Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
şivan perwer - tirşik
şivan perwer
(20) (12) (11)
di mijarê de bigere

1. hozan û hunermendekê kurd ku ji aliyê cîhanê ve tê nasîn û bi mûzîk û stranên xwe hestên welathezî û niştimanperweriyê di dilê gelek kurdên apolîtîk de çandiye û çavên gelek kurdên ku ji aliyê rejîm û sîstemên xêrnexwaz ve hatîn xirandin bel kiriye û vekiriye.. demekî ji ber ku nexwest di bin sulta û hegemonyeya pkk-ê de hunera xwe îcra bike pevçûn û nexweşî di navbera wî û pkk-ê de çêbûn û heta alîgirên pkk-ê li çend deran bi ser konsertên wî de girtin û saza wî şikênandin û nehêliştin şivan hunera xwe îcra bike.. lê niha her du alî jî ji bo prestîja xwe ya di dilê gelê kurd de xirab nekin zêde naaxivin û nakevin nav polemîkan..



ji malpera wî ya fermî jînenîgariya şivan perwer:



Yek ji biranîna zaroktîya Mamosta Şivan ewe ku, cîran û derdoran bi dengê wê zarokatîya xweş stran hertim jê dixwestin „ Şivan aha ji te re du qend, stranekê ji me re bejê ! „. Xelkê dewr û bera wî, bi rastî jê hez dikirin. Ji ber ku wî atmosferek heskirinê diafirand. Şivan bi moralî û di nava wê atmosfera danûstandinê de mezin bû. Dewra çû xwendegeha destpêk, edî ji ber dengxweşî û evînîya hunerî, jê album çekirin dihate daxwazkirin. Lê li wê dewrê daxwazyake wî ya hunermendbûn tune bû. Daxwazîya wî ya hermezintirîn dewamkirina xwendina bilind bû, da ku rojekê weke rewşenbîrekî xizmeteke zanîstî bike. Ji ber ku hunerê Kurdî jî ketibû bin bandora Turkî, weke zimanê Kurdî. Ji her hêlê de Kurdayetî jî ketibû bin astengîyê.



Lewma stran û awaz nalîniya daxwaz û dilêşîya jiyanê bû. Ku mirov dibîne li dawiyê biryara daxwaziyên dilê Şivan bi stranan têne der. Daxwazî bi reya stranê li gel xwe mebesta hevalbendî, mirovantî, dostî, azadî û aştiyê tîne ziman. Her stranek nuh bi xwe re mesajek nû dianî. Ji ber vê yekê jî, di destpêka 1975 kel û kilsa jiyanê Şivan kir hunermendekî bangewas û protest. Jê dihat pirsîn; ji bo çi te şans û şuhret nebijart? Şivan digot „ Min dixwest her stran ji bo rastî daxwazî, rewş, azar, êş, bindestî û daxwaziya gelê min rastiyê bîne ziman. Min xwest ez ruyê muzîka Kurdî yê rastî bidim ber çav, kesayetî bidim qebûl kirin. Bi muzîk xizmeta xelkê xwe bikim. Ji ber ku li ser êş, elem, dilşewatî, qederreşî, bêhêvîtî, bêmoralî, bêrewşenî û hwd serê gelê Kurd tevlihev kiribû. Muzîk bûbû parek her giringtir li jiyana me.



Şivan teorî û perwerdebûnek muzîkî di destpêkê de negirt. Wî matematîk dixwend. Lê pêre ji ber serpêhatî û giringîya xizmetek rasterast pêwîst bû xwe bi hunerê bixemilanda. Roj bi roj stranên nuh der anî, lêkolîn li ser rastîya jiyanê, derhekê edebiyatê, dîrokê, felsefê, polîtîka, rewşa socio-aborî û socio-çandî ketibû nava kurayak pir berfireh û evan hemû bi muzîk stira û kir stran. Gava mirov stranê wî guhdarî dike evan hemûyan têde dibîne. Bi rastî jî zankoya jiyanê ya hunerî teberkir. Zatî zanista û rewşenbîr jî li ser fikr û ramanên weha lêkolîna dikin û dixin warê perwerdebûnê. Em dikanin bêjin ku eve zankoya Şivan. Huner berfireh bû û Şivan Perwer bû hunermendekî navnetewî.



Şivan Perwer navêkî bi hêz û heyecane. Ji hemû hunermendan ferqa wî jî eve: jiyana wî weke bahozêye. Dengî wî weke babelîskêye. Herdû li hevdu dipiçikin û di serê mirovade guhertinê çedike. Dema li ser sanoyê li hemberê temaşevanan distrê, hewqas konsentre dibe ku mirova jî bi xwe re jîyandin dide. Ger mirov zimanê wî tenegeheje jî, li hal û hereqetên wî her mebest berçav dibe. Mirov li gel stranê wî dikeve nava rastîya jiyanê. Derhêze dibe, tê galeyanê, motîfe dibe û dikeve nava lorîna fikr û ramanên wi yên bi azadî, aşitî, rastî, rêzanî, mirovantî, evînî û bi wan daxwazîyan sergobergo dibe. Di encam de motîfê dibe û keseyetîyake Kurdperwer derdikeve holê. Eve Kurdê Şivan Perwer.



Di vê qonaxê de Şivan bûye destanek jîndar, û digere li hemû hêlên cihanê. Ji bo piştgirî, alikarî, hunerî û multi-kulturel festivalan, li royê cihanê digere û doş dibe. Stranên wî rengînin: klassîken gel, foklor, lawje, lorîk, pêşmerge, niştimanî, payizok, qehremanî, felsefî, parabolîk û bi her motifê meqeman hatîye afirandin. Bi cuda zaravên Kurdî distrê.

Zêdeterî 30 salane ( ji sala 1976 anve ) derbedere. Şivan pir zehmet û ezab kişand lê pir heskirin û dilxweşî jî dît. Ji gelek mirinan xelas bû, lê bi stranên wî gelek kesan jî şehîd bûn. Şivan bû hunermendê aştî, azadî, şehîdan, welatperwerî, netewayî, yanî figurê hunera azadî. Ji ber vê yekê jî qasi hezkiriyên wî, nebaş, kumreş û dijminên wî jî zêdetir bûn. Jiyana Şivan firtineye.

Şivan Perwer îro li Almanya bi war bû ye. Ji ber xebat û xizmetê li hemû hêlên Cihanê digere. Li sala 1991 li konserta Simple Truth li gel Peter Gabriel, Sting, Paul Simon, Tom Jones, Gipsy Kings û gelek Hunermendên Cihanê pêkve peşewar bû. Ew konsert gringtirîn yek li konsertên Cihanî bû ku ji bo alikarîya derbederbûn û helakbûna Kurda li Başûrê Kurdistanê di dema şerê Golfê de.

Berhemên Şivan Perwer zêdetir ji 25 Muzik-Albuman, Gelek klîp û fîlmên Dokumentarî û Jinenigarî, 3 pirtuk û hwd. îro hene. Betir ji 30 salan xizmet kirîye. Bi gelek xelatên Netewî û Navnetewî hatîye pêşwazî kirin. Doktorayên Hunerî wergirtîye û bi navê Berpirsiyarê Çanda Kurdi li Cihanê hatîye bijartin. Di sala 2004 an de, Şivan Perwer çend gavên gringtir û pêşewartir avêt. Bi însîyatîvek philanthropic û bi taybetî ji bona pêşde xistina çandê ji bo civakê, Fonda Çanda Navnetewiya Şivan Perwer bingeh kir li Frankfurt a.M, Almanya.



ji malpera wîkîpediyayê bîyografiya şivan perwer:



Şivan Perwer, 23'ê rêbendanê sala 1955'ê li gundê Sorî (kû li ser Sêwregê ye xwedê daye.

Ciyê lê xwedêdayî herêmeke xwedî giyaneke (rûh) felsefî ya pir kûr e, mîna dirûvê erdnîgariya xwe. Ev dorhêl bi muzîkê tije ya û vê kûrahiya felsefi kabiliyeteke mezin ya mûzikê jî daye mirovan. Bapîrê Şivan Perwer, bîlûrvan û dengbêjeki mezin bû. Eywaneke aidê (xweserê) wî li gund hebû. Bê dost, bê mêvan, bê heval nedikariya bimîne. Li wan derhêlên nîzik kesên xwedi kabîliyetên çandeyî (mîna mûzîk, destan, çîrok û cûr be cûrên wêjeyê) mûheqeq dibûn mêvanê wi. Sohbetên wanên civakiyên bi muzîkê heya derengiya şevê domdikir. Dengbêj rûdiniştin bi saetan klasikên gelêriyên diroki bi dengên bilind dixwendin û dijiyandin. Mesela; Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Eyşana Îbê, Evdî, Erebê, Bêmal, Delalê Qerejdaxi, Lawkê Metînî, Şêxa Delal, stranên govend û dîlan. Bi vî awayî ji êvarî heya derengiya şevê ji aliyekê bilûr, ji aliyê din keman, an jî dengê dengbêjan li kûrahiya rûhê insanan tesîr dikir, bi sedsalan ew paş de dibirin û ew mirovên bi van guhdarkirinan radizan gelek caran di xewnên xwe de jî ev bûyêr diditan. Ji aliyê din ve zordariya li Kurdistanê, zulma li ser ziman, çande û şexsiyeta mirovan hêj bêhtir jan (êş) dida mirovan û di pêşberê van tehdayiyan de kîn û nefreta di hûndirê wan de berhev dibû, hest (hiş) û evîna di hûndirê wan de veşartî digeriya ev qêrîn ji dikir kû bi ruhî, bi mirovînî xwe bi tayê jiyanê ve girêbide û dirûvekê muzîkî distand, dibû muzîk. Va ye di vî atmosferî de gelek caran di her bergehi de lehengên (qehreman) bênav digiheştin. Ango di têkoşîna li hemberê zordariyê de, di bûyerên çandeyiyên ji vê dirûvê jiyanê derdayî kes (şexis) derketine nêvengê (holê).

Şivan Perwer di vî atmosferi de giheştiye. Tû kesî xisûsî ew perwerde nekiriye, dijê vê ew bûyereke kû dirûvê jiyanê derxistî nêvengê ye. Wî di biçûkatiyê de dest bi stran gotinê kir. Di tim bûyerên jiyayî û bîhîstî de ew dijiyan û bi stran ji hundirê xwe derdixist. Mirovên guhdarî Şivan dikirin, ji vî zarokê weha biçûk kû buyerên mezin dijî mat (şaş) dibûn. Buyerên dijiya, an ji xeyal dikir. dikire stran û carinan bi seatan digot. Vêca li dorhêlên xwe caran ne bi çavê zarokan lê dinêrîn. Di civatê de giraniya wi hebû. Lewra, weko hêviyek ya civatê ji wi hebe pê re muamele dikirin her demî. Şivan'ê biçûk li dora xwe de şexsiyeteke fîlozofîk yê muzîkal dihate naskirin û jê heskirin. Lêbelê li gor Şivan, ev civata, paşdemayî, berteng lê xwediyê xususiyetinê rind bû, ji aliyê civakî û ccedil;andeyî ve gerek bihata guhartin. Bi wi ser û dinya xwe ya bicûk evên he dê çawa pêk banîna. Van tiştên he gişan riyek ya çareyê bi wi didan lêgerinê. Ji nêv vê civatê derketin, ango bi der ve çûyîn fîkra li hinek tiştên teorîk geran, hin bûn û dûv re jî li civata xwe vegerîn di temenên biçûk de ew kûr kûr diamand. Ji ber kû gelê kurd ji her ali ve hatibû rapêçan û di bin tehdê (tûndiyê) de bû, di ser de polîtîkaya bihûjtin (asimilasyon) ê ya tîr hebû, riya wî ya dî hûndirê, çandiya xwe de bi civakî, teorîk, teknîk û kirdarî (pratîk) pêşveçûna wi hatibû birîn (girtin).

Ew civata weha ne azada kû bi vî awayî nedikarî biser bikeve helbet, bêhtir di bergehê çande û hunerî de kariye serfiraz bibe. Derktina Şivan jî mînakek ya vê yekê ye. Weke li jor hati gotin, hunermendên kurdên bi kurdi digotin di jiyaneke berteng, zehmetiyên wê pir, şexsiayata hatî êxisitn, bi deng remanên xweş çiqas hîkarî (tesîr) li civatê bikiran jî, ji ber êxistina xwe ya şexsî nexwdiyê tû biryarê bûn. Hunermendên kurdan yên li gor fermanên (emrên) dewletê hereket dikirin jî, ji rûmerên netewî dihatin dûrxistin, vê carê jî çiqas xwediyê derfetên (imkan) mezin jî bin, diketin derecek ya bê şexsiyetiyeke din (ya dûwem). Ango an bi kurdî bibêje, li rûmetên xwe xwedî derkeve di bin emrê axayê kurd de bimîne, bibe mirîdê şêx, bibe dengbêjek basit, an jî dest ji rûmetên netewî tevan berde, bibe xwediyê derfetên maddî, lêbelê mina qaşmerê zordestan hereket bike. Va ye weha bû rewşa çandê, hunermend, muzîsyen, hozan û nivîskarên kurd. Şivan Perwer li van tevan îsyan kir û çi bigre (çi bibe bila bibe) bi armanca çêkirina herî rind pêkbîne tembûra xwe hilda, hestên xwe yên di kurahiyên giyanê (ruh) wi de kombûyîn, bûyerên di mejiyê wî de çêbûyîn bi stranên xwe dan gelê xwe.

Şivan Perwer bi profesyonelî 1975'ê dest bi hunermendiyê kiriye, li gor bûyerên li dinyayê hatin guhartin her sal berhem afirandine, bi klasîkên gelêrî mijûl bûye, di vî bergehî de rê şanî gelek hunermendan kiriye û bûye mînak ji wan re.



dîskografya:



Govenda Azadîxwazan (1975)

Hevalê Bar Giranim (1976)

Herne Pêş (1977)

Ey Ferat (1978)

Kîne Em (1979)

Hay Dil (1980)

Gele Min Rabe (1981)

Agiri (1982)

Bilbilo / Ferzê (1983)

Dotmam (1985)

Lê Dîlberê (1986)

Helebçe (1988)

Xewna Min / Qasimlo (1991)

Zembîlfiros (1992)

Ya Star (1995)

Nazê (1996)

Hêviya Te (1999)

Roj û Heyv (2000)

Sarê (2001)

Helbestên bijartî yên 1 /Kirîvê (2002)

Helbestên bijartî yên 2/Klasîk (2003)

Helbesten Bijarti yên 3 (2004)

Min bêriya te kiriye (2004)

Destana Rojava (2011)

Şivanname/Gazind (2013)



29.06.2013 03:38 | endazer

2. hunermendê ku li gorî gotinan heye ku dawiya vê heftiyê wê bi serok barzanî re were amedê.



11.11.2013 19:11 | simurg56

3. hunermendê kurd e ku bavê wî îro gotiye "ez lawê tirkan im"



ji ber ku hema bêje %99ê stranbêj, nivîskar, helbestvan û hunerendên dîtir yên kurdistana bakur ji dezgehên pkkê derketine û bi saya pkkê karîne hebin, şivan perver encax %0.001ê pkkê xizmeta kurdan kiriye.

ji aliyê din ve ku pkkê tune bûya jixwe wê şivan bixwe jî tunebûya.



13.11.2013 18:56 | simurg56

4. ji xwe bi albûma xwe ya dawîn qedr û karîzmaya wî ya mûzîkal şikestin xwaribû li ber dilê min îcar eger senaryoya muhtemel ya 16ê mehê jî rast derkeve wê bi destê xwe hemû ked û teba xwe ya siyasî jî edem bike û bi avê de berde..

berê dengbêjên dîwanên beg û mîran hebûn li kurdistanê mixabin îro jî stranbêjên serok û rêberan çêbûne li ser heman xakê.. li gorî min ji bo stranbêjekî gotina 'ez ê filankesî jî bi xwe re bînim' ya ji devê serokekî siyasî heqaretek mezin e.. lê qey mezheb û meşreba camêrinan çar ode û salonek e!

ya herî trajîk jî piştî 37 salên sirgûnî û mişextiyê, mirov were û di daweteke di bin sî û sîwana hikûmeta dewleteka dagirker û mêtinger de bistirê û wekê daweta bavê wî be lotikan bavêje..



13.11.2013 19:43 | endazer

5. stranbêjê ku nizanim bo gelê kurd çi gû xwariye ku dikare bi pkkê bê mukayese kirin.

erê hûnermendek gelek serkeftî ye, xwediyê dengekî bêhempa ye, stranên wî gelek xweş in, rast e .

stranê xwe gotiye, jiyana xwe xelas kiriye. çûye welatên ewrupayê jiyaye, perê xwe kar kiriye. ev e xizmet ? çi xizmetek mezin bo kurdan ! di çavê min de nikare bibe hin misqala şehidekî pkkê.

pîştî 38 salan li derveyî welat mayî, tê û bi kujerê 34 kurdên li gundê roboskê hatî kuştin, li amedê ê ku kurdistan e, lê kurd tê de bindest in, reklam dike, stran dibêje. mirov çawa dikare ev qas kor be fêm nakim.

ji xwe piştî derketî ser trt6ê û reklama akpê kirî, lavz avêtî pkkê ji çavê min ketibû. ma mirov dikare çi hêvî bike ji ew kesê ku derketî ser kanala dewleta tirk û ala kurdistanê a pişt de hatî sansûrkirin ?



14.11.2013 01:08 | brusk56

6. şivan perwer ew kesÊ ku stranÊ kurdÎ yÊn berÊ ji nÛ ve vejandÎye. lÊ belÊ şivan perwer ji şivanÎya xwe derketÎye Û Îro wek ismailÊ berê disa derketÎye pÊşberÊ me. raste dengekÎ bÊhempa li ser e, lÊ belê heman strana bidin kesekÎ,zarokekÎ ruhahÎ yê heman temÊ bide me. karÊ şivan stranbÊjÎ ye. ne sÎyaset e.



15.11.2013 15:46 | xelîlêzer

7. vê carê bi rastî jî xwelî li serê xwe kir. gelê kurda îro gelek xemgîn kir. afeRÎN Jİ TE RA



16.11.2013 18:34 | kurê xelkê

8. stranbêjê ku di vê strana xwe de, xwe gelek baş pênasandiye.









neke lawo neke

cahşîtî korucîtî ne baş e

xweda efû nake ger mirov xayînê welatê xwe be

ey tekoşerên doza me

bi îkna biçin ser birayên xwe

dijmin wan xapandiye



şivan perwer



17.11.2013 12:43 | brusk56

9. ew şivanê zana bi lehîstokê erdoxan.te'ba 35 salan binerd kir û min gellekî xemgin kir.



17.11.2013 16:08 | karmatî

10. pkkiyê kevin e.

min li derekê xwendibû ku ciwan haco digot "berê dema konser çêdibû pêşîn şivan derdiket ser dîkê û hemû kesî bi heyranî lê guhdar dikir. piştî ew çû, ez derdiketim ser dîkê ku piştî wê deqeyê piraniya gel belav dibû tenê komek biçûk ya ciwanan dima û li min guhdar dikirin"



berî çen salan dema ciwan haco hat tirkiyê û li batmana biçûk konser da, herî kêm 200 hezar mirov, li gorî hinekan ji milyonekê zêdetir mirov çûn û lê guhdar kirin. hemû ne ciwanbûn jî.



lê îro dema şivan perver hat tirkiyê, li bajarê kurdan yê herî mezin, tenê çend deh-hezarek alîgirên akpê hatin û lê guhdar kirin.



şivan mîtîngê de got "dema ez ji tirkiyê çûm ez ciwan bûm, lê niha dema vegeriyam êdî zilamek pîr im" mixabin rastî ji vê jî xerabtir e şivan; dema tu çûyî tu ji ciwan jî zêdetir bûyî, lê tu weke stranbêjeke dawetan vegeriyayî.



û tu hatî, te bi tatlises re duetê çêkir. ew tatlisesê ku berê te doz lê vekiribû ji ber ku stranên te bêdestûr diziyabû û ew tawanbar dikir û digot çanda kurdî asîmîle dike. ev ew tatlises e ku stranên kurdî difroşe tirkan û her û her bi mafyayan re têkildar e.



niha şivan tu hatî tirkiyê, gelo piştî heftiyekê dema medyaya virek te ji bîr kir, tu wê li amedê çi bikî?

tu dikarî konser bidî, dikarî herî mîtîng û xwepêşandanên kurdan, tu wê hilbijartinan de çi bikî?, tu wê bikarî herî mala dengbêjan, ger albûm çêkî bawer dikî ku tirk û kurdên akpyî yên xwefiroş û kurdî-nezan li te guhdar bikin? û tiştên din...



18.11.2013 21:14 | simurg56

11. ev du sê hefte ne ji serokê partiyeka rejîmê bêtir bi rojeva tirkiyê ve eleqedar dibe û derheqê rojevê de daxwuyaniyan dide.. herî dawî derheqê pêngav û hewldanên akpê yên li ser girtina dersxaneyên cemaeta fethullah gülen de daxwuyaniyek dabû û gotibÛ divê di derbekî re dersxane neyên girtin..

(bnr: taybetmendiyên karakterîstîk yên mirovên ruhayî)



24.11.2013 00:42 | endazer

12. ew kesê ku tê gotin destûr nedaye ku koma ferec strana wî ya bi navê hevalno têxe albûma xwe. (bnr: hevalno)



22.12.2013 14:55 | simurg56

13. hunermend û stranbêjê ku bûye yek ji aktorê rêze-fîlma taşeronê mezin ya beşa şeşemîn..

taşeron efendî tê de dibêje; şivan bi çend stranan dixwaze, li serê me bibe aktroreke siyasî, yanî dibêje, çavê wî lê ye, ku sempatî û îtîbara min a li cem xelkê - ku tê de bi deh hezaran şehîd medfûn in- ji min bistîne..



12.02.2014 00:26 | endazer

14. gelek mijaran de weke ocalan nafikirim. lê şivan perwer ne yek ji wan e.

pênas: hunermendê ku eyarek mezin ji ocalan xwariye û li ber raya giştî rizil bûye.



12.02.2014 19:07 | simurg56

15. erê qurban erê, eyareka mezin ji ocelan xwariye. ocelan teraziya çi ye ku şivan perwer helsengîne? ha helbet belku mirîdên xwe bi gotina ocelan re sedî sed berê xwe biguherin û kesê ku duh heyranbúnê re şorran û sixêf û dicûnan bikin. lê şivan ku çi kir bi xwe li xwe kir. qêmeta xwe li bazara cem kurdan biçûk kir. temam lê hez mekin qurban, lê bi wan gotinan jî lê mexin.



12.02.2014 20:04 | fethî ronî

16. li gel pozbilindiya wî heke ku bi pkkê here pê re agirbestekê îmze bike û li hilbijartinan ew bike namzetê stenbolê dê dengên bdpê ji sedî sed zêde bike.

(bnr: bêjinê bila bê emê li hev bin ez Û wê) *



17.04.2014 01:12 | oxir

17. nivîskar e jî. wextê xwe de ji bo zarokan pirtûkek bi navê çîroka newrozê nivîsandiye.

https://www.tirsik.net/danegeh/zarok/



06.07.2014 00:44 | simurg56

18. hûnermend û stranbêjê ku di vê demên xirab de derneketiye holê û straneke jî ji bo şingalê çênekiriye an ji negotiye.ez mitale dikim çima êdî dernakeve holê? li gorî dîroka stranbêjiya wî ,bûyerên wekî dagirkirina şingalê ji bo wî fersendek kêrhatiye lê vê neqilê ewî vê fersenda henê bikarneaniye û nekariye derkeve holê ji ber ku ew xwe ji dizane ewî pê destê xwe kuta çiqas yekê karîzmaya xwe û ji xwe qeraha.ez dibêjim qey êdî bûye şirîkê ibo yê avahiyan. yanî dev ji stranbêjiyê berdaye û bûye mitehît.



28.08.2014 11:11 | karmatî

19. ez ne şaş bim di pirtûkek mahmut baksî qal dike, salên 80'yî kurdekî bakûr dihere rojhilatê kurdistanê, li vira minîbûsekê sar dibe û ev diyaloga navberî wî ajovanê minîbûsê derbas dibe . Ajovan-tu kurd e? +erê -winî be niha roket bi te re heye +na, roketa çi? (bê tirs û ecêbmayî) -roket law, bandên şivan...



28.08.2014 13:04 | serpale

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şivan
» perwerdia

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî