Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 24 peyam
    facebooka kurdî - tirşik
    facebooka kurdî
    (3) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. ji 24 ê Kanûna 2009 de tê bikaranîn niha hejmara bikaranerê wê yên Kurmancî 6 hezaran derbas kiriye.



    2014.01.23-04:37 | berxweda

    2. heke ku tenê ji aliyê 6 hezar kesan ve tê bikaranîn hetika mezin e ji bo kurdan.

    lawo em dibêjin 40 milyon kurd hene bila tenê 10 milyon kurd bikarbînin feysbûkê.

    ê ev 6 hezar çi ye?

    ma em ew qas şepirze ne?

    ew qas dûrî zimanê xwe?

    ew qas xwelîser!

    çar-pênc hesabê min ê feysbûkê hene û bi qasê ku dizanim sê heb ji wan kurdî ye.



    2014.01.23-05:43 | oxir

    3. tişta ku teqez ji 6 hezaran zêdetir kes bikartîne ye.

    yaw hema bêje ez dikarim 6 hezar kes bêjmîrim * ji xwe vaye oxir xwediyê 4-5 heban e.

    dibe ku ew hejmar, hejmara kesên wergera facebookê dike be.



    2014.01.23-11:10 | brusk56

    4. min ev hejmar ji îstatîstîkekê stendiye ew jî ya rûpela ciwan haco ye ku 418 hezar endamên wê hene.



    Binerin https://www.facebook.com/photo.php?fbid=10200512790380579&set=a.1451670790075.51625.1782421466&type=1&theater



    2014.01.23-14:46 | berxweda

    5. tiştê ku bi îstatîstikên şaş li ber çavê mirovan reş dibe *

    https://www.facebook.com/photo.php?fbid=10200512790380579 li vê lînkê tenê hejmara endamên hin koman û di nav wan koman de rêjeya bikarhênerên ku feysbûka kurdî bikartînin dide nîşan. ez bixwe nebûme endamê wan koman. ji loma îstatîstikeke şaş e.



    2014.01.23-22:30 | oxir

    6. facebooka ku min bi xwe jî di karê wergerandinê de tabeke mezin pê re dîtiye, lê ligel hemû bang û daxwaziyên me hê jî gelek kes ên ku ji min çêtir bi kurdî zanin facebooka xwe nakin kurdî.. bawer nakim ku kesên facebooka kurdî bikartînin ji 10 hezarî zêdetir bin.. niha nayê bîra min lê berê metodek hebû ku mirov dikarî pê têderxe û bizane bê ka kî facebooka xwe bi çi zimanê bikar tîne, bi vê metodê me eyb û rûreşiya gelek nivîskar û rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, ku facebook bi zimaneke din bikar dianîn da ber rûyê wan.. hinekan jê lêborîn xwest û zimanê xwe kirin kurdî û hinekan jî tirr ji xwe bernedan û ser guhê xwe re avêjt..



    2014.01.23-22:39 | endazer

    7. Gava ku hûn vê girêdankê bitikînin, hûn ê bibînin ku ev endam bi çi zimanî facebookê bikartîne.



    https://graph.facebook.com/berxweda hunê tenê berxweda jê bibin û agahiya hevalên xwe binivîsin



    Di rûpelê de wê



    {

    "id": "1782421466",

    "name": "BerXweda Azad",

    "first_name": "BerXweda",

    "last_name": "Azad",

    "gender": "male",

    "locale": "ku_TR",

    "username": "berxweda"

    }



    xuya bibe ew "ku_tr" tê maneya Kurdî bikartîne û li tirkî dikeve facebookê



    Hun jî dikarin nivîsê biguherin û ya li hevalên xwe binerin bê Kurdî ye an na



    2014.01.23-22:45 | berxweda

    8. tişta ku ji aliyê %19.4ê kesên rûpela tirşikê a li ser facebookê ecibandî tê bikaranîn e.

    a rast min ev qas hêvî nedikir . ji ber ku ên vê rûpelê ecibandî, kurdî dizanin û dikarin fêm bikin. dîsa jî ji her 5an yekî facebooka xwe bi kurdî bikartîne.

    vaye îstatîstîkên rûpela tirşikê ; (ev îstatîstîk a 1500 kesan e)

    Tirkî 1.080

    Kurdî (kurmancî) 292

    Erebî 47

    Îngilîzî (DYA) 24

    German 20

    English (UK) 16

    Fransî (Fransa) 8

    Swêdî 6

    Denmarkî 4

    Persian 3

    French (Canada) 2



    2014.01.31-20:14 | brusk56

    9. li temamê dinya yê dibê 50 milyon kurd heye û 6 hezar tenê facebook ê bi kurdî bikartînê. mala minê niha twitter ê jî wergerî kurdî dikin, bêjin wa bere xwe ne teabê nin.



    2014.03.04-10:58 | pele-pucky

    10. mijara ku divê êdî navê wê bibe facebooka kurmancî ye *



    2014.10.29-23:06 | berxweda

    11. gere ku bibe kurdî(kurmancî), kurdî(kirmançkî/zazakî).



    eke ev qas bibe, pir baştirîn dibe.



    2014.10.29-23:08 | endazyar

    12. tişta ku îstatîstikên wê yên nû amade dibine.



    Li gor îstatîstîkên dawiyê bikarhenerên wê hîn li ser deh hezarî neketiye..



    2014.10.29-23:08 | berxweda

    13. bi rastî jî diviya navê wê biba "kurmancî".heman tişt di wîkîpedîa yê jî de heye.ez bi xwe gelek aciz dibim ji ber vê rewşê..



    2014.10.30-00:33 | vêca çiyeeee

    14. Tişta ku ji xwe ji aliyê kurdan ve nayê bikaranîn. Çi zazakî çi kurmancî.

    kurd miletek ev qas xwelîser e. Tu bêjî bila facebook bibe kurdî belkî 100 hezar îmze bikarî berhev bikî. Lê ya çêkiri di ortê de ye tu kes bikarnayne.

    Wextê hilbijartinê de jî wisa ye. nîvê kesên tên mîtîngan, reya xwe bikarnaynin.

    erê 2 pirsgirêka herî mezin a kurdan ev in. Yek facebooka kurdî ye û ya din jî hatina mîtîngan lê bikarneanîna reyan e *



    2014.10.30-16:49 | brusk56

    15. ji zaravayê kurmancî pêşî, ji bo zaravayê kirmanckî jî dibe.



    ez bawer dikim ku kirmancê me zêdetirî,ê facebookê xwe bi tirkî bixebite. lê ez li ser ev xebatê de dixebitim, sedemê ruçikê faşîstê tirk û kurdan(kirmanç ku dibejin em ne kurd in).



    2014.10.30-19:02 | endazyar

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    language exchange cafe
    Li hinek welatên biyanî cihên wûsa pir in. Kesên pir zimanî li vêr k...
    pirsgirekên zimanê kurdî
    -zimanê kurdî zimanekê nefemî ye
    -bi zimanê kurdî heta aniha pe...
    çemên kurdistanê
    çemê balfisê gundekî cîranê gundê me heye navê wî (vbnr: balf...
    ronahiya qurana pîroz
    6-7 cuz mane ku ez xitim bikim, hingî ku ez dixwînim bêtir kêfa min ji...
    pirsgirêkên rêzikên îslamê
    pirsgirêkên rêzikên îslamê/86846 qey yeke qey didoye ezê kîjan bibêjim kîjan bihêlim ji fathayê ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » facebooka zazakî
    » kurdî nizanim

    Kategoriyên mijarê:: malper
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî