Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; şivan perwer
peyamên çepikkirî

15601. mirovekÎ wusa ye ko tenÊ bi xwe li hemÛ hereketa apociyan pirtir hizmeta kurdeyatÎ Û zimanÊ kurdÎ kiriye.

Îro çend fedaÎyÊn evdillaYÊ bi tirkÎ deng dikin verketine Û şivan perwer rexne dikin. lo eyb e lo. hÛn kine, çima weha asan kurdan Û kedir-giranÊn kurdan dikÛjin. we ji bo kurdan, ji bo kurdÎ çi kiriye 30 salin. hareket hareket dibejin, çi herekete. wa hereketamahir çayan e yan hereketa mÎstefa kemal e yan hereketa zibilekÎ din e... de varin bi kurdÎ deng bikin, hemÛ bi tirkÎ deng dikin.

em rÊyÊn xwe jo bo ku partiya kurdan e tidin partiya we, lÊ belÊ partya we diçe bi rÊyÊn me kemalistiya tirkan dilize.

ÊdÎ bes e dijmintiya we yÊ kurdan...



01.06.2013 01:27 | simurg56

55844. ji zû de ye ku ji mûzîka kurdî ya vê taliyê eciz bûme, jixwe 'şarkicî'yên vê heyamê -ji xeynî çend kesan- bi kêrî serê pîvazê jî nayên..

min heya niha hemû stranên şivan perwerî godarî nekiribû, du roj berê min xwe bi xwe go yaw hele herim hemû albûm û stranên wî li telefona xwe qeyd bikim bê ka çi dibe.. nêzîkê 20 albûm min qeyd kirin û du roj e ku her û her bi tenê şivanî godarî dikim û min heyf li pêşeroja xwe anîn ku çima heya niha min tiştekî wisa nekiriye.. dibe ku ji ber xerîbiyê be lê du roj e ku dizanim ku muzîk dikare bandor û têsîreke çawareng di derûniya mirovî de peyda bikr, bi rastî jî rastîtir stranên wî hemû giş bêhempa ne mariv têr nabe.

şivan bi tena serê xwe kulliyatek e, ansîklopediyeke qerrase ye ji çanda me



08.06.2013 14:50 | simurg56

66629. Mirov dema yara/ê xwe li cem yekî dî bibîne dê çi hestan de be dema şivan tê bîra min ew hestên kezepsot wekî ewrek reş xwe li giyanê min dipêçe.





Şivan guhdar nakim dema dengê wî dibihîzim ewil hestên min ên bi heyranî û aşiqê deng û kesayeta wî ya zaroktî û ciwantiya min tê bîra min pişt re ji nişka ve rezîliya kesayeta wî tê bîra min û ez nikarim bê vê ramana nexweş wî guhdar bikim.



Belê xizmeta wî ji bo ziman û hunera kurdan gelek e, lê ev ji bo hezkirina kesekî ne bes e.





Ew evîna me bû û wî em xapandin. Bexşandina xwe bixwaze dibe ku em ji ber ku gelek jê hez dikin wî bibexşînin lê kiryarên wî yên rezîliya em bixwazin jî ne mimkûn e bête jibîr kirin.





26.10.2013 21:15 | simurg56

124154. Li ser bextê vê peyamê şivan perwer/124144 kerê tara cardin zewiciye, kalê xerifî, ez çi vira bikim di vî emrê wîde min zewacê pênexist. Qey navê meriv dengê meriv, û du banot perê meriv hebe gere meriv dixwene? Ne tuyê salkî du salê din bi cihimî herî, çend sal berê derfet hebûn tu di ciwaniya xwede bizewiciyay, an kî gavû te, te dev ji Gulîstan a pelçiqokî berda? tu rabe rûnê dia bike tu şivan perwerî.. herwiha te jî gotiye "mirov pîr dibe kîr pîrnabe" îca çi jiminreye ez we ji dil û can pîrozdikim, aqûbet li serê hemû kal û pîrên bê diran be jî *



27.10.2013 00:18 | endazer

124157. Zewaca wî lê pîroz be. Wek tê gotin tu di kîja emrî de bibî jî tenêtî xezebeke zor î zexîm î giran e û bi tenê tenêbûn li xwudê tê ji xeynî wî tu evdekî xwudê bi tenêtiyê nikare stara xwe bike.
Ji kerema xwe re fikr û zikrên xwe yên reş û efinkî û feodal berdin. Her kî karibe zewacê di ser milê xwe re bibe dikare bizewice. Ji bo ku dilê we xweş bike divê bikeve silûka tenêtiyê?
Ez nexwazim devê xwe xira bikim û gotinên seksîst bi kar bînin lê nikarim xwe ji ber însanên efinkî ragirim ger hûn xema kîrê wî dixwin rabin têxin qûna xwe. Hûn çi devdirêjiya jiyana taybet a xelkê dikin? Tu hej jê dikî tu zanî hej jê nakî tu zanî; şivan Perwer jî ciwan Haco jî qîmet û nirxên vî gelî ne. Her yek ji wan bo muzîka kurdî bi kulliyateke qerrase şop û rêçeke qewî anîne meydanê, mohra wan a payebilind dê her hebe. Ew êdî mirovên ji rêzê nîn in, lê tevî vê yekê jî jiyaneke wan a taybet heye, çi etîk çi ji ne etîk ( etîk bixwe peyveke şelo ye) her çi bikin ew problema wan e. Em bi tenê dikarin hunera wan binirxînin û krîtîka gotin û peyvên wan polîtîk bikin çi ku tevî hunermendîya xwe giraniyeke wan a siyasî heye. Bi kurtasî ji xeynî jiyana wan a taybet em karin rexne li wan bînin.



08.06.2013 14:50 | simurg56

124179. hunermendê piştî vê peyama min şivan perwer/124154 a di derheqê wîde li hemberî min lînç û ricm hat lidarxistin û didome Daku ne dome min ev daxuyanî hewce dît ez li pişta peyama xweme, di peyamêde min tenê emrê wî rexnekiriye, û di dawiyêde xwe jî rexne kiriye min gotiye çi jiminreye ne hewcehî kesîye ku min bi şêweyek giran rexne bike, kerê tara biwêjeke di wateya extiyariyêde, kî di te niya? biwêjeke di wateya te çima wisakir ez qebûlim min bi zimanek sexîst(li hesabê kî tê bikartîne) nivîsandiye ez lêborîn ji şivan perwer dixwazim û min camêran lihev pîroz jî kiriye.. ji kerema xwere ferhenga şikestî dev ji vê despotiya xwe û ji shorbevan berde êdî astengiya wî du sala jî pirahî ew bû sebeb. Di arşiva tirşikêde dibin mijara şivan perwerde kî çi gotiye, kî ji dil jê hezdike, kî tenê qedr nade hunera wî dide jiyana wî a taybet jî li holêye ez dixwazim serbilin be em pê serbilindbin nekebe ser devê magazînkara ew şivan perwere



27.10.2013 00:18 | endazer