Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 4 peyam
    01.02.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê - tirşik
    01.02.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê
    (8) (0) ecêb (0) (12)
    di mijarê de bigere

    1. pêşîn (bnr: nivîskarên tirşikê li ser twitterê hevdu dişopînin) û (bnr: hesabên twitterê ên niviskaran) .

    gelê tirşikvanan ! ez dixwazim kampanyayek ji bo danasîna tirşikê bidim despê kirin.

    twitterê de, di saetek û rojekî hatî diyar kirin de, em hemû, tweetên di derbarê tirsik.netê de bişînin û ji hevalên xwe jî bixwazin ku retweet bikin an jî ew jî bişînin.

    em dikarin vê yekê di rûpela tirşikê a li ser facebookê de jî parve bikin û her nivîskar dikare vê yekê di rûpela xwe ya facebookê jî parve bike.

    di twitterê de gelek nivîskarên me hene û ji bilî vê jî gelek kes hene ku piştgiriyê bidin me. bi ya min, bi vî awayî em dikarin dengê xwe bigihînin gelek kesan. te hew nêrî em ketine di nav tt'yan de *

    ger bêhtir pêşniyariyên we hebe ji kerema xwe re binivîsin .

    li gor fikra we û piştgiriya we em dikarin saetek diyar bikin û tiştek wisa bikin.

    bi ya min roja şemiyê(1ê sibatê), saet 20-21 musaît e .



    2014.01.28-00:48 | brusk56

    2. kampanyaya ku benda piştgiriya tirşikvanan e.



    2014.01.28-11:30 | brusk56

    3. Kampanyayek baş e lê divê em ji xwe re hashtagekê diyar bikin.



    2014.01.28-11:47 | ceso

    4. kampanyaya ku bi nivîsÎna di bin hashtaga #tirsiknet ê dikare were çêkirin e.

    bi vî awayî em dikarin li hashtaga #tirsiknet ê bitikînin û hemû tweetên hatî şandin bibînin û rt bikin .



    2014.01.28-11:58 | brusk56

    5. çalakiya ku hêjayî ceribandinê ye.

    deka bila ew roj were û em xwe biceribînin.



    2014.01.29-22:14 | simurg56

    6. kampanyaya ku heta niha 2 kesan fikrên xwe yên erênî eşkere kirine ye .

    fikrekî cûda jî nehat eşkere kirin. wisa xuya dike ku em ê roja şemiyê saeta di navbera 20 û 21 ê de, di bin taga #tirsiknet ê de binivîsin ..



    2014.01.30-00:04 | brusk56

    7. (bnr: i am in)



    2014.01.30-00:54 | saladin

    8. BÛYERA KU WÊ îro pêk were ye.

    ji bo şopînerên me yên di facebookê de jî beşdar bidin, ji rûpela tirşikê şandîyek wisa hat weşandin ;



    "HEVALNO !



    ji bo reklam û danasîna tirsik.net'ê, îro saet 20.00 an de, em ê di twitterê de, bin taga #tirsiknet ê de tweetan bişînin. yên xwediyê hesaba twitterê, ji kerema xwe re hûn jî piştgiriyê bidin me.

    di bin taga #tirsiknet ê de, tweetan bişînin û tweetên hatî avêtin RT bikin . bi vî awayî wê haya zêdetir kesan ji tirsik.net ê hebe.



    EKŞÎSOZLÛKA KURDAN ▶▶▶▶▶ TIRSIK.NET ®



    TIRŞIK, YEKEMÎN FERHENGA ÎNTERAKTÎF A BI KURDÎ YE.



    KEREM KIN HÛN JÎ BIBIN ENDAM Û DESPÊ NIVÎSANDINÊ BIKIN ! "



    2014.02.01-10:20 | brusk56

    9. danasÎnÊn wusa kurdÎ Û kurdan xerab nemayÎş dikin. me mina chinese production tidin nasandÎn:

    (bnr: sezen aksuya kurdan)

    (bnr: ekşÎsozlÛka kurdan)

    (bnr: turkcella kurdan)

    (bnr: ara guler ê kurdan)

    ...



    2014.02.01-10:41 | cinorek

    10. wê hêza tirşikvanên twitterkar derxîne holê.



    2014.02.01-17:39 | simurg56

    11. kampanyaya divê berê li facebookê çalakek li ser navê wî bihata vekirin ku organîzasyon baş bihata saz kirin.bi vê aweyê ne bawer im hêza tirşikvanana rast derkeve holê.



    2014.02.01-17:52 | bayesar

    12. kampanyaya ku ev çar roj in ez li hêviyê me ku destpê bike.. lê kurd ji twitterê bêtir facebookê bikar tînin û bi min bi riya facebookê mirov dikare xwe bigihîne girseyeke mezintir.. yanî helbet bila kampanyaya li ser twitterê jî birê bikeve lê divê kampanyayek jê mezintir li ser facebookê jî were birêxistin.. û ekîba tirşikê ya li ser facebookê jî divê biçekî din bi profesyonelî tevbigere..



    2014.02.01-18:09 | endazer

    13. kampanyaya ku tirşikvanên li suîdî erebistanê dijîn despê kiriye ye *



    https://twitter.com/MSErzen/status/429663804583313408



    2014.02.01-19:15 | brusk56

    14. çalakiya ku vêga destpê kiriye: www.twitter.com/search?src=typd&q=%23tirsiknet



    2014.02.01-19:54 | simurg56

    15. kampanyaya ku gav bi gav, tweet bi tweet mezintir dibe ye..

    wekê şivanê perwer dibêje; de hêz bidin xwe, nesekinin, bitirşikînin heta destê we diçe..



    2014.02.01-20:52 | endazer

    16. serîrakirineke. herrê...



    2014.02.01-21:07 | azadixwaz

    17. rê ya te vekîrîbe TIRSIK ...



    2014.02.01-21:12 | gelawej

    18. wellehî hejmara twitan ne hindik e. lê em ê bandora wê dûre bibînin.



    2014.02.01-21:18 | simurg56

    19. tirşik li ser twitterê rabû atakê lê defansê (tirşikê) jî vala nehêlin *



    2014.02.01-21:25 | simurg56

    20. kampanyaya defansê jî beredayî nehîştiyî, hêjmara peyaman gihaye sedan(yên li vir) îro...



    2014.02.01-21:27 | azadixwaz