Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 28 peyam
di rûpelên dîrokê de kurd - tirşik
di rûpelên dîrokê de kurd
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. firdewsî di şahnameya xwe de behsa şerê kurd û sasanîyan dike. di beşa 6'a ya şahnameyê da şerê navbera şahê kurd madîg û şahê sasanîya agahî dide.



25.01.2014 14:40 | felat

2. hê jî dîrok pesna neçîrvanan dide hê şêr dîroka xwe nenivîsiye..



25.01.2014 14:42 | ferhenga şikestî

3. (bnr: ksenefon-anabasîs)



25.01.2014 16:53 | cekdar

4. eger hebe jî ji aliyê qelemên biyanî ve hatiye nivîsandin.. dibêjim eger hebe, çimkî min bi xwe derheqê vê mijarê de tu lêkolÎn nekirine û ya rastî hebe jî û nebe jî ji min bi xwe re ne xem e.. ji ber ku ji roja roj de kesên ku bi kar Û kirinên bav û bavpîr û kalikên xwe pesnê xwe didin dilê min dixelînin..

yanî kawayê hesinkar hebe û kurd be û dehaqê xwînxwar ji text xistibe, an ristemê zal hebe û kurd be û bi gurzê xwe hikumraniya turaniyan kiribe piç û parî, û selaheddînê eyyûbî hebe Û kurd be û artêşa xaçperest ji derdora qudsa munewer qewirandibe, min bi xwe ne aciz dike û ne jî kêfxweş..

wek diya min dibêje kî çi dike bi xwe dike û ji xwe re dike, çi çê û çi xirab!



25.01.2014 17:11 | endazer

5. Bav û kalên kurdan gotine ma dinya têra kê nake û pişta xwe dane dinyayê û wê piştguh kirine û çavên wan tucarî li mal û milk û warên xelqê nîn bûye ji ber vê hindê li dinyayê pirr negeriyane û ji bavê xwe pêxember nûh ta niha li kurdîstanê mane. Malmîrata kurdistanê di cihekî wilo stratejîk de ye ku bi qewlê tirkan ve bûye " yol geçen hanı". Pêşî împretoriya persan kurdistanê kirîye bin lingên xwe, dûvre îskender, dûvre împretoriya romayê, dûvre sasanî, dûvre medenîyeta îslamê, peyre selçûk melçûkên tirkan, peyre cengîzxanê qaf mongol, peyre dewleta osmaniyan û peyre dagirkerên bêşeref... herwekî tê dîtin hemû dewletên mezin yên dîrokê ji kurdistanê derbas bûne û wê talan kirine. kurdên reben hêj fehm nekirine ka çi bûye çi nebûye derbe li ser derbê xwarine. ji ber vê hindê di rûpelên dîrokê de navê kurdan yê dî serhildan bixwe ye. gava ku mirov ji vî aliyê de mêze bike bi rastî jî kurd miletekî gellek bi rûmet û bihêz in. ji ber ku digel evçend tofan û belaya hêjî hene û li ser pîyan e.



26.01.2014 09:27 | ceso

6. di dîroka romîyan ya fermî de navê kurd û kurdistanê di du cîyan de derbas dibe.ew jî di bin navên cemîyet û tevgerên,li gorî tirkan,'bizîyan û bixisar' de derbas dibe.herçiqasî bigotibana tevgerên bizîyan jî birastî dema em zarok bûn me peyva kurd an jî kurdistan didît di pirtukên tirkan yên dîrokê de kelecan û xiroşekê em hildigirtin.bi fikir û hizirên zarokî ve me digot hema bihîstina navên kurd û kurdistanê jî bes in *



26.01.2014 14:19 | azad zagros

7. bi awayê nivîskî, heta berî 2400 salan jî îspatên wê hene;

(bnr: anabasis)

(bnr: vegera deh hezaran)



26.01.2014 14:32 | simurg56

8. ebul el-hesen elî bin el-huseyn bîn el-mesudî ( çi navek dirêj e). Bi navê heredotê ereban tê naskirin. di pirtûka xwe ya bi navê murucu'z zeheb de derheqê kurda û peydabûna nijada kurdan kiriye. di heman pirtûkê de derbarê jîyana kurdan agahîyên berfireh daye. di pirtûka xwe ya bi navê tenbîh ê de behsa mîrîktî û eşîrên kurdan nivîsî ye.



26.01.2014 20:03 | felat

9. Dîrokê da kurd her tim hebûne lê dema ku em li gor dagirkeran dîrokê mêze bikin, kurd tu carî di dîrokê da tunebûn e.

Ji bo wî ev çend rojin ez çavkanîyan dişopînim ji bo tiştek rast bibînim.

https://kovaradestar.wordpress.com , bitlisname.com ji van yekin



24.04.2019 18:50 | brzn

10. gelê med jî ku wek bavûkalên kurd ên îro tên pejirandin, di rûpelên dîrokê re derdikevin pêşberî te.

(bnr: rojgirtina dîrokî a 28ê gulanê 585an bz)



25.06.2023 22:15 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
werara nexşenasiyê [1]
Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diç...
belki ev jî bala te bikişînin
» rûpelên facebookê ên xwerû kurdî
» kurdên henîfî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî