Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
şivan perwer - tirşik
şivan perwer
(20) (12) (11)
di mijarê de bigere

20. ez ne şaş bim di pirtûkek mahmut baksî qal dike, salên 80'yî kurdekî bakûr dihere rojhilatê kurdistanê, li vira minîbûsekê sar dibe û ev diyaloga navberî wî ajovanê minîbûsê derbas dibe . Ajovan-tu kurd e? +erê -winî be niha roket bi te re heye +na, roketa çi? (bi tirs û ecêbmayî) -roket law, bandên şivan...



28.08.2014 13:07 | serpale

21. bi tenê dengê wî xweş e hew!



29.08.2014 15:45 | ferhenga şikestî

22. (bnr: hangi şivan)



10.09.2014 14:17 | ciwanpiroz

23. ez îro li ser înternetê liqayî vîdeoya wê şeva ku dema şivan di salonekî de li ser sehnê stranan dibêje ciwanên sempatîzanên pkkê bi sloganên ''bijî serok apo'' bi ser sehnê de digirin, saza şivan ji desta digrin û dişikînin, lê didin, hatim.. ew vîdeo; http://www.sacitaslan.com/sivan-pervere-sok-saldiri-video-8361#.VBCjVY5o-pQ.facebook (piştî min darî vîdeoyê kir, hemû antîpatiya di dilê min de ya ji bo şivan şikest, çi qas heq li cem min hebe min hemû da şivan.. û çi qas çêr û dijûn hatibin ber devê min, min li wê qerebalixa ''caxwkutayî'' wer kir..)



10.09.2014 22:41 | endazer

24. xwediyê gotina tirkiyeya me



04.10.2014 17:34 | simurg56

25. ji zû de ye ku ji mûzîka kurdî ya vê taliyê eciz bûme, jixwe 'şarkicî'yên vê heyamê -ji xeynî çend kesan- bi kêrî serê pîvazê jî nayên..

min heya niha hemû stranên şivan perwerî godarî nekiribû, du roj berê min xwe bi xwe go yaw hele herim hemû albûm û stranên wî li telefona xwe qeyd bikim bê ka çi dibe.. nêzîkê 20 albûm min qeyd kirin û du roj e ku her û her bi tenê şivanî godarî dikim û min heyf li pêşeroja xwe anîn ku çima heya niha min tiştekî wisa nekiriye.. dibe ku ji ber xerîbiyê be lê du roj e ku dizanim ku muzîk dikare bandor û têsîreke çawareng di derûniya mirovî de peyda bikr, bi rastî jî rastîtir stranên wî hemû giş bêhempa ne mariv têr nabe.

şivan bi tena serê xwe kulliyatek e, ansîklopediyeke qerrase ye ji çanda me



10.01.2015 22:18 | ferhenga şikestî

26. hunermendê ku birayê wî yê li rihayê di hilbijartina giştî a 2015’an de bibe nemzatê akp’ê ye.



13.02.2015 12:53 | nazim tolhildan

27. (bnr: mehmet perwer)



13.02.2015 21:08 | simurg56

28. hûnermendê ku li welat cuda,li derveyî welat cuda diaxivît.ez tênegehişt im yaw te ewqas çêr û dijûn û xeber û sixef li partiyên tirka kirin û tu hatî digel serokê tirka û tirşikçî yê îbo hatî welatî û dûetek mê wate kirî û bila bila bila ...



nêyse hêjayî dirêjkirinê nîn e fermo vê vîdeoyê mêze bikin ..



https://www.facebook.com/video.php?v=1528057747477834



25.03.2015 20:31 | vêca çiyeeee

29. gava dibêjin muzika kurdî ew kesê ewil tê bira meriv. wextekî xebatê kû kir nehatin ditin lê nankorî û lê niheqî kirin mesele çiviya jî gere pişta xwe nedanayê tiştê şivan ji van re kir wan ji xwere nekir hê jî ne derenge lêborîn ji bixwazin bira.



21.04.2015 11:27 | shorbevan

30. Mirov dema yara/ê xwe li cem yekî dî bibîne dê çi hestan de be dema şivan tê bîra min ew hestên kezepsot wekî ewrek reş xwe li giyanê min dipêçe.





Şivan guhdar nakim dema dengê wî dibihîzim ewil hestên min ên bi heyranî û aşiqê deng û kesayeta wî ya zaroktî û ciwantiya min tê bîra min pişt re ji nişka ve rezîliya kesayeta wî tê bîra min û ez nikarim bê vê ramana nexweş wî guhdar bikim.



Belê xizmeta wî ji bo ziman û hunera kurdan gelek e, lê ev ji bo hezkirina kesekî ne bes e.





Ew evîna me bû û wî em xapandin. Bexşandina xwe bixwaze dibe ku em ji ber ku gelek jê hez dikin wî bibexşînin lê kiryarên wî yên rezîliya em bixwazin jî ne mimkûn e bête jibîr kirin.





21.04.2015 15:40 | hêja hûner

31. hunermendê ku gotiye derba herî giran, Erdogan û PKKê li pêvajoya çareseriyê dan..

heyirim, wa ye zimanê camêr vebûye û dikare rexne li erdoganî bike..



Here lînkê



14.09.2015 00:07 | ferhenga şikestî

32. hevalê duetê ya ibrahim tatlises e. (bnr: dueta şivan perwer û ibrahim tatlıses)



ibrahim tatlises, vê hilbijartinê de jî ji bo wekîliyê serî li akpê daye. min ji şivan jî hêvî dikir, lê mêrik rexneyan li erdogan kiriye. mixabin bi vî awayî nikare bibe namzet.



14.09.2015 20:56 | simurg56

33. Ê ku bi van kirinan ji bo Pêşerojê wekîliyê garantî dike.

(bnr: orhan miroglu)

Ev jî li bdpê tu nedima, negotî, niha jî di quna kerdogan ve maye.



14.09.2015 21:06 | azadixwaz

34. kesê li ser trt kurdîyê gotî bila xendek jî tunebin, qedexeya derketina derve jî. gotiye bila bakin kurdan û bi wan re biaxivin(ne pkk be jî vaye hdp li meclîsê), meclîs a her kesî ye. filan û bêvan...

pir dereng e, li ber çavên her kesî qîmetê wî ji nîvî kêmtir bî. gotinên wî gotinên nermik in lê tenê ji ber van gotinan wê ji akpê jî bê dûr xistin.

Here lînkê



08.12.2015 14:32 ~14:32 | azadixwaz

35. dîroka me yê zindî ye, sultana hunera kurdî ye, şanazîya meye.



08.12.2015 17:13 | brûsk

36. kesê ku ji ber ku tu qiymeta xwe nehişt di çavê gelê kurd de, gotinên wî yên vê dawiyê jî, wê kêr tu tiştî neyê.

lê gotinên xelet in ? na wele rast in. xwezî wek ku wî gotiye gelek kesan dengê xwe derxistiba.

xendek û îlan kirina xweseriyan ji bo berjewendiya kurdan ne tiştên baş in. bila êdî ev bê dîtin ji bo xwedê !



09.12.2015 10:51 | brusk56

37. mirovê ku, dibe ku hin gotinên wî rast bin, lê jixwe saeta xwerabûyî jî rojê 2 caran rast dibêje. min axaftina wî a trt'ê de temaşe kiribû. lê qasî serê derzî jî min samîmiyeta wî bawer nekir. bi refleksa wekîlên akp'ê yên kurd ve diaxifî.



09.12.2015 11:29 | nazim tolhildan

38. hunermendêkî zanaye, hêjaye, bi rûmete, qedirgirane.. . sîyasetmedarê divê keda wî ti car neyê jibîrkirin ger bibêje çi jî emê bibêjin li ser çeva.. kesê gelo jiber pkk kurdîstanê ne dixwest ew pkk bi hevdû neketin an na? niha camêr jî dibêje türkler benim dayı gülerim, aynı anadan babadan doğmuşuz.. wiha na meşe ji xwelî serîyê berjêrtir nexwazin biratîya wan bixwe serê wan divê em serxwebûnê bixwazin an emê ti dilekî rihet nedin wan..



09.12.2015 15:58 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» şivan perwer
» perwerdehiya zarokan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî