Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
binnivîs vs dublaj - tirşik
binnivîs vs dublaj
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: binnivîs)

muqayeseya ku bêguman binnivîs bi ser dikeve.

ji gelek aliyan ve bi binnivîsan temaşekirina fîlmên biyanî çêtir û xweştir e.

ji ber ku dema fîlm bi dublaj be;

- dengên aktoran komple diguhere (jixwe fîlm ji dîmen û dengan pêk tê. yanî nîvê fîlmê diçe û tiştek nû tê şûna wê)

- lîstikvaniya lîstikvanan diguhere (ji ber ku nîvê lîstikvaniyê jî şêweya axaftinê ye)

- mesrefa dublajê ji binnivîsan gelek gelek gelek zêdetir e.



ji ber van sedeman ez bixwe tu carî li fîlmên dublajkirî temaşe nakim.

gelek kes behsa zehmetiya xwendina binnivîsan bike jî ev yek ne rast e. dema mirov li 2-3 fîlman temaşe bike gelek bi hêsanî hîn dibe.



heta niha min li dehan fîlmên biyanî, bi binnivîsên kurdî temaşe kiriye. (binêre: wergerine.com) dema pêşîn hinekî zehmet bû lê niha bi hêsanî li binnivîsên kurdî jî dikarim temaşe bikim.



yanî her bijî binnivîs bimre dublaj.



27.01.2014 21:04 | simurg56

2. Herwekî ku li jor jî hatiye gotin bi ya min jî binnivîs ji dublajê çêtir e. Ê min jî ez pirrî fîliman bi binnivîsê temaşe dikim. Ji ber ku fîlmên bi binnivîsên kurdî pirr bi destê min nakevin ez jî ji malpereke tirkan ya ku fîlmên gellek xweş û bi qalîte û hemû bi binnivîs tê de têne weşandin ji xwe re fîliman seyr dikim. Malper ev e http://www.sine-goz.com



27.01.2014 22:34 | ceso

3. berhevdana ku ez weke "binnivîs dibersivînim" e .

binnivîs bi her her awayî ji dûblajê çêtir e. lê mixabin li tirkiyê tu caran filmên bi binnivîs nayê weşandin.

lê ev jî heye, hinek filman de şopandina binnivîsan gelekî zehmet e. ji ber wê jî mirov nikare li filmê binêre, heta car caran mirov mecbûr dimîne bisekinîne an jî paş ve bistîne. ê tu nekarî xwe bigihînî leza binnivîsan tu yê çawa li filmê, li rûyê gotarvan binêrî ? yanê welhasil carinan dibe pirsgirêk. lê dîsa jî şûna orjînala filmê xera bibe, bila em wê zehmetiyê bikşînin baştir e .



28.01.2014 00:59 | brusk56

4. Ez dixwazim minaka The Dark Knight Rises bidim. Di vî fîlmî de ji bo dengê bane bi awayekî zahmet dîtine bi awayekî pir pere xerc kirine lê belê di dûblaja tirkî de çikirinin, mêrekî hew dengê xwe hinekî guhertiye û dûblaj kiriye. Encam: pê rîtinin û berdanin. Ka bêjin dûblaj an binnivîs?



28.01.2014 13:02 | mergehez

5. bi ya min vê rewşa hanê diguhere eger dublaj xweş bê kirin pirsgirêk namîne ango dengê lîstîkvan ê rastîn û dengê ku dublajê dike heke li hev bên baş dibe yan na mariv nikare temaşe bike ji ber ku di kurdî de her du jî hama bêje tune ye ez ê li ser tirkî binirxînim mesela zarvekera ku dengê angelina joliyê dike xweş dike bi xwedê ji dengê wê yê rastîn ji xweş dibe. dibe ku orjinalî xira bibe lê bi ya min a girîn ev e ku li gor fîlm û bûyer û karekterê bûye yan na.. binnivîs orjînal e lê gava tu temaşe dikî êdî nikarî bi karekî din mijûl bibî carekî trt şeş fîlma turuvayê wergêrandibû bo kurdî gava dengê brad pitt hat min, brad pitt çûbû kahtali miçê hatibû*)) lê li gor lêkolînêke di cîhanê de di warî dublajê de herî li pêş tirk in ji ber ku zimanên biyanî kêmtir tên zanîn û kes bi binnivîs temaşe nake lewma jî her gav dublaj dibe ew jî bûye sedem ku ji aliyê dublajê de pêşve biçin..



28.01.2014 13:37 | ferhenga şikestî

6. tirk gelê yekemîn e ê fîlma bi dûblaj temaşedike. Lê dîsa jî dûblajek wer nebaş çêdikin em nikarin filmên bi dûblaja tirkî binerin. dema em vê dinerin em qalîteya tirkan fêm dikin.

Binnivîsên wan baş e lê belê ev ne jiber tirk bi qelÎtenin, ev ji ber nivîsandina binnivîsan ne ewqas zor e.



28.01.2014 13:53 | mergehez

7. Fîlma bab'aziz bi binnivîsa kurdî: https://www.youtube.com/watch?v=prH5i3Pa7Bo



06.08.2014 12:59 | gernasnenas

8. fîlm an jî rêzefÎlm ger ya biyaniyan be binnivîs çêtir e. dublaj tişteke dijwar e, her kes nikare ji binî rabe. divê bi her awayî bi rêk û pêk be.



06.08.2014 13:03 | kurê xelkê

9. danberhevdana hema bêje di her rewşê de binnivîs serkeftîtire ye. tenê dema mirov bi xwe re nebîne bixwîne dublaj bi ser dikeve.



04.02.2015 00:52 | berxweda

10. ted-ed vîdyoyê zanistî,dîrokî,tenduristî,hunerî,civakî û çandî bi awayekî şahî bi şiklê anîmasyon çêdike.

ted-ed kurdish - van Anîmasyona bi binnivîsa (subtitle) Kurdî amade dike û parve dike.



facebook: Here lînkê

twitter Here lînkê

youtube: Here lînkê



11.07.2015 20:07 ~2015.10.14 22:11 | mîr bedirxan

11. Fîlmê bi dûblaj yên xweş pir kêm in, jixwe heya niha min tenê yeke Kurdî darî kir, ew jî tenê dîmeneke biçûk bû. Xwediyê dûblajê jî şivan perwer*
(bnr: braveheart)




Lê bi piranî ez fîlm û rêzefîlman bi binnivîsê darî dikim. Belkî di nava 4,5 salan de min dor 500 fîlm, û nêzîkî 30 rêzefîlm darî kiriye, here were qey 10-15 fîlm bi dublaj be.
Bi kurtasî her bijî binnivîs, bimre dûblaj



08.08.2021 13:02 ~13:06 | merwano

12. Berê, dema ez zaro bûm li ser televîzyonên Kurmancî rêzefîlmek ku qala dîroka Korê a kevn dikir hebû û bi dûblaja Kurmancî dişûxilî lê bi Kurmancîya Bahdînan. Îca min zêde jê fêhm nedikir lê hengî kêfa min jê re dihat min tim di malê neqla wan dikir.
Tê bîra min gotinên wek "spas, ezbenî..." min pêşî ji wan bihîstibû. Li herêma me ji dêlava spas em piranî ya dibêjin malî ava yan jî dibêjin sax bi hwd. Û ji dêlava ezbenî jî gelemperî biwêja "ez xûlam" me bi kar dianî. Lê di van çend salan bi rastî jî guhertinek belloq di zimanê me de dixûyê ku dike ziman standartîze bibe. Hêvî dikim rojkê emê bigihên ku bi rastî zimanê me gihaye wê astê ku her çar alîyên welêt ji hev fêhm dikin û xwe ji hev bernadin....

Nîşe:
Wextî min qlakirina binnivîsê ji bîr kiriba lê li ber dilê min jî ger Kurmancîya kesên ku deng didin wan fîlman ne baş bi û ne xwedî dengek qarîzmatîk bin fîlmên bi dûblaj poşmanî ye. Wekî din pir caran ji qewla nivîskarê li jor:
Binnivîs>>>>Dûblaj



08.08.2021 15:04 | pîroz

13. Îngîlîzî: Ashley, look at me
Tirkî: Ashley, bana bak dedim
Azerî: eshlîy, mene bax dîdîm (dengê lawik wek pitika ye*)

Bi her awayî binnivîs ji dublajan çetir e. Hûn dikarin bi saxiya wan binnivîsan hînî îngîlîzî an jî zimanekî din bibin.



22.09.2023 22:53 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» binnivîskar
» dublaj

Kategoriyên mijarê:: anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî