Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 43 peyam
terikandina cixareyê - tirşik
terikandina cixareyê

Navê mijarê ya ewil ev bû:terikandina cixarê
(11) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. tişteke, li gorî hin xurafeyan pir bi zor e. li gorî min ne wisa ye. ji ber ku, ez vê yekê ji bavê xwe re îspat bikim, 2 sale cixarê dikşînim(bê laqirtî). demeke kurt de ez ê cixarê biterikînim û ji bavê xwe re îspat bikim ku terikandina cixarê pir hêsan e.**



21.01.2014 17:59 | nazim tolhildan

2. ji bo min pirr pirr dijwar, gelek ji gelektirîn zor û zehmet e di çavê min de ha tu kurdistan rizgar kir ha cixareyê terikand*)) ji pênç sal zêdetir e ku dikşînim belkî deh car min nêt kir ku berdim lê tu car bi ser neketim her ku dibêjim ez ê biterikînim ewqas pirrtir dikşînim. min berê rojî digirtin lê belê aniha ji ber vê bêmiradê nikarim rojî jî bigirim.. min terikandina cixareyê terikand êdî benda mirina xwe ya ji destê cixareyê me û baş dizanim dê bibe sedema mirina min lê dîsa jî nikarim biterikînim



21.01.2014 20:39 | ferhenga şikestî

3. ya ku dikim û nakim nikarim bikim e..

çimkî heta niha ji xeynÎ çend cixareyên ku di kiçikatiyê de min û pismamên xwe me di eydê de vedixwarin, min destê xwe qene li qûnikekî jî negerandiye û devê xwe lê nedaye..



21.01.2014 23:40 | endazer

4. bila kes hesûdî û dexesiya meke! lê migo ez dev jê berdidim û min bi carek dev jê berda. hew.



21.01.2014 23:55 | ceso

5. YÊN DIXWAZIN DEV JI CIXARÊ BERDIN PIRANÎ DENDIKA/TOVIKA DIXWIN. lÊ PIŞTÎ DEMEKÎ TOVIK/DENDIK JÎ TIRYAKIYÊ ÇÊDIKIN Û VÊCA MIROV DIBÊJÊ ''ERÊ MIN CIXARE TERIKAN LÊ EZÊ ÇAWA VAN TOVIKAN BITERIKÊNIM.. tERIKANDINA WAN JI YA CIXARÊ ZORTIR E..



22.01.2014 00:50 | nan û av

6. Tiştekî ne pir bi zor e .Min 10 salan zêdetir rojê du pakêt cixare dikişanda û min sala berî bi hêsanî dev jê berda.Pêşin dive mirov di serê xwe de biterikîne paşre sebir û sebatê bikişîne ku xwe jê xelas bike.weke tê zanin ku pê kemkirina kişandina cixarê mirov nikare biterikîne çimkî herdem mirov ew jehr û kerafî yê diramîne ji ber vê yekê ye ku mirov pirrtir dibe pêgirtiyê kişandina cixarê.Ya giring ev e ku du tesîra terikandina cixareyê hene.Ya yekem psîkolojîk ya duyem ji fizyolojîk e.tesîra yekem encax pê iradeyek xurt û saxlem têkdibe.tesîra duyem ji mirov dikare ku ji dermanxane yê banda nîkotînê bikirê û beyî dermanên kîmyevî hêdî hedî xwe ji vê belayê rizgarbike.kesên ku dixwazin cixarê biterkînin bila ev şirêtên min jî ji xwere bikin guhar.



22.01.2014 08:36 | karmatî

7. bi dermanên weke zybanû champix, hêsantir dibe.

bi saya van dermanan îhtîyaca mejiyê mirov ya ji bo nîkotînê kêm dibe û bi vî awayî dev ji sîgareyê berdan, rihettir dibe.



23.01.2014 20:46 | simurg56

8. biryarek rast e, ji bo rewşa tendûristî û aboriya mirov. him kî dev ji cixarê berde, dibe sedema terikandina hin kesên din û kî despê bike dibe sedema despê kirina hin kesên din. him jî ev qas, ên li der dora mirov e. yanê an heval e, an kur û keç e, an jin e hezkirî ye ..



11.05.2014 02:51 | brusk56

9. tiştê ku ji aliyekê dixwazim û ji aliyeke din naxwazim. hingî ku elimîme vê jehrê û kêfa min jê re tê naxwazim dev jê berdim lê belê her diçe zerarên ku ew dide laşê min zêdetir berbiçav dibe. dev jê jî berde wê rojê min dît ku birakê min serê xwe ji pencerê derxistiye û kuşkuşa cixara wÎ bû wexta ku ez dîtim bi lez û bez cixarê avêt derve. hingî ku dilê min êşiya jî min nekarî tiştekî jê re bêjim. ma ezê çi bêjim? ez bixwe jî heman quzzilqurtê dikêşim ma min heq heye ku jê re bixeydim? nizanim çi gÛ bixwim.



11.05.2014 10:48 | oxir

10. hin kes dema ku dev ji çixarê berdidin ji nû ve mirhovatiya wan tê bîra wan

lê mixabin yên ku didomin vê yekê hîn nabin. xwezî zerara wan tenê bigahata wan lê mixabin ev kesên xwedî jehr her gavê derdora jehr dikin û ji vê yekê jî qet aciz nabin



11.05.2014 14:59 | renas

11. ji doh û pê de zehmettir bûye, fiyetê camel soft êdî 6,5 tl ye*

heçî dixwazin terk bikin, ji wan re serkeftin dixwazim.



12.05.2014 01:37 | kevçiyê dil

12. terikandine cixarê ne mumkûn e.



12.05.2014 01:39 | kurdê bêtixûb

13. gotinek bûye benîşt di devê her kesî de . lê kes nikare terk bike. ez jî yek ji wan im . heya cixare nemire wê kesê ku ji ber cixarê bimirin hebin ...



12.05.2014 01:41 | cegerxwîn

14. Ger em cixareyên ku dema em piçûk me di cejnan de vedixwaran hesap nekin ev e nêzîkî 15-16 sala ye qene ji derman re jî bê min devê xwe lê nedaye. ji bo min pirsgirêkek weha nîne..Kuro hewe çawa dest pêkiribê welê jî dev jê berdin..



12.05.2014 01:47 | nan û av

15. çalakiya ku ji tehmînên min ên berê jî zortir û dijwartir e. yabooooo bû deh roj e ku dest bi hewildana (bala xwe bidin, nabêjim dest bi terikandina, dibêjim hewldana) terikandina cixareyê kiriye,ne can dimîne ne rih dimîne ne jî xwîn dihere mejiyê im ê belengaz.. ez her şev dema têm malê ewilîn dikevim serşoyÊ serê xwe dişom û dibêjim sibe rojeke nû ye û êdî cixare tune ye, neyse dibe serê sibê dema ji mal derdikevim diçim li karî jî pakêta xwe nakim li bêrîka xwe, dema digihîjim nexweşxaneya ku têde dixebitim, taştêya xwe dixwim û dema ku xelas dibe dîsa wek her car kurmê cixareyê hemû laşê min dîl digire nikarim xwe ragirim diçim bûfeyê cardî distînim.. roja din dîsa wisa, roja din dîsa wisa..

dema jî ji malê derdikevim ji bo ku nekşînim pakêta xwe nagirim li cem xwe lê niha mala min bi pakêtên cixareyÊ tije ye*



23.08.2014 09:29 | ferhenga şikestî

16. yek ji wan mijarên nav tewş û teşabet e..

min tu carÎ nedîtiye yekî cixare terikandiye, an dev jê berdaye an dest an jî bi temamî jê qerihaye..



(bnr: dev ji cixarê berdan)

(bnr: devjêberdana cixarê)



23.08.2014 14:28 | endazer

17. Hevalên min ên malê jî va hefteyeke bi hev re dev jê berdane. Ka em binêrin wê bikaribin çend mehan jê dûr bimînin. Ti baweriya min li wan nayê lê ka xwedê kerîm e *



11.03.2015 18:31 | xendekî

18. min sala çun nêta berdan a cixarê kir u ji bona wi benîştên nîkotîn girt.Dema ezmunê min cixare û benîştê bihevra kişand u cut.lê îsal ez bi zyban hesîyam û min girt .bi rastî berdana cîxarê pur hêsan bu.pêşniyarîya min ji hevalên dixwazin ev jehrê berdin pêşi nêt bikin û dura zyban bigrin û bixwun.



11.03.2015 18:53 | sedrik

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» terikandina kurdistanê
» cixareyên qaçax

Kategoriyên mijarê:: jiyan zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî