Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
the godfather - tirşik

yekemîn fîlma serîya fîlmên godfather e. ...
(27 şîrove)
the godfather
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. HEVALTÎ Û PERE; WEKÎ AV Û DEHNÊ zeytê ye..



20.01.2014 20:37 | payîz

2. ji bo min lûtke sînemayê ye ...



20.01.2014 20:47 | newenda

3. min çend car vekir û zêdetirîn bîst xulek sebr kir û min dîsa girt*) pirr pesna vê filmê tê dayîn lê ez nema karîbûm temaşe bikirana yan ez bi rastî jî gûyekî fêm nakim ji fîlman an jî ev fîlm pênç qirûş nake



21.01.2014 04:08 | ferhenga şikestî

4. dema mirov ji nû de dixwazi temaşe bike, sebr naki, bes duvde mirov nîv seat sebr bike, her 3 partên wi dixwazi temaşe bike..



21.01.2014 17:01 | payîz

5. bi tirkî jê re dibêjin allah baba*



21.01.2014 18:07 | nazim tolhildan

6. yek ji fîlmên herî xweş yên min temaşe kiriye.

bi salan, ez li dora vê fîlmê geriyam. min nekarî temaşe bikim. min çend caran xwe lê da, lê piştî 10 deqeyan ketim xewê.

rojekê dîsa min ceriband û karî dewam bikim. û li temaşenekirina xwe ya evqas salan poşman bûm. 3 rojan ser hev, min her roj beşekê temaşe kir.

yanî yên ku nikarin destpê bikin û loma an xwe an jî fîlmê anormal dibînin; netirsin û piçekî bisebr bin. fîlmek gelekî xweş e. wê heta axaftina we jî biguherîne...



21.01.2014 21:02 | simurg56

7. bimisogerî ne fîlmê herî baş ê heya aniha hatiye kişandin, e. Temam fÎlmek pir xweş e lê ewqas jî fîşal nekin. marlon brando û al pacino xwe gihandine nÎrvanaya lîstikvaniyÊ. ji ber Mijara wê li ser mafyayê ye çiqas mêr dixwaze bixwe bibe heyranê vê fîlmÊ. yanÊ hÛn jÎ dibînin ku ev fîlm nabe wek heft samuray, başo, pîso, nexweşiko, demekê li rojava, kaneê welatî, 2001: destanek fezayê...



09.03.2014 12:07 | mergehez

8. Tarîxê sînemayî de filma mafîya ya tewr baş ya heme wextan a ku serra 1972 de virazîyaya û babeta ci romanêko bi eynî nameyê yê mario puzo'yî ra gerîyayo.



Filma ku listeya IMDb'yî de nika rêza 2. de ya, kaybazê efsanewî zeydê marlon brando , al pacino , robert de niro tede cay girewto, bi replîkanê xwo yê zeydê cêrînan vîr û hifzê sînemahezan de cayê xwo kerdo qedîm;



"keep your friends close, but your enemies closer" yanî "dost û embazanê xwo nêzdiyê xwo bigire la dijmenanê xwo nêzdîtir"



"I will make him an offer he can't refuse" yanî " ez do ci rê pêşniyazêk bika ku, o do nêeşko red bikero"



"never hate your enemies, it affects your judgement" yanî " dijmenanê xwo ra çirey nefret meke, o do hukm û aqlê to ser tesîr biko"



09.03.2014 13:26 | prode_pasha_chinyo!

9. bapirême



09.03.2014 15:00 | picassoyê kurdî

10. di nav fÎlmên mafyayê de yek scarface û yek jî the godfather e..

di nav rêzeya fîlma the godfatherê de jî li gorî min ya herî xweş fîlma yekê ye.. eger wextê we hebe, rojekî xwe betal bihêlin çay û çereza danin ber destê xwe û li ser hev darî her sê fîlmên the godfatherê jî bikin..



09.03.2014 23:09 | endazer

11. û eger nemirin rojekî min dil heye rûnim û her sê fîlmên vê rêzeyê wergerînim kurdî û kurmacî.. û paşê rûnim bi jêrenivîsa kurdî û kurmancî darî vê fîlmê bikim..



10.03.2014 00:00 | endazer

12. "i will make him an offer he can't refuse"



10.03.2014 00:02 | gulgenim

13. Zımane Kurdi de:Bav



10.03.2014 00:32 | mozo

14. filmê ku dema meriv lê temaşe dike, yê qedrê malbatan xwe behtir digre; pê têdihihêje ku bi sûreta yekbûna malbatan ve her tişt tê kirin e. bi gotine din, ne tenê filmê mafya, şer û pevçûne ye, herwiha haleten ruhî yên girîng jî dihewîne.



28.04.2014 19:16 | ervah.azad

15. hişyarî: spoiler dihewîne

dibêjin ew serê hespê ya ku di fîlmê de hatiye bi kar anîn serê hespekÊ bi xwe ye. ji ew lîstikvanê ku bi wê re radibe re negotine emê serekî rastî têxin da ku bertekek rastî bide.

dawiya spoilerê



29.04.2014 18:44 | mergehez

16. fîlmeke ku ji pirtûka xwe zêdetir navdar bûye ye. bi rastî jixwe fîlm ji pirtûkê xweştire jî. bi gelemperî, fîlmên bi pirtûkan tên çêkirin weke pirtûkan xweş nabin. ez ji xwe, bi temaşekirina gelek fîlmên ku min pirtûkên wan xwandine poşman bûme. lê ev fîlm ne ji wan fîlman e. ev fîlm awarte ye.



09.01.2015 21:06 | nazim tolhildan

17. yan hûn li ber bayê populîzmê ketine lewma zêde pesna wê didin an jî bi rastî ez ji fîlman fêm nakim..

axirî min fîlma ewil temaşe kir, ne xerab bû hetta dikarim bÊjim baş bû lê ya duyê xirbe ye..

kêngî vekim xewa min tê heta deqeya 45'an hatime di nava vê heftê de, min keşf kir êdî çi wext xewa min neyê ez vedikim zêtir 5 deqe paşê çavên min bi xewê de diçin û radikevim*



08.11.2015 23:33 | ferhenga şikestî

18. Fîlmê go dikim nakim ji çariyekekê bêhtir nikarim temaşe bikim. Jê aciz dinim, xewa min tê. Piştî ecqas wesf û pesnên hatin dayîn , ez bawer dikim go rast e, fîlmekî zehf baş e, û jixwe mirov fêhm dike lîstikvan pir jêhatî ne, lê dîse civa min lê nayê. Îda min jî fêhm kir go ji sînemayê fêhm nakim *

Ka go endazer wergerîne kurmancî ez ê dîse hewlî temaşe bikim.



26.12.2017 16:24 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» the irishman

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî