeve erdê.. hûn dibînin çi henekçî ne zarokên xelkê?

dibêje erê tiştên di vîdeoyan de dilê min êşandin, lê piraniya wan vîdeoyan montaj in, û dîsa dibêje em bêjin ku öcalan îtîrafçî ye, em ê çi bikin? û bi vîdeoyên montajkirî yên ahmet kaya dixwaze öcalan temyîz bike..

sempartîzanê herî fanatîk Û holîgan jî zane ku di wan vîdeoyan de bi qasê serê derziyê montaj nîne, öcalan roja ku xwe li ber taşeroniya mûteahîdiya dewleta tirk ku îhaleya şikandin û tepeserkirina îsyan û îtîraza tarîxî ya kurd grtibûye ser milê xwe, re kiriye, çi soz dabin ew sozên xwe dubare kirine..

eger öcalan îtîrafçî be, ku îtîrafçîyê mezintirÎn e, divê em ji xelkê re bêjin, binêrin kesê ku hûn li ser her gotineka wî derdikevin kolanan û singa xwe didin ber tang û top û sîlehên dewleta tirk, bedena xwe jê re didin ber êgir û mirinê, yekî taşeron û îtîrafçî ye.. bes e êdî hevsarê îrade û îdareya xwe nexin di dest tu kesî de, her 15ê sibatê dernekevin kolanan, nehêlin zarokên we keviran bavêjin panzêr û erebeyên polîsan û cezayên ji emrê xwe yê biçûk mezintir bixwin.. tu kesî di ser xwe re nebînin, bêyî pirs û bêyî hesab bi ya tu kesî nekin, guh nedin serok û rêberên feodalîteya modernîzekirî..



22.02.2014 17:25 | endazer

20. Nivîskarê ku endazer jê re bûye dijber e. Dijberîya endazer ya li hemberî wî, dijberîya endazer ya li hemberî pkkê jî derbas bûye. Heta, ger nazim tolhildan bibêje xwedê yek e, ewê bibêje heşa. Ger nazim tolhildan bibêje pexemberê me hz. Mihemed e, yê dîsa bibêje heşa.



Endazer jê re peyama xwe a li jorê de gotîye “nikare tir û dasê ji hev ferq bike” erê we cewt nebihîst. Dibêje tir, ne tîr. Lê ya ecêb ewe ku, endazer ji xwe tir û tîr ê ji hev ferq nake. Ez ferqa wan li jêrê diyar bikim:



tîr : navê sîleheke kevn û serî tûj e, di nêçîr an jî şerê de kêrî mirova tê.

tir : ba yê bideng ya di qûna mirovan de bê hay direve ye. Ango fis a bideng e. Lê xuyaye ku endazer bi devê xwe ve tira dike.



Peyameke min a jorê de, min got ku, ezê li ser xatirê moderatorên din, nivîskaran û xwendevanan bersiv bidim. Lê îcar ez bersivê nadim. Ji ber ku, her bersiv pey xwe re pirs û pirsgirêken din tîne. Ger em di cîhekê de xalekê danenin, ev polemîkê dor bi dor, wek rêzefîlmên tirkan yê berdewam bike. Li ser de, zemanê min jî tune ku ez her dem li ber kombersê bisekinim û binerim ku gelo kî çi dibêje.



Xêncî ev gotinên jorê ezê çend heb tiştan dîsa bibêjim û biqedînim:



1- li gorî min tirşik cîhê siyasetê nîne. Encax tu fikrên xwe, bi kurtasî dikarî bînî ziman, lê ew jî têrê nake ku em ji hev îqna bikin. Di tirşikê de em dikarin ku, sibê heta êvarê peyaman binivîsin, lê nikarin ku ramanên xwe empoze bikin û santîmetrekî pêş de biçin.



2- Ger hûn bixwazin ku bangeşe bikin an jî dijberîya tiştekî bikin û ramanên xwe derbasî hin kesên din bikin, bi ya min, divê hûn di platformeke din de vê yekê bikin. Ez dikarim fikrên xwe biparêzim û mafdarîya xwe îspat bikim. Heta niha min ev yeka zêdetir jî kir. Lê dîsa jî, bona dawîyandinê, divê em li cîhekî rûnin û rû bi rû bipeyivin. Di tirşikê de, li hemberî hev şandina peyaman kêrî tiştekî nayê. Tenê em ji hev aciz dikin û peyvên nebaş li devê me derdikeve. Ger wiha berdewam bike, di dawîyê de emê bi hev re çêr lê bikin û ez qet vê yeke naxwazim.



3- Bi ya min, bi sêrî de sempatîzan û dijberên pkkê, ez jî tê de, şêwaza gelek nivîskaran xweş nîne. Ev yeka min çend cara got êdî nizanim. Pirsên wek, îsotçî evdo, gû xwar, tişta ku öcalan dixwe gû nîne donsa dordurme ye û hwd. pirsên rind nînin. Bê guman, gelek peyvên ku di devê sempatîzanên pkkê de derdikeve jî ne rind e. Ji bo van niqaşên navbera sempatîzan û dijberên pkkê de gotineke xweş ya bi tirkî belden aşağı heye. Hemû ev niqaşanan “belden aşağı” ye. Ji bo vê yekê, ez êdî naxwazim ku bibim parçeyekî van nigaşên bê mane.



4- Endazer dibêje ku, ez çereza didim destê xwe û niqaşên sempatîzanên pkkê û dijberên pkkê bi kêfxweşîyê ve temaşe dikim. Tişteke ev qasî bê exlaqî tuneye. Ev yeka li gorî min nîne û endazer çi bike bila bike, çi dibêje bila bêje, êdî nikare min tev li van niqaşan bike. Ji ber ku, ez çi dibêjim feyde nake, kes guhdarîyê nake û armanca moderatoran jî eşkere ye.



5- Her çi qas, ez hez nakim ku bawer bikim jî, ger armanca tirşikê dijberîya pkkê be û toleransa wana ji fikrên din re tunebe, û ger ez wana aciz bikim, ji bo terikandina min a tirşikê, peyameke simurg56 an jî brusk56 bes e. Ezê daxwazname ya xwe binivîsim û dev ji nivîsandinê berdim.



23.02.2014 12:29 | nazim tolhildan

21. nivîskarê ku hê û hê jî tir û das ji hev ferq nekiriye YE.. *



(bnr: tir li ku das li ku)

(bnr: îronî)

(bnr: qerÎne)

(bnr: Îma)



Tİrşik berî her tiştî cihê siyasetê ye li gorî min, çimkî ya ku rê li ber qadên din vedike an digire siyaset e..

rastî û heqîqet wekê tavê ye bi bêjingê nayê girtin û reşkirin û di nav herî û çiravê de jî bimîne wenda nabe, diçirise, diteyîse, diîse û her diîse heta ku yek bê ferq bike û ji nav heriyê rderxîne.

erê bi rastî keyfa min xweş dibe dema ku dibînin xeşîm û nezanek di nav cehl û nezaniya xwe de diperpite, dema ku dibînim êdî ezber û qalib û klîşeyên wî/wê jî têrê nakin, dema ku dibînim eger îqrar neke û nebêje jî bi rûyeke şermok rastiyê ferq dike û wê rastiyê di ser stûyê xwe re dibe..



23.02.2014 14:14 | endazer

22. sîyaseta di tirşikê de tê kirin tenê xwe rehetkirin û tatmînkirin e ji bilî wê kêrî tu tiştekî nayê.serpîvazno ger hûn ê sîyasetê bikin li hemberî ew kesên xwe ser kurdan ferz kirine û xwe hikumran û desthilatdarê axa kurdistanê dibînin sîyasetê bikin.na ger hûn vê hêz û wêrekîyê di xwe de nabînin mîna ew berxên di germahîya havînê de serê xwe dixin bin sîya hev û dikevin kurahîyê bêdeng û bêçalak bin. dê ji bo we û ji bo ew kesên di qada sîyasetê de çalak in çêtir be.



23.02.2014 14:29 | azad zagros

23. nivîskarê ku, ferq kirîye ku êdî tiştek di destê dijberan de nemaye ku ji wî re niqaşan bikin e. xuyaye ku dijberên belengaz bi mecburî, bi çar destan ve xwe peyvên wek nezanî û xeşîmî ye ve digrin. bi van peyvên pûç ve êrîş didin nazim tolhildan. lê belê, ne ev peyvên pûç, ne jî şêwaza wan ya genî nikare wan bifilitîne. ew nikarin li hemberî têkoşîna kurdên welatparêz bisekinin, ji ber ku dewleteke wek dewleta tirk jî di vê armancê de serkeftî nebûye. ewê him bi hemû mafên pkk bi xwîna xwe ve bi dest xistîye ve lotikan biavêjin, him jî çavên xwe kor bikin û welatparêzan re dijmintîyê dikin. ev yeka yê zora xwedê jî biçe û hûnê xwe di tûk a xwe de bifetisin.



ango (bnr: game over)



23.02.2014 14:49 | nazim tolhildan

24. nivîskarê ku heke neyê civîna nivîskarên tirşikê dê dilê min bimîne



07.03.2014 13:39 | ferhenga şikestî

25. (bnr:22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê/29977)



08.03.2014 19:51 ~2015.10.30 14:24 | nazim tolhildan

26. nivîskarê ku gotiye ez ê nikaribim bême civînê Û dîsa gotiye ji xwe bawer nakim cihê min di civînê de hebe..

camêr teqrîben 500 peyam tirşikandine heta niha û bi vê statîstîka xwe mirov dikare bêje ku top 10a tirşikê de ye, hedîseka pêxemberê îslamê muhemed pêxember heye dibêje, xwudê li suret û li mal Û milkê we nanêre li qelb û îş û emelên we dinêre.. tirşik jî li fikr û eqliyet û siyaset û îdeolojiya nivîskaran nanêre li peyam û naveroka peyamên wan dinêre..

ez dirêj nekim, min gelekî dixwest kerem bike bê û beşdarî civînê bibe..

ji ber ku rûyê peyvan sar e gelek caran mirov nikare di nivîsê de ya dilê xwe û ya aqilê xwe bi başî û bi timametî îfade bike.. ji xwe ji ber vê yekê civÎn û civatên bi vî awayî tên çêkirin û gerandin..

neyse min hêvî heye ku simurg56 devê xezîneya tirşikê veke û ji çend xal û nuqteyên dinyayê ji bo nivîskarên tirşikê ên ji amedê û ji kurdistanê dûr beşdarî newroz û civînê bibin, balafiran eyar bike..



08.03.2014 20:17 | endazer

27. her çiqasî fikrên min Û ên wî wek hev bin jî ez şêwaza wî rast nabînim û heta pir û pir xelet dibînim. divê ku hinekî din bi nermî rexneyan bike (ka tiştên ew dike rexne ye an na, ez nizanim. ev divê bê nîqaş kirin) û pir zêde nere li ser mirovan. jixwe tirşik ne cihÊ nîqaşan e. ji ber vê hindê divê em zêde peyamên ku dikarin bibin sedema nîqaşekÊ, nenivîsin.. dîsa jÎ kêfa min ji nazin tolhildan tê. xwezî ew jî bihata civÎnÊ. ku bixwesta bihata, ez bawer im kesî nedigot bila ew nê û heta herkesî dê bi kÊfxweşî li benda wî ba.



08.03.2014 22:30 | mergehez

28. nivîskarê ku, min nû ferk kir ku paşnavê wî "ocalan" e .

îtîraf bikin we jî nû ferk kir *



08.03.2014 22:35 | brusk56

29. nivîskarê ku bi peyama xwe ya ku ji bo cinorek nivîsiye ez êşandim

ji ber ku hem têkiliya xwe ya taybet ya bi cinorekî re afîşê kiriye hem jî bi tirkî nivîsiye

dibe ku ew bi omerî re nikaribe bi kurdî bipeyive lê bavê min sucê me çi ye? eger ku cinorek destûr dabe jî dîsa vê yekê kiryara wî meşrû nake



12.03.2014 23:34 | ferhenga şikestî

30. (bnr:cinorek/30815)



13.03.2014 09:07 | nazim tolhildan

32. nivîskarê ku çend carê diyar dike ku ne sempatîzan ne jî murîdê öcalan nîne. di vê peyama xwe de jî fikirên xwe bi kurtasî diyar kirîye. (bnr:nazim tolhildan/26998).



li hemberî tirkan kurde, li hemberî kurdan elewîye, li hemberî îsraîlîyan fîlîstînîye û hwd. li ser de, eger xwe di tirşikê de rihet hês bikira û ev qas rexneyên bê însaf li hemberî öcalan nebûya, yê rexneyên xwe jî li hemberî öcalan bikira. û we yê bidîta ku wek texmîna we, mirovekî dogmatîk nîne. lê mixabin, di vê rewşê de, dema ku asta rexneyan digîhîje heqeretan, dilê wî rê nade ku ji öcalan re û pkkê re rexneyan bike. cîhê ku nivîskarên tirşikê wek rasteqîn öcalan re dibêjin "beraz" ez jî nikarim ku bibim hevalê wan.



tişta balkêş ewe ku, hevalên min ji min re dibêjin "tu çima qet öcalan naparêzî". di tirşikê de jî ji min re dibêjin "murîdê îsotçî evdila".



17.03.2014 00:49 | nazim tolhildan

33. nivîskarê ku bi peyama xwe ya li jor ez kenandime *

em di heman rewşê de ne. mirov dikare hemû rexneyan bike lê dema ji devê yekî din dibihîze qet xweşa mirov naçe û muxalefet dike.



17.03.2014 00:54 | brusk56

34. nivîsvanê ku bêriya stenbolê kiriye:

(bnr: üçüncü mevki)

(bnr: hazzo pulo)

(bnr: asmalı mescit)

(bnr: banokeya otela londra ya mezin)



19.03.2014 21:43 | simurg56

35. nivîskarê ku nivîskarên ku bi wî re di heman bîrdoziyê de ne, heya jê tê diparêze û piştgiriyê dide, ye. spas ji bona piştgiriya wî lê ez jî dizanim, şaşiyên min hene. *



21.03.2014 18:51 | mergehez

36. nivîskarê ku xwezî me wî di 22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê de bidîta.



21.03.2014 20:05 | brusk56

37. tirîikvanê ku diyar kiriye ku ji îdirê ye: bnr: îdir/33058



30.03.2014 23:04 | simurg56

38. (bnr:/33518)

(bnr:endazer/33096)



henekên wî nahêjin qalibek sabûn, û vêca serde jî bi tirkî..



(bnr: bi tirkî fikirîn û bi tirkî gotin)



06.04.2014 00:58 | endazer

39. (bnr: nazim tolhildan vs. abdullah tolhildan)



06.04.2014 01:06 | endazer

40. nivîskarê ku di peyameke xwe de bi tirkî fikirî û bi tirkî got, raste, lê ne eyb e. ya ez dizanim ewe ku; eger tu tiştekî rast bêjî,cureya zimanê te, rastbûn û hêjayî ya gotina te venaşêre. bi tirkî be jî, bi kurdî be jî, bi erebî be jî û nizanim zimanê kîjan mirovxwera ve jî gotinên rast, rast e. yanî armanca eşkerekirina bi tirkî fikirîn û bi tirkî gotina min çî ye, nizanim. dibe ku armanc bê îtîbar kirina min e. yê ku dizanê bila xêra mirîyên xwe ji min re diyar bike. li ser de bi tirkî fikirîn û bi tirkî gotin, bi kertî fikirîn û bi kurdî gotinê çêtir e.



06.04.2014 12:49 | nazim tolhildan

41. em werin di mijara tolhildanê ya bi devê endazer de bûye benîşt. bi rastî, şibîna tolhildan û Öcalan tişteke bi tesadûf e. heta brusk56 ferq kir û kire bela serê min, ez jî ferqa vê şibînê nîbûm. nazim tolhildan ji bo min naveke pir hêja û girîng e. tolhildan bi tenê an jî şibîna Öcalan ji bo min bê maneye. lê ji bo endazerê magazînperwer pir girîng e.



06.04.2014 12:58 | nazim tolhildan

42. nivîskarê ku wek gêrillayeke pkkê operasyonên mezin li ser dijber û dijminên pkkê dimeşîne. heta niha nivîskarên wek rasteqîn, cinorek û dogania ji êrîşên wî nekarîn bifilitîn û şehîd ketin. ev demek bû operasyoneke mezin li ser endazer dimeşand lê belê li hemberî berxwedana endazer nekarî berdewamî operasyonan bike û agirbestekê xwest. bijî aşitî *



06.04.2014 12:58 | oxir

43. her du çawê min e hew !



06.04.2014 16:53 | rêzan

44. (bnr: taybetmendîyên serhedî)



yê ku yek ji peyamên xwe de diyar kiriye ku rojê qet nebe 20 iskan çay vedixwe. xuya ye ku tam serhedî ye. *



09.04.2014 23:01 | ervah.azad

45. bi min tirşik çayê ye ew jî şekirê wê ye. ne ji nivîsên vî camerî bin gelek caran her çiqas ez bi kurmancî jî dixwînim lê belê ez dibêjim qey ez di ekşî sozlukê de me.



09.04.2014 23:19 | giyanstêr

46. mÛrebbiyeyê zilaman! *

rebb û mûrebbiye ji eynî koka rbyyê tên, terbiye jî heman kokê tê.. rebb navek ji navê xwudê ye ku li gorî eqaîda îslamê kêr nayê ku ji xeynî xwudê ji bo kes an tişteke din bê bikaranîn, û mûrebbiye jî ji bo mamoste û perwerdekarên zarokan tê bikaranîn.. *



09.04.2014 23:32 | endazer

47. nivÎskarê ez hej nivîs û şîroveyên wî dikim Û keyfa xwe jê re tînim e.

rexne û pêşniyarekî min ji vî camêrê serwext re heye.dema dinivîse mînak û gotinên tirkî zêde bikartîne, hêvî dikim kêm bike. nimûne: nivîskarên ku bi îstatîstîken tirşikê dileyîzin/34849



14.04.2014 13:43 | cekdar

48. nivÎskare ku çawa ehlÊ tirşikÊ hez dikim(ji bo ku zimanparÊzin) nazim tolhildan jÎ hez dikim. lÊ bila bizanibe kÎ axaftina wÎya ser dijberÊn pkk dÎtim, wÎ bÊtir hez kirim.



14.04.2014 15:49 | hun çawane heval:)))))))

49. (bnr: çok aşığın var diyorlar)

bila ew nivÎskar hinek aşiqÊn xwe bişine cem min. çÛn ez jÎ gÛheriyam. bÛm sempatizan. rojbaş heval. spas.

li çiyayekÊ koreya başÛr çel roj di şikeftekÊ de ketim ÎnzivayÊ, duwre hirçek hat Û postikek ji min re çekir. min ew poşid Û ez bÛm apocÎ. ez bÛm sempatizanek pkk yÊ. yane ku gotina min ew e ku ez ÊdÎ dijber ninum. bila hevalÊ min Ê mektebÊ jÎ şa bibe.



14.04.2014 17:10 | cinorek

50. (bnr:cinorek/34880)



15.04.2014 19:58 | nazim tolhildan

52. nivîskarê ku van rojan zêde naxuye. wellehî min bêriya nivîsên wî kiriye *



22.04.2014 00:43 | oxir

53. bi qasê ku ji vê (bnr:pablo picasso/36049) peyama wî jî dixweye û têderdikeve mûdawîm û mûbtelayekê hunerê ye.. bi rastî jî dema di tirşikê de liqayî canik û camêrên wiha heval û hogirê huner û hunermendan tême, ji kêfa erd lingê min nagire, hema namîne biper û bask nabim û nafirim.. *

li min bibore nazim, heta vî wextî min neheqî li te kiriye, ew mirovê ku pêşangehên pablo picassoyî bişopîne, tu xirabî jê çênabe, tu zirara û ziyana wî nagihe tu kesî.. *



22.04.2014 03:34 | endazer

54. bnr: rêje ya lîbîdoyê/36093



22.04.2014 22:38 | jîndar

55. nivÎskara ku wan rojana di jiyana xwe yÊ heqÎqet de ketiye rêyek bi xêr, lowma; di tirşikÊ de qed bi me, bi dijberan re maye *



27.04.2014 17:45 | cinorek

56. nivîskarê ku vaye 2 heftî ye ne li van deran e. çima û heta kengê ye nizanim lê kêmasiyek e.



15.05.2014 01:10 | brusk56

57. nivîskarê ku piştî demek dirêj ku ji tirşikê dûr ketibû dîsa vegeriyaye. bi xêr hatiye ..



22.05.2014 19:47 | brusk56

58. nivîsakerê ku min ne dizanî islamofobîk e.



17.06.2014 16:10 | karmatî

59. nivîskarê ku ji bo modernîsmê xwe li qanûnên xwedê dide û dibeje islam ji jiyana modern re astengiyeke lê paşre tê ji me re wisa dinivîse "cîhê ku qeîdeyan bikare bên guhertin li wê derê xêr nayê"

min di heyata xwe de modernistên bi vî şeklî ne ditiye. gelo ev çê modernîsm e ? qural û qaîde neyên guhertin dê tu çawan bibî mirovek modern?



19.06.2014 14:45 | karmatî

60. qet nayê bîra min ku demekê an jî cîhekî behsa moderntî ya xwe kiriye. min di emrê xwe de qet carekî negotiye ez mirovekî modern im. min di derbarê misilmanî û qur'anê de fikrên xwe yên taybet diyar kir, bi ser de ne carekî ne du caran, dibe kû deh caran. lê dîsa jî hê nehatiye fêhm kirin. xuyaye ku hezar caran bêjim jî yê pere neke. tişta ku min kir, piçek parastina moderîzmê bû. parastina min a modernîzmê, min nake modern. karmatî bila nivîseke min a min di tê de qala moderntîya xwe kiriye nîşanî min û hemû nivîskaran bide, soz didim ku ezê edî tixûba xwe bizanibim û dengê xwe bibirim.



em werin mesele ya guherînê. guherîn tişteke baş e. ji xwe perçeyeke diyalektikê ye û metodên diyalektîk jî şîfreyên dinyê û fezayê ye. min ev hevoka ku "cîhê ku qeîdeyan bikare bên guhertin li wê derê xêr nayê" got, lê gelo ji bo çi got. weke tê bîra min, min ji bo misilmanîyê got û ez dizanim baş tê bîra karmatî jî. erê vê gotina xwe dîsa dubare bikim: "oleke ku qeîdeyên wê tên guhertin, xêr jê nayê".



19.06.2014 17:36 | nazim tolhildan

61. derbarê îslamê de rexneyên çewt dike.

ji cihên çewt êrîş dike. weke bawermendek îslamê, ez dikarin rexneyên bêtir bimantiq bikim.



19.06.2014 17:56 | simurg56

62. nivîskarê ku min bi peyama xwe ya dawîn ecêbmayî heliştiye.Bi rasti min ne dixwest ku ez vê mînakê bidim lê ji bo mesele baş be fêmkirin ez neçarim.



pirs: ji bo çê gerillayên jin pê wan cilan xwe niqumandine.Ji bo çê di nav havinê de kele kijênê de wan cilên zêde xwe dikin?Ma mafên wan jinan ji tûneye ji xwe re malbatêkî ava bikin. mafên wan qîzan tûneye qey cil û bergên modern wergirin? mafên wan jinan ji tûneye dildariyê bikin ? mafên wan jinan ji tûneye wê havina germ de ji xwe re cilen kurt wergirin? ji bo çê rêveberiya pkk-ê destûr nadê wan ?



nêrîna min : ji ber ku ew qîzên li ser çiye bo armancekî bo dozekî li wirin.belê raste rêveberiya pkk-ê destûra wan nade ji ber ku dixwazê disiplîna xwe wunda neke û wan gerillayan baştir qontrol bike.ji aliyê jinan de jî ji xwe ez ne bawerim tiştên wisa (pirsên li jor) bên li bîra wan ji ber ku bo doza xwe , xwe teslim kirine û îtîqata wan li ser serok û rêveberiya wan heye.binerin ew gerillayên li ser çiyê tevahî bi itîqat,bi teslimiyet û bi sadaqatê li wir dijîn an ji şer dikin.ev her sê rêman tûne be dê nekaribin li wir bisekinin.



nêrîna nazim ,malumozdogan hw.d : rêveberiya pkk-ê destûra wan nade ji ber ku naxwaze kirên gerîllayan din rabe.ger ew jin cil û bergên modern an ji havîni li xwe bikin dê pirsgirêka seksê bikeve li wir.paşre pkk dê nekaribe zarokan ji xwedî bike li ser wan çiyayên bilind ...

mazlumozdogan beg; te çawan ev mesele ji xwedê pirsiyar kirbe here ji rêveberiyê ji pirs bike! here bibeje wan hûn çima nahêlin da ku ew jin bi mafên xwe re bijîn?



hevalên xoşewist dema hûn tiştêki bibêjin bizanin ku hûn çê dibejin.pêşîn min digot qey nazim ji eqsa bi vî şeklî difikire lê bi peyama wî ya dawîn de dil û hinavên xwe nişanî me kiriye.êdî ne hewceye mesele be dirêjkirin.ji ber vê yekê ye ku ez mijare li vir diqedînim û ji bilî mafên bersivandine ez tiştek dîtir nanivîsim.



20.06.2014 08:35 | karmatî

63. ev çawa peyam e, bi xwedÊ EZ Dİ CÎHÊ XWE DE QEFİLÎM. KARMATÎ AVA KEL Lİ SER SERÊ MİN DE RİJAND. dema ku yek misilmanîyê rexne bike hûn ê bi vî avayî bersiv bidin. eyb e, şerm e...bila deynê stûyê min be, ez êdî misilmaniyê rexne nakim.



20.06.2014 10:09 | nazim tolhildan

64. mirovekî avahîsaze û mon oncle temaşe kirîye.. (di profîla xwe de wia nivîsandiye)



05.07.2014 10:36 | simurg56

65. nivîskarê ku wisa xuya ye êdî serê xwe girêdaye. qehweya bixwê/44474 .

(bnr: kî zava! kî paşa! nazim zava hêê!)



05.07.2014 11:35 | ceso

66. îskarê şik ji min re çêkiriye ku dibe ku destgirtiya wî tirk be.

(bnr: kurdên faşîst)



05.07.2014 12:52 | azadixwaz

67. nivîskarê ku dergistiya wî tirk nîne, kurdê dêrsîmê ye.



07.07.2014 11:09 | nazim tolhildan

68. vêga destgirtî ye.

ji ber ku destgirtiya wî dêrsimî ye, ditirsim ku li malê bi tirkî biaxivin. nekî ha!



07.07.2014 18:54 | simurg56

69. nivîskarê dilê me 'hinek' rehet kiriye. (bnr: peyama li jor)



07.07.2014 20:09 | azadixwaz

71. piştî ku dîtiye endazer vegeriyaye tirşikê hew îdare kiriye û wî jî xwe avêtiye ber bayê tirşikîzmê



21.08.2014 02:53 | ceso

72. li gorî îstatîstîkan 15. mijara herî popûler ya tirşikê ye.



21.08.2014 08:28 | simurg56

73. wextekî digotin ji xwe re yek dîtiye wê bizewice lê pêjn jê nehat.. me bi ser navê tirşik kompanyê xealata xwe û çelenga xwe ya kulîlkan amade kiribû de nazim bizewice em jî herin daweta wî çend parî tirşik bixwin, çavê xwe li keçikên spehî yên berzewac bigerînin, govendê bigerînin filan.. *



16.09.2014 16:36 | endazer

74. XWEDÊ HEZ BİKE, DEWATA MİN Ê, Dİ 11Ê COTMEHÊ DE Lİ STENBOLÊ Û Dİ 18Ê COTMEHÊ DE Lİ ÎDİRÊ BİBE. li vir gazî hemû tirşikvanan dikim; yên ku bikaribin werin bila li ser serê min, li ser çavên min werin. deriyê mala min, her dem ji her kesî re vekiriye. **



16.09.2014 18:28 | nazim tolhildan

75. min seh kir ku dizewice (çi kêfxweş û hestyar bûm gidî) li ser xêr û xweşiyê be bila her û her li gel evîna xwe şad û bextewar be, di bahlifekê de pîr û kal bin, lê li dû zewacê tirşikê ji bîr neke*

heke derfeta min hebe belkî ez ê bêm daweta te, kî zane, belkî..



17.09.2014 20:57 | ferhenga şikestî

76. yek ji hêjatirîn nivîskarê tirşikê ye. belkî jî êdî ne "ye" ye lê "bû" ye. zû de ye qet xûya nake ..



30.10.2014 01:33 | brusk56

77. nizanim çima lê kengê bibînim navê wî, weke * dixwînim. bila ji min nexeyîde *

ez bwer im ji ber ku di tirşikê de meyla mirov her tim li ser kurdî ye loma nizanim ji nazim nastir tê.



25.11.2014 22:08 | simurg56

78. nivîskarê ku pir balkêş e. nizanim ka di vê (uciezkvidyêvp/53619) peyama xwe de espirî kiriye an bi cidî nivîsandiye. ger espirî be, espiriyên wî bêtir balkêş e..



13.12.2014 15:39 | mergehez

79. yê ku dilê min jê maye û piştî vê saetê êdî ji bo min bîtmîş bûye.

min digo kes min nas neke, nazim ê min nas bike, û ji bo wî di nav peyamên xwe yên bi vî navê xwe yê nû de min têra dinyayekî şûn û şop jî hêliştin ji Ûsluba xwe ya berê.

niha jî derketiye rêya kerxane û meyxaneyê datîne ber min. ji bo ku serxweş bibim an ji kêf û zewqê ji hiş bikevim kerxane û meyxane ne lazim e ji bo min nazim. bi hêz û qeweta peyvê dikarim her hacet û îhtîyaceka xwe bicih bînim. *



13.12.2014 15:51 | uciezkvidyêvp

80. nivîskarê maneya reş kirinê nizane ye.

(bnr: berxweda/54086">berxweda/54086)



wekî din ez jî bi gotinê wî yê din re me. ez qebûlê dîktatoran in jî bo Kurd, Kurdî û Kurdistan.ji ber wê ye ez li bakur dengê xwe didim tevgerên li dijî wan in û piştgiriya wan li ber dijmin dikim.



lê ez xwe tu carî ji bilêvkirina çewtiyên wan kêm nakim.



20.12.2014 14:28 | berxweda

81. nivîskarê ku gelek ji yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin diket.Xudê wan ji êkudu veneqetînît. *



23.12.2014 02:49 | vêca çiyeeee

82. nivîskarê hemû peyvên li ber pkkê derdikeve ji xwe re hîs dike ye. ji ber vî halî xwedê alî wî bike..



biner /56912



17.01.2015 20:32 | berxweda

83. rastê, li hember hemû reşkirinên dijî pkkê heya ji destê min tê berê xwe didim. ger tu bêjî ku ev tiş hemû tiliyan di qûna xwe hîs kirine, wê demê gotinên min xilas dibe. tişteke ku ez ji te re niqaş bikim nemaye. xwedê te bihêle.



17.01.2015 21:12 | nazim tolhildan

84. tolhildêr û heyfhildêreke temam e. ti kes nikare ji dest wî bifilite *



18.01.2015 09:10 | oxir

85. ji entryên dirêj hez nake *



19.01.2015 00:50 | ferhenga şikestî

87. nivîskarê piçek xwesteka fahm kirinê di serê wî de tuneye ye. nizanim bê wê ferqa reşkirin û eşkerekirina reşikên tiştekî ji hev derxe. (bnr: berxweda/54086">berxweda/54086). radibe û dibêje reşkirin rûdinê û dibê reşkirin.



bila bizanîbe ez ê her reşahiyên pkkê û tevgerên tirrîka wê ku nikarim navê wan rêz bikim(bi rastî jî nikarim û bawr nakim kes karîbe jî) bi lêv bikim. bila ew her tiştî wek reşkirinê bibîne lê bila nekeve nav mijarên fahm nake. dema ew werr dike wek 95% partiya xwe tevdigere, tiştina dike/dipeyive lê nizane çi dipeyive an ji bo çi dipeyive.



10.02.2015 02:06 | berxweda

88. nivîskarê ku meraq dikim gelo di derbarê 03.21.2015 nameya ocalan û ruhê eşmeyê de çi difikire



22.03.2015 16:19 | ferhenga şikestî

89. Nameyeke ku di tê de xêncî ruhê eşmeye ti tişteke nû tuneye. hema bêje hemû gotinên Öcalan ên di vê nameye de, jixwe li dolmabahçeyê bi devê sırrı süreyya önder ve dîsa weke gotinên Öcalan hatibû gotin. Yanê ev namê tenê dubare kirina wan gotinan bû. Heta ev name eşkerekirina armanca pêvajoya çareseriyê a li ser pkk’ê bû. Yanê bi tirkî “malumun ilanı” bû. Jixwe armanc di dawiyê de di şert û mercên erênî de sîleh berdana pkk’ê nîbû???

(bnr: 28.02.2014 banga ocalan ya ji bo çek danîna pkkê).



Gelek rexne ji bo vê nameyê û helwesta Öcalan tên kirin. Ez xwe jî gelek caran helwesta Öcalan rexne dikim. Lê heta ji destê min tê, rexneyên xwe avayekî bi feyde dikim. Hez nakim ku gotinên min qet kesekî jî ji pkk’ê an jî ji hdp’ê sar bike û dûr bixe. Û çi dibe bila bibe serhildana Öcalan û şera gêrîlla a 30 salî zêdetire berdewam dike, her dem ji bo min yê tişta herî pîroz be. Dîsa heta ji destê min tê rexneyên xwe di platformên weke tirsik. net’ê û gelek malperên înternetê de weke polemîkan nakim. Heman hesasiyetê ji bo gelek rêxistin û kesayetên kurdan ên din jî nîşan didim.



Lê hemîn ferhenga şikestî ê hêja ev pirs ji min pirsî, ezê bidil fikrên xwe yên taybet bêjim: Öcalan di vê nameye de dû heb tiştên girîng dibêje, lê ev cara yekemîn nîne. Heman tiştana berê gelek caran gotibû. A yekemîn: merhaleya ku kurd bi şer ve bikaribin biçin êdî çûne. Yanê êdî tişteke ku bi şer ve em bikaribin bi dest bixin nemaye û êdî gerîlla li hember dewleta tirk mîsyona xwe temam kiriye. A duyemîn: Ruhê eşmeyê. Ango bi gotineke cûda ve “biratî û hevkariya gele kurd û tirkan”. Gotinên nû nînin lê girîng in. Dîsa jî tenê li ser du rûpelan, nirxandina nameya öcalan tişteke şaş e. divê pêşiyê em îdeolojiyên pkk’ê û 99’an de dûv girtina Öcalan re guherîna îdeolojiya pkk’ê bifikirin. Ger em fikrên Öcalan ên 99’an şûn de biperêzin wê demê di vê nameyê û 16 salên pkk’ê ên derbasbûyî de ti şaşiyek, an jî ti tişteke em zêde rexne bikin tuneye. lê dema ku em îdeolojiya pkk’ê a 99’an şûnde neparêzin wê demê divê em ne tenê vê nameyê, divê em hemû 16 salên dawîn ên pkk’ê jî rexne bikin.



Dema ku fikra Öcalan a bi navê konfederalîzma demokratik derkete holê ez hê piçûk bûm. Lê malbata min jî weke hemû malbatên kurdan xwîna wê di rê ya kurdîstaneke serbixwe de hatiye rijandin. Weke hemû kurdan di xiyalên min de jî dewleteke me kurdan a azat hebû. Lê dema ku ez hîn bûm ku demokratik konfederalîzma öcalan dijî hemû dewletên neteweyî û bi vê prensîbê ve dijî dewleteke neteweyî a kurdane jî, wê demê xwîna min di tamarên min de cemidî. Min gelek caran ji xwe pirsî: çawa, çawa, çawa û çawa….çawa em dev ji dewleteke kurdan a neteweyî berdidin. Çima emê destê tirkan, ereban û farisan bigrin û jiyaneke bi hev du re xiyal bikin…



Bi rastî qebûl kirina vê fikrê tişteke pir zor bû. Lê roj bi roj mirov him bi laşê xwe ve him jî bi mêjiyê xwe ve mezin dibe. Wextekî şûnde ferq dikî ku fikrên te jî guheriye. Rewşa dinyê, şert û mercên kurdan û a dinyê baştir fêhm dikî. Di dawiyê de ferq dikî ku rûmeta rû yê me hemû kurdan gerîlla êdî misyona xwe a hember dewleta tirk temam kiriye. Edî bi şer ve rê ya ku tu dikarî biçî, te qedandiye. Wê demê biryarek tenê dimîne. Madem ku edî tu yê şer nekî, wê demê divê tu ji xwe re rêyekê xêz bikî û heta ji destê te tê gelek tiştana berdêlî sîleh berdanê ji dijminê xwe bistînî. Ya ku Öcalan dixwazê bike ev yeka ye. Bi rastî helwesteke raste jî. Ji ber ku êdî ew barê giran a me daye li ser milên pkk’ê divê êdî sivik be. Ango êdî divê rêya siyasetê vebe û gele kurd bi siyasetê ve, bi demokratîkbûna tirkiyê ve mafên xwe yên mayî bi dest bixin. Ango li vir şûn de êdî mesûliyeta gel dest pê dike. (bnr: heta hetayî) em nikarin kurdbûna xwe bi xwîna pîroz a gêrîlla ve biparêzin. Divê em gelê kurd êdî berpirsyariyê bidin stûye xwe û her çiqas fikrên me cûda be jî, bi hev re doza kurdistanê bi rê ve bivin. Ev nameya Öcalan jî bi avayekî, eşkerekirina vê yekê ye. Vê yeke ne tenê kurdan re, hemû gelan re diyar dike. Öcalan dibêje pkk’ê êdî mîsyona xwe temam kiriye. Li vir şûn de kar karê gel e. me doz heta vir anî, li liv şûn de hûnê berdewam bikim. Û hdp jî encama vê siyasete ye.



Xêncî wê, tişteke girîng dîsa heye. Ger mirovek rexneyan tiştekî bike divê di heman demê de pêşnîyariya xwe an jî alternatîfa xwe jî bêje. Lê mixabin gelek zanayên me kurdan dema ku rexneyan li nameyên Öcalan, rê ya ku Öcalan nîşan dide, û pkk’ê dike; ti pêşniyarî an jî alternatîfekê jî nabêjin. Ez xwe jî gelek caran difikirim. Gelo me çi bikira û gelo em çi bikin yê baştir be… heta alternetîfeke ku fikrên Öcalan baştir û xurttir dernekeve divê em tev piştgiriyê bidin vê siyasete.



Di derbarê ruhê eşmeyê de jî zêde dirêj nekim. Bi ya min, ev gotina Öcalan tenê taktîkek û manewrayeke siyasî ye. Bingeha wê tuneye. bi taybetî jî di şera kobanê de helwesta dewleta tirk nîşan da ku di navbera me de pêkanîna biratî ne hevkariyê tişteke hêsan nîne. Jixwe herdû gel di aliyê hestan de têra xwe parve bûne.







23.03.2015 12:11 | nazim tolhildan

90. nivîskarê ku di vê peyama xwe de ceso/52489 stranekî diyariyê min kiriye lê xuyaye stranê temaşe nekiriye ji ber ku video piştî destpêkirinê li dijî darwînîzmê dest bi propogandayê dike* me nizanibû ku nazim ji terîqeta adnan oktar e bi vê yekê em têgihîştin ;) henek li alîkî bila ji kerema xwe re wê vidoya eletewş jê bibe lo lew re qet bi mijara ceso nakeve

sererastkirin;

malî ava be, daxwaza min kiriye rojeva xwe û videoyê jê biriye ✌️



23.03.2015 23:03 ~2015.03.24 15:46 | ceso

91. Nivîskarê ku bi vê peyama xwe civîna nivîskarên tirşikê a li girava lostê/62135 me ji kena kuşt *



24.03.2015 15:24 | brusk56

92. nivîskarê tirşikê ya ku bi îlm û fikrên hevalek heja ye. dostek qedîm e. lê vexta ku kala partiya wî dibe pir bihêrs dibe. xwezî rojek ware ew bixwe sîyasetê bike ku em wê partiyê hebek hez bikin. lê nuha; bebexşe heval ew partiya di riyeka rind de nine.



04.04.2015 16:40 | cinorek

93. Nivîskarê jiber ku endazer gelek tênakevît tirşikê sebra xwe bi cînorek tînît..



04.04.2015 17:02 | vêca çiyeeee

94. yek ji ulkuciyê partiyê ye. bi her hawî dibêje ez neteweperwerim lê tevgerî wî û yên ulkuciyan gellekî dişibin hev. heke di jiyana rastîn de jî wek vir be xwedê me ji wî bisitirîne.



04.04.2015 17:12 | berxweda

95. armanca min tenê diyarkirina heqeretên cinorek bû. dema ku cinorek ji hdp'ê re dibêje "sedî sed partiya gû" pirsgirêk tuneye. lê dema ku ez şaşiyên wî tînim ziman dibim ulkucuyê partiye.

(bnr: ayıp ettin iki gözüm)



04.04.2015 17:44 | nazim tolhildan

96. dilê min ji kurmanciya wî dixele, ji xwe dema ez dibînim li jêr her peyameka xwe de binêrinên bi tirkî dide, û qaşo bi van binêrinan xelkê keys dike îcarî ruh ji min diçike! tu bêjî di nav peyamên wî de tişteke maqul û beraqil heye, ew jî nîne, di tirşikê de li hêviyê ye ku yek rexneyekî bîne ser öcalan an pkkê û ew jî bersivên ji qÛna xwe bide, ev çi qas e ez ê di tirşikê de dinivîsim min hêj nedîtiye li hemberî rexneyekî berevaniyeka maqul kirî..

di wêjeya kurdî de çend nivîskar hene ji ber ku bi tirkî tu bi ser nexistine hatine bi kurdî dinivîsin, ji xeynî wê kurdiya wan a kelî û rijî tu taybetiyeka wan nîne, nazim jî li ber dilê min yek ji wan nivîskaran e.. lê bila dilê xwe negire Û binivîse, ji kurdî re yên wekê nazim jî lazim in..



05.04.2015 03:36 | endazer

97. Nivîskarê ku ev çi qiyamete li ser wî dimeşe nizanim. min biborînin, lê ezê neçar dîsa peyameke dirêj binivîsim. Ev qiyamet, li ser reaksiyona min a li hember peyama cinorek a derheqa hdp'ê de dest pê kir. cinorek peyama xwe de çi gotibû? weke gelek dijberên pkk'ê dîsa dest bi heqeretan kir û ji hdp'ê re got hundred percent partiya gû. ango sedî sed partiya gû. ev çi şewaze û ev çi dijberiye nizanim. min dixwest ku ew dijberên pkk'ê ên din bihatana û bigotana "kuro cinoreko ev gotina te tişteke şaş e, wiha dijberî nabe". lê wan çi kir? hema li ser min ve hatin. li ser de ne yek ne dudo, hemû bûn yek û bi hev re bi kompleksa xwekêmdînê ve êriş dane min. xwedê ji we razî be. bi vî avayî helwesta we diyar dibe. armanca we, diyarkirina şaşiyan bûya û jixwe ya insaniyetî û wijdanî ew bû, we yê cinorek rexne bikira. lê niyet û armanca we diyarkirina şaşiyan nîne, tenê dixwazin ku di kesayeta nazim tolhildan de sempatîzanan bêrûmet bikin. spas ji we re...



em werin li ser peyama endazer a li jor. dîsa min biborînin, ji ber ku ezê hevok hevok ji peyama wî re bersivên xwe bidim. di destpêke de dibêje ku "dilê min ji kurmanciya wî dixele, ji xwe dema ez dibînim li jêr her peyameka xwe de binêrinên bi tirkî dide, û qaşo bi van binêrinan xelkê keys dike îcarî ruh ji min diçike. dikim nakim fêhm nakim. çi têkilî di navbera vê meselê û asta kurmanciya min de heye nizanim. haa min di serî çi got. armanc bêrûmet kirina nazim tolhildan e. li ser seran, ser çevan. li ser de min tu carî îdîa nekir ku ez di asta mamoste endazer de kurmancî dizanim. xêncî wê dema ku gotinek rast be kurdî, tirkî, erebî, îngilizî bûna wê ne girîng e. ji kerema xwe re destûr bide ku biryara başî an jî nebaşiya kurmanciya min yên peyamên min dixwînin bidin. em werin hevoka duyemîn: tu bêjî di nav peyamên wî de tişteke maqul û beraqil heye, ew jî nîne, di tirşikê de li hêviyê ye ku yek rexneyekî bîne ser öcalan an pkkê û ew jî bersivên ji qûna xwe bide. erê we şaş nebihîst. dibêje bersivên ji qûna xwe. bi rastî êdî ez ji şêwaza wî metel namînim û carinan difikirim, gelo çi ferq di aliyê şêwaz de, di navbera cinorek û endazer de heye...hûnê bi vî avayî xelkê rexne bikin û fikrên xwe diyar bikin ku em jî fikrên li gor we rast biparêzin. hûnê bi vî avayî xelkê îqna bikin. bi beraqil bûn û maqûl bûna peyamên min jî li gor te tuneye, dîse ser çavan. lê yên ji peyamên min dixwînin û giramî digrin jî hene. li ser xatirê wan ezê binivîsim. xêncî wê, weke te got ez hêviya rexneyek bê öcalan û pkk'ê ku ez bersiv bidim nînim. min nezîkî 2000 peyam nivîsiyê û %95 derheqa pkk'ê an jî öcalan de nîne. kerê ker û kor û lal dizanê ku ev reaksiyona min tenê ji ber heqereta cinorek bû. jixwe zûdaye min biryar dabû ku bersivên rexneyên li ser öcalan û pkk'ê nedim. li aliyê me dibêjin "yên xwe şik herkesî wek xwe dizanin". di dawiyê de wiha gotiye: di wêjeya kurdî de çend nivîskar hene ji ber ku bi tirkî tu bi ser nexistine hatine bi kurdî dinivîsin, ji xeynî wê kurdiya wan a kelî û rijî tu taybetiyeka wan nîne, nazim jî li ber dilê min yek ji wan nivîskaran e. lê bila dilê xwe negire û binivîse, ji kurdî re yên wekê nazim jî lazim in. kekê endazer dîsa rê ya xwe şaş kiriye. kuro ez ne nivîskarê wêjeya kurdî me. ez tenê weke kurdiya xwe di tirşikê de dinivîsim. ez ne helbestvan im, ne nivîskarê çîroka ne jî nivîskarê romanan im. tenê rebenekim û di tirşikê de dinivîsim. ev berawird kirin çî ye îja. xêncî wê dîsa dubare dikim, ti têkilî di navbera gotinên min û ev nivîsen endazer de tuneye. tenê dixwaze min bin pê bike. bila wek camêran bihata û bigota gotina cinorek gûxwerine û ew tiştên ji vê mijarê ve giradêyî nînin tev lê nekirana, bila cigerê min bixwe.



wekî din, çend peyamên îro de rastî resteqîn jî hatim. carekê li ser wî ve çûm, xeyîdi û dev ji tirşikê berda. weke 6-7 mehan nenivîsî. êdî hez nakim li ser ve biçim, lê çend gotinên wî ên piştî vê meselê wî got û zora min çû divê ez bêjim. di peyama a mijara ji bo sempatîzanekî qonaxa redkirina gotin û kirinên öcalan û pkkê de milyonan kesan re dibêje kerên bêmêjî. têrê nakê dibêje ehmeq. paşê jî dizvire û dibêje ew kesên ku bersiva min bidin qelîteya wan weke qelîteya bersivên wan in. wê demê bi van heqeretên te ve qelîteya te çawa dibe... jixwe serokên wan dijberana endazer jî wan milyonan re gotibû ehmeq. berxweda ê dijber di peyameke xwe a jor de ji min re got ülkücüyê partiyê. lê bi xwedê nîvê heqeretên rasteqîn, cinorek û yên endazer zora min neçû. ji ber ku camêr peyveke li gor min heqeret bêje jî ji min re tenê dibêje, gelemperî nake. lê endazer û rasteqîn û cinorek rêyeke şaş de ne. gotinên tûj nînin, rasterast heqeret in ji milyonan re...











05.04.2015 12:04 ~12:12 | nazim tolhildan

98. cinorek/63994

hundred percent partiya gû/63894

hundred percent partiya gû/64032



nivîskarê ku piçeke neqehiyê dike, divê li entryên jor binihêre



05.04.2015 12:43 | ferhenga şikestî

100. nivîskarê ku yek bi yek hevokên dijberên pkk ê li laboratûvara xwe analîz diket û ji hevokan heqaretan derdixînît û wek mijar li tirşikê zêde diket. *



05.04.2015 15:07 | vêca çiyeeee

101. fikrên mirov çi dibe bila bibe, divê mirov bi her avayî dijûn û heqeretan dûr bikeve. ev du rojin niqaşên di tirşikê de diqewimin gav bi gav kesayeta mirov xera dike. heqeretek nema ji min re nehat kirin. ker, ehmeq, kerê bêmêjî, kerê neehmeq, kole û hwd. lê min qet di peyemeke xwe de heqeretek nekir. û di aliyê îdeolojiyan de jî min tiştek negot. tenê min got ku fikrên xwe bê heqeret diyar bikin. lê ez her çiqas bêjim heqeretan nekin jî wan qat bi qat zêde berdewam kir. li vir şûn de, an divê ez jî bibim hevalê wan û ji wan jî zêdetir heqeretan bikim, an jî divê ez mala xwe bar bikim û ji tirşikê dûr bikevim. min hêvî dikir ku hemû tirşikvanan, sempatîzanan û dijberan jî heq bidim min û wan heqeretên di tirşikê de lanet bikin. lê mixabin yek ji min re dibêje "format heval", yê din dibêje "neheqiyê neke, me bersivên wan da", yekî dinê dest bi qala êrîşên sempatîzanên pkk bike, yekî din ê bêje "yaw temam bes". erê hin nivîskaran bersiv dan lê bi avayekî sivik. hinekan jî fêhm nekir ku mesele ne dijber bûn, an jî ne sempatîzan bûn e. mesele heqeret e. yanê ya ez dibêjim ewe ku, kesekî li hember heqeretan helwesteke xurt nîşan neda. helwesta tirşikvanan, moderatoran, sempatîzanan û dijberan, rê ya heqeretan vekirin pêştir tiştek nîne. samîmiyeta kesî bawer nakim. di vê rewşê de ez jî hez nakim ku şêwaza ku li hember kesên ku ji min re heqeretan dikin xera bikim. ji ber ku dawiya van niqaşên qirêj tuneye. ger wisa bikim, demeke kurt şûn de ezê bibînim ku karaktera min jî xera bûye.







05.04.2015 20:57 | nazim tolhildan

103. ku ez vê nivîsê nenivîsînim wê îşev xewa min neyê..

kek nazim jî pirr baş dizane ku gelek kêfa min jê re tê, min gelek caran jî gotiye û cardî dubare dikim, di warî heqeretên cînorekî de heta textika rastiyê mafdar e, xebera wî ye, û heqê wî jî heye ku hêviyên xwe ji me re veke..

ji xeynî çend mijaran, bi giştî em bêravajiya hevudu difikirin û vê yekê jî tînin zimên lê min tucar li hemberê nazimî bêhurmetiyê nekiriye, bila her tişt li aliyekî, mezinê min e, emrê wî ji min mezintir e.

min gotina xwe ji cînorekî re gotibû û bi ya min ew gotin bes bû(heke fêm bike)

bila kes xwe eciz neke û dawa terikandina tirşikê jî neke, em hemî dikarin di vê qadê de bihewin, siyaset germ e kurdistan germ e em ji pêvajoyeke qirofek ve derbas dibin, gelek jî normal e

azadîwxazjî ji bo kesên ku naçin rayên xwe nadin re van gotinan gotibû /64078 ku min jê tawanbarî û îthameke weha hêvî nedikir, bila saxiya canê wî be..

bi ya min gotinên camêr jî bi awayekî ji awayan heqeret e, pûçkirin û piçûkxistina helwêsta hin kurdan e.. neyse



05.04.2015 21:08 ~21:14 | ferhenga şikestî

104. nivîskarê ku ji ber gotinên xelkê xwe zêde aciz dike û bersivên dirêj dinivîse.

ger em li vir bikarin bi zimanek nerm û maqul gûftûgoyê bikin, heye ku em nêrînên hev û din nêzikî hev bikin. lê ger zimanê gûftûgoyê veguherîbe zimanek tûj, jixwe êdî divê mirov hêviya xwe ji wê gûftûgoyê bibire û biqedîne.



loma pêşniyara min jê re ew e ku dema dît ku gûftûgo ber bi gû ve diçe (jixwe navê wan jî dişibin hev) bila hêdika derbasî mijarên din bibe û serê zêde pê neêşîne.



05.04.2015 22:26 | simurg56

105. nivîskarê ku li ser navê wî pirr tişt hatiye nivîsandin. dema min tune ye ku ez bixwînim, bila dilê xwe meke.



lê meriv dibê qey paşnavê wî ji paşnavê abdullah öcalan hatiye wergerandin. bi vê yekê ve jî diyar dike ku pabendê bîreweriyeke navneborî ye.



05.04.2015 22:45 | serhednişîn

106. yek ji wan nivîskarÊn tirşikê ye ku uslûba wan serast, nêrînên wan bi awayekî normal Û xweDî nivîsandineke nerm e. peyamên li jor hatine nivîsandin qet wî pênase nakin! mirovekî hêja ye li gorî min. di warê îdeolojiyÊ de jî di warê uslûbê de jî nêzîkî min e. kurmanciya wî diyar e ku di çi astî de ye. jixwe wî jî gotiye ku asta kurmanciya wî ne weke asta kurmanciya mamosteyekî ye. yanî bila kes neyê bi zimanekî tûj kurmanciya wî rexne neke. ger meriv bixwaze şaşiyên kesekî/ê sererast bike, dikare bi zimanekÎ nerm rexne bike û şaşiyên wî/wê kesî/ê jê re bibêbe. pir zêde nerin li ser wî. êdî dev jî wî û zimanê xwe yî tûj berdin!



05.04.2015 23:01 | mergehez

107. Dibem qey ji polemîkên derheqê pkk û hdpê dûr bikeve çêtir e..pêşiya me hilbijartin e û em hê jî ji bo xebatan li insana digerin, şûna cinorekê li uzakdoğu dijî û rasteqînê evindare israêl îkna bike, li kû bajarî be li wir tev li xebatên hilbijartinê bibe, arî me bike emê keda wî jibîr nekin

gerçîî belkî nav xebatan de aktîf be jî, belkî ez gunehê wî dixwim, hey wiha be problem nîne, lê dîsa bêjim navê vir tirşik e nazim, li vir pevçûn ne lazim e nazim...



06.04.2015 14:53 | kevçiyê dil

109. xeberxweşek e, camêr gotineke xirab jî negot lê gotinên wî hatin manîplekirin. lê dîsa şêwaza xwe xira nekir.

*[yê xweyîheq tu yî.!!]



06.04.2015 19:45 | xendekî

110. (bnr: daçek)

(bnr: ji aliyê)..

(bnr: bi aliyê)..



07.04.2015 23:54 | mergehez

111. nivîskarê ku heqareta brusk56 bibîne wê fahm bike ku li hember heqaretê kes dengê xwe bilind nake /64890 *



11.04.2015 17:05 | berxweda

112. yahû li kû ye ev camêr?

min bêriya wî kiriye:(



03.05.2015 22:20 | ferhenga şikestî

113. nivîskarê ku di hdp'ê de, ji bo hilbijartina giştî a 2015'an, li îdir'ê xebatan dimeşîne, ji ber wê heya 7'ê hezîranê nikare binivîse.



04.05.2015 11:33 | nazim tolhildan

114. (bnr:azerî/74791) dijûn û heqaretên kesanedîtî li miletê azerî kiriye, ji ber çi? ji ber ku tekerê erebeya wî teqandine.. bi vî mantiqî heqê tirkan jî heye sibê heta êvarî dijûnan bikin kurdan, ji ber ku ciwanên kurd jî gelek caran li bajar û metropolên tirk erebe û dikanên wan dişewtînin..

ka li kû ma biratiya gelan, ortak vatan, demokratîk ulus nazim heval?! ma ne eyb e tu ji bo çend qurîş malê dinyayê hemû ferdên miletekî bi bênamûsiyê tohmetbar dikî?? *



09.09.2015 23:08 | endazer

115. bikarhenerekî bi sebr e. berî vê carê sê caran tekerên erebeya wî teqandine lê wî deng ji xwe dernexistiye. azerî/74791



di vê rewşê de gellek henek dikare were kirin lê rewş ne rewşa henekan e.



09.09.2015 23:21 | berxweda

116. nivîskarê ku erebeya wî heye*



09.09.2015 23:30 | ferhenga şikestî

117. kesê ku mafdare çêrî azerîyê tekerê ereba wî teqandîye bike jiber ku çi heq û deynê bavê wî kesî lê heye ku liser tekerê wî teqînîyan pêktîne? lê ne mafdare tevekê azerîyan bide ber dijûnîya... û bila ji kerema xwera hinek kes me û tirkan nedin berhev ger em erebeyên tirka bi şewitînin mafê wan tune ew dijunîyan bikin jiber em mafdarin ew heqê me dixwun.



09.09.2015 23:51 | shorbevan

118. Bi qasî xuya dike yan niha serokê hdpê yê bajêr e yan jî bûye namzet-namzetê hdpê û namzetbûn bi heq nekiriye. Ji xeynî van tiştek naye bîra min.

xwedayê reben hifza erebeya wî bike û dîsa erebeya wî bisitirîne*



10.09.2015 00:03 | mergehez

119. nivîskarekî reben e, hema çi bû ku tiştek li ber devê xwe revand, bi xafilî tiştek got û hemû gelê azerî sûçdar kir. lê endazerê me qet vê fersendê direvîne* bavo piçek însaf bikin. qet nebe bila kıznaz xanim nebihîze. yoxsa meni indî öldürebiler balam*



10.09.2015 13:42 | nazim tolhildan

120. nivîskarê me fahm kiriye kêfa wî ji henekan re jî tê. ez jî henekekê pê bikim.



nazim dor hatiye ser stepne, wî baş veşêre ha *



10.09.2015 15:11 | berxweda

121. xwelîsero qene nikare li hêrsa xwe jî bibe xweyî..

nimûneyek baş e ji bo îradeya ku bi derewên biratiyê hatiye pasîfîzekirin..

peyama min a pêşiya vê ya li jêr vê mijarê tenê îronî bû, ez şûna wî de bûma, yekî belesebeb tekerê ereba min teqandibûya an hema zirar û xusarek biçûktir dabûya min, bi xwudê sê roj û sê şevan min ê çavdêrî li erebeyê kiribûya û yê bi qesta xirabiyê nêzikî erebeyê bibûya min ê kîrê hemû kerên kurdistanê berdabûya ser quzzê jina wan..



10.09.2015 17:09 | endazer

122. (bnr: yarê debestaniyê men)



09.10.2015 17:43 | cinorek

123. nivîskarê min hê jêre ne gotiye tu bixêrhatî ez jî dibêjim çima evîya bi peyamên min dibehece û çavê wî barnade û çavê wî li şere.. bixêrhatîye û bi xêr here.



20.11.2015 00:18 | shorbevan

124. gem/80631 kesê bi vê peyama xwe gunehê meriva bi xwe hanîye û hê jî nedaye nîşandan ku gem çiye

werîse, kindire çiye bawerbin ewê jî bi xêra me hîn bibe..



20.11.2015 00:52 | shorbevan


126. min aniha vî peyama wî dît Here lînkê pir serkeftî bûye *



30.03.2016 21:28 | kurê xelkê

128. nivîskarê ku ji ber baran a çepikan şerm kir û neçar offline bû*



04.04.2016 12:40 | nazim tolhildan

130. Ew nivîkarê ku min di vê peyamê de zikat/87256 bêbextî lê kirî û bedbînî kirî ye. Ji ber ku min li ser baweriya wî rexne kirî ye. Halbûkî ez baweriya wî nizanim û wî baș nas jî nakim. Heke Zanibim jî ne karê min e kû behs bikim. Bo ve yekê min xeletî kir û lêborînê jê dixwazim.



Camêr ez rexne kirime û șîreteke gelekî baș li min kiriye. Bona șîretê xwidê jê razî be. Bi șîret û sererastkirina wî pir kêfxweș bûm.



19.05.2016 10:32 | gumgumok

131. Nivîskarê ku piranî ez û ew li meydana tirşikê tenê bi serê xwe govendê digirin e.



22.05.2016 11:16 | gulêê

132. nivîskarekî hêja ye. nivîsên wî yên li ser avahîsazîyê hêja ne. (bnr: têgehên avahîsaziyê)



yek jî heta niha (bnr: masîyên şor) nexwarîye. ez dixazim kupek masîyên şor jê re diyarî bikim.



26.05.2016 00:52 | bûtîmar

133. nivîskarê ku ji ber peyama li jor a hozan serhad pir kêfxweş bûye. spas ji te re kek serhad. lê zehmet neke. înşellah rojekê di civînekê de tu yê masîyên şor bînî, ezê jî rîçala bacanê reş bînim û emên bi hev re tev bixwin*



26.05.2016 12:15 ~12:16 | nazim tolhildan

134. min niha peyamek li jêr navê wî dît, hema xwudê stirandiye ;)

û min bêriya civata wî kiriye, çima nayê amedê û çima em civînekî ji bo xaitrê wî çênakin?



14.08.2016 17:28 | endazer

135. Nivîskarê ku bi lez û bez partizaniya xwe nîşan daye bi gotina qaşo biaqila malê . Yek ji taybetmendiyên partîzanan - nabêjim alîgirê pkk ê - jî ew e ku wexta kesek fikrên xwe yên li dij wan dibêje dest bi heqaretan dikin *



24.09.2016 15:52 | biaqila malê

136. dema ku navê xwe li alyê çepê di nav mijaran de dibînim, bi tirs pêl navê xwe dikim û dibêjim "gelo dîsa kê çi dibêje, kîjan niqaşeke mijareke din anîn û di bin navê min de berdewam dikin".



de çi bû, bû. em werin li ser meselê. melese rengîn şero bû. min ewqas tişt nivîsand lê peyva "qaşo" zora biaqila dinyê* çû*. bi vî avayî fêhm dikim ku mafdariya min qebûl dike an jî qebûl nake lê nikare bersiveke tijî bide. ji ber wê encax boçika peyvekê digre û mijarê diguherîne. herwiha bila baş bizanibe ku "qaşo" ne heqeretek e, tenê laqirtiyeke. eger em behsa heqeretan bikin bila hevoka xwe "erebek pîsê kotî" binêre.



24.09.2016 16:15 | nazim tolhildan

137. Nivîskarê ku we çêkiriye ez di tirşikê de wekî demek ji berê dîsa çalak bibim û tîrên xwe yên welatparêz li çav û dilên reşpropaganistan biçikîlînim.de haydê...



24.09.2016 16:33 | cekdar

138. Nivîskare ku dixuye gelek ji ereban hez dike nexwe em wî fahrî ereb îlan bikin *



24.09.2016 16:40 | biaqila malê

139. yek ji wan nivîskarên tirşikê ye ku fikrên xwe xweş tîne ziman û bêyî ku heqaretekê neheqiyekê li kesekî/ê bike li ser mijaran li gora dilê xwe dinivîse. we dî mirov dema ku tiştekî ku ne li gorî dilê wan e, bibîne, da ku wî tiştî pûç derxîne wateyeke din dîdinin ser û mijaran vediguherînin mijareke bê eleqe. di tirşikê de jî hertim ev bûyera kambax tê serê nazim, nivîskarên din -nizanim çima lê- hertim dixwazin nivîsên wî pûç derxînin. lê tabî nikarin û tenê ew bawer dikin ku mijar pûç derketiye..



24.09.2016 17:40 | mergehez

140. niviskarê ku ji nûrê çêbûye. çavên te xwaro. dilê min î.



24.09.2016 22:44 | xendekî

141. bala min lêye a we jî lêye ku carna bela xwe li min dixe jiber me carek li hev dirêjkiribû ezê dîsa wisa nekim.. min ne bi dilek xeydandî got; tu li mala xwe ez li mala xwe jiber dilê min ji kesî namîne an ew deqeye... min berê wî ji ferhenga şikestî pirsî got merivek başe... ez hêvî dikim wisaye, ez çepikan jî didimê lê naxwazim jêre bidim nîşandan jiber ewê (bnr: qurre) bibe.. lê çi ji min dixwaze? ha tiştê dixwaze nexêrxwazî be an hesûdî be jî nexema mine û ez hêvîdikim û dixwazim wekî ez bela xwe bi henek bi endazer dixim yê wî jî ev be henekên wî wisabin * an ez dînim rapora min heye kes nikare wî jinav lepêmin derxe *. ji xwera spas dikim.



29.09.2016 20:03 | shorbevan

142. reşşik daye vê peyama min shorbevan/94933, bira fikrên xwe yên diderbarê minde ji serê xwe azadbike, an derxe holê.. ezê jêre kêm nekişînim, derdek wî hebe têra wî bijîşk hene an ger heneka dike henekên wî ji yên min jî nexweştirin bira haya wî jê hebe



16.10.2016 12:10 | shorbevan

143. ya rebbî ya xaliq! bi zorê devê min vedike. kuro kerê çolê, te benê xwe qetandiye? her cara ku benê xwe diqedînî neye li vir nenivîse. min reşik meşik nedaye te. tenezûl jî nakim. tu hê zarokê duh na pêr î. ger reşik bidim te, divê bidim hemû peyamên te. lê ew qas zemanê min jî tuneye. kê reşik daye te here dewa xwe ji wî re bibîne. yê ji te aciz ez tenê nînim. ev yek.

ya dudo, hema bêje min reşik da te. yanê yê çi bibe. tu yê ber xwe bikevî yan tiştekê ji te kêm bibe? tu jî here 100 heb reşik bide min. çepik û reşşik ji bo te ev qas girîng be, ezê li vir şûn de çepik bidim hemû peyamên te yên pênc quriş.

ya sisê, ji rûyê te de jixwe ez têra xwe ji tirşikê sar bûme, neyê bela xwe ji min nexwaze. lê ev sûcê te nîne. di sêrî de sûce mine ku dibim hevalê te. lê paşê jî sûcê rêveberiya tirşikê ye ku ev qas zêde ji bo te sebr dikin.

dawiyê de ji te re şîretek: tu hay ji xwe nînî. heya ku 50 heb peyamên kêrî pîvazekê nayên dinivîsî, tenê tişteke baş binivîse da ku kesek tinazan ji te neke û li hember te rêzdar bibin. sibê heya êvarê 50 heb tişt dinivîsî, lê top bikî ”zero”. tu heyfî, rewşa xwe rast bike, nebe maskot.



16.10.2016 15:53 | nazim tolhildan

144. ez zanim tu mezinî nizanî hurmetê bidî zarokî, lê tu zanî hertişt bi hemberiye te kîna xwe rijandiye hêjî te tevî nerijandiye rûyê xwe baş derxe holê.. berê li ser vê mijara (bnr: gem) min henek kir çibû ku te xwe zirtikand ? tevekê tirşikvana hanî diyarê me ji riyê tede simurg56 minda astengkir.. min divirde negot shorbevan/80641 ez êdî di dîna nanim ev peyam jî jibû te ketiye tirşikê cardin ne tu navê min zikirbike ne ez yê te.. piştî wî bû ducar sêcar tu jî wekî min dikî tu jî neke (bnr: donald trump)
dewa min ne reşike navê min bikarneyne min asteng bike ne lazim şopandina te û çepik û reşikên te..

dîsa dibêjim min astengbikin tu û yên bîna te ku sarin paşê mejbûrî reşik û çepikan nebin

şîretên xwe jî ji xwere bihêle ewê pir lazim bibin, peyamên min jî pere dikin nakin bira ew jî derdê min be kes bizorê nafiroşe nestîne hew, tiştê ez dikim qet jî ne masqotiye, ev ferhengeke ezê peyva were ber min li gorî zanebûna xwe lê zêdekim dixwazî bira sernivîsa bê peyam be, kêmasiya min hebe bi te bibe tuyê an hevalên te çêtir binivîsîn û here aşî jî bibe bi kesî negrî



16.10.2016 19:37 | shorbevan

146. Rîçala bacanên reș ya tirșikê ye.

dema ez çav wî dikim rîçala bacanên reș û wextê ez çav rîçala bacanên reș dikim ew tê bîra min. Xwidê bike ku di bihûșta wî de çemekî rîçala bacanên reș bi herike.

û pêlekê ji bo rîçala bacanên reș soz dabû shorbevan û hozan serhad. Gelo soza xwe aniye cih? *



11.04.2017 00:17 | gumgumok

147. ez gazî wî dikim bira vegere were binvîse.
de idî bese Nazim tirşikê bîra (bêriya) te kiriye haa



10.08.2017 23:26 | bûtîmar

148. Tirşikvanê ku ez meraq dikim gelo hê li îdirê dijî an na..



21.02.2018 03:07 | bûtîmar

149. nivîskarê ku eva heft meh e li tirşikê peyamek bile nenivîsî ye..



25.04.2019 14:40 | bûtîmar

150. yek ji nîviskarên gelek hêja ê tirşikê bû. ew jî weke min wenda bû çû *



25.04.2019 23:38 | brusk56

151. Eva qedereke zehv dirêj e pejna wî naxûyê :/
bê şik divê were heqê navê xu bide (tolhildan) û tola nenivîsandina xwe ya çend salan derxe.



18.05.2020 20:30 ~20:36 | bûtîmar

152. tirşikê dişopîne lê nizanim çima nanivîse. bi rastî me bêrîya wî kiriye.



18.05.2020 20:34 | simurg56

153. Bûye xwedî zar û zêç êdî tirşik jebîr kiriye.



22.07.2023 04:03 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nazim tolhildan

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî