Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 44 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; marco polo
peyamên çepikkirî

24275. li gorî hin vekolîneran m.p. neçûye çînê. ji bo ku di nav arşîv û dokumanên dîroknîvîsên çîniyan de navê marco polo derbas nebûye. ji xeynî vê teferûata, di nav pitûkê marco polo yê ku li gorî gotina wî li çînê 17 sal maye, qala ev tiştan nekiriye:

-benda çînê (tu li çînê 17 sal bimîne û qala vê dîwêra neke!)

-navên herêm/bajar/navçe hwD ÊN ÇÎN Û MOGOLAN (KU WEKÎ sefîrê kubîlay xan çûbû çînê!)

-nivîs û sembolên zimanê çînan (ma qet bala zilamê ku bi latînî dinivîSe, nekşand!)

-çay (lê qala şerabên çînan dike!)

-bikaranîna şivikên xwarinan (qey kevçî û çetelê xwe jî bi xwe re biriye!)

-û çend tiştên din.



li gorî vê vekolîneran, ev mêrxaso tenê çûye heta Behra Spî, bi keştiyên venedîk û cenevîzan. tiştên ku qala herêmên behra spî û çînê kiriye jî, ji bazirganên rêya hewrîşimê bihîstiye û nivîsandiye.



06.06.2013 16:08 | endazer