Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 84 peyam
kombî - tirşik
kombî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. alav û cîhaza ku pê av û hewa tê germ kirin.. kurteya navê kazanên kombîne yanî cîhazên yekbûyî yên germkirinê ye.. bi sotemeniyên lîkÎte yên wekê lpg û gaza xwezayî dişixule.. lê ji bo ku kombiyek bikaribe bişixule sotemeniyên avî ne bes in herwiha divê av û ceyran jî hebin.. ev halet hem avê germ dike, hem malê germ dike û hem jî xwarinê germ dike anku dipijîne.. yanî hem bi karê tûpê ve hem bi karê şofbenê ve û hem jî bi karê kazan/sobe/argûnê ve radibe.. tabî îhtîmal e ku camêrek rabe û bêje tifika di hewşa mala me ya li gund de jî dikare bi van her sê karan ve rabe, an sobeya li odê filan.. neyse biçûk û mezin, an sade û komplîke gelek cureyên vê haletê hene.. û herwiha li gorî kar û karîn û kirinên xwe gelek modêlên wê hene.. li gorî danûstandina hewaya/oksîcena ku sotemenî pê vêdikeve du modêlên vê haletê hene.. ya yekê modêla kombiya bidûkêş e (bi tirkî bacalı kombi, bi îng. funnelled combi boiler).. ev modêl hewaya xwe yanî oksîcena ku ji bo vêketinê pêwist e ji hundurê atmosfera ku kombî lê dimîne distîne, û ev yek jî eger ev atmosfer baş neyê hewadarkirin wekê gur dakeve nav keriyê pêz, dikare kitê ji nav malê nehêle.. modêla didoyê jî modêla kombiya hermetîk e, wekê ku ji navê xwe jî kêm zêde kifş dibe, di vê modêlê de hewa yanî oksÎcena ku ji bo vêketina kombiyê pêwist e bi riya fanekî ji derve tê standin û dîsa hewaya genî ya ji ber şewatê peyda dibe bi heman rê û rêbazê tê avêjtin..

dîsa li gorî sîrkûlekirina dûkela ji ber gaza şewitî/bikarhatî du modêlên vê haletê hene: modêla ewil, kombiya klasîk anku kombiya konvansiyonel e û ya didoyê jî kombiya kindensîng e, bi tirkî kê re dibêjin yoğuşmalı kombi û bi ÎngÎlîzî jî condensing combi boiler, lê min kir Û nekir di ferhengên kurdî de bi ser beramberê peyva yoğuşmak û yoğuşmalı / condensation, condensing ê ve nebûm.. neyse ferqa di navbera van herdu modêlan de jî ev e: di sîstemên modêlên kombiyên kindensîng de dûkel anku bûxara ku ji ber vêketin û sojîna sotemeniya lîkîte (lpg, gaza xwezayî) peyda dibe di kombiyên klasîk de tên avêjtin lê di kombiyên kindensîng de ev bûxara avê bi riya vuguhêstina germayiyê (bi tirkî ısı transferî, b îng. heat transfer) ji forma gazê vediguhere forma avê û ev ava germ ya ji vî karî têye bidestxistin jî tevlî sîtemê tê kirin.. lê ji bo ku ev modêla kombiyên kindensîng randimanekî baş bide, yanî ji bo ku hÛn bikaribin xêrê jê bikin û pereyê ekstra ku hûn ê li vê kombiyê bimezêxin (belê buhayê kombiyên kindensîng li gorî yên klasîk çend sed lîreyekî zêdetir e) ji faturayê derxin, yanî mesrefa zêde amortî bikin, divê metraja radyatorên di malê de ne kêmî 8 metreyan be û divê aqara malê jî ne kêmî sed metrekareyan be..

wek marqe jî; marqeyên wek viessmann, buderus, vaillantû e.c.a baş in..



24.01.2014 02:50 | endazer

2. endazer, ka bi xêra dêbavên xwe were ya me bike qaçax loo, heleka me çû bi van fatûreyan kambaxê! *



24.01.2014 06:41 | zero

3. tişta ku ger li ser şaneşînê* hatibe bicîkirin îhtimala qerisînê heye ye.

a me wisa bû û vaye mehek zêdetir e ava germ tune ye li mala me . ger kombiya we li ser balkonê be hewce ye herdem bixebite. hey nexwe, ger hûn şartel binî xwarê wê ava tê de biqerise û cihê av tê depo kirin biteqîne. min telefonê da serwêsa wê, gotin masrafa temîr kirinê di 100 tl û 450 tl yê digûhere li gor hejmara amûrên xerabûyî.



24.01.2014 11:03 | brusk56

4. rihetiyeke mezin e. li gorî kalorîfera komiran, ne bûha ye jî. salwext em nêzikî 2000 tl didin komirê: ê mirov mehên herî sar 400 tl jî bişewitîne li gelek bajaran wê bûhayê wê ya salane ji 2000 tlyan nebore. germkirina ava hemamê û mitfaqê û gaza ocaxa mitfaqê jî tê de...



24.01.2014 17:22 | simurg56

5. serê şeş mehan carekê, bo qeza meza çênebIn, kontorla kombIyan dIvê were kIrIn. Heyran Jı çav nekIn.



21.10.2014 02:08 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kombî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî