Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
bêşansiya di tiştên teknolojîk de - tirşik
bêşansiya di tiştên teknolojîk de
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. weke nasnameyek e. hinek mirov nikarin vê nasnameyê ji ser xwe biavêji. ez ne yek ji wan im lê carna wisa hîsdikim.



29.01.2014 23:28 | azadixwaz

2. tişta ku dibe sedema tirsê û nestandina tu tiştî.

yek hevalê min heye, aniha sala 5ê a li zaningehê ye. lê hevalên wî ên lîseyê hê tavzê xwe lê dikin, dibêjin "te yê mp3 player'ek bistanda ew çawa çêbû" *

biryar dide tiştekî bistîne lê dike nake newêre bistîne. ji ber ku herdem tirsa xapandinê heye. encax divê yekî beriya wî bistîne 3-4 meh sere derbas bibe ger tiştek nebe, ew jî dikare bistîne .



30.01.2014 00:04 | brusk56

3. mirov mecbûrê garantiyê û kirîna tiştên orjînal dike. ji ber ku vê mijarê de ez jî gelek caran bêşens im; piranî tiştên ku dikirim, bi-garantî dikirim. ji ber ku êdî mesrefa tamîra cîhazên elektronîk, ji cîhazê xwe girantir e. pêşniyara min jî ji tirşikvanan re ev e.



30.01.2014 20:15 | simurg56

4. carekî -pêşiya niha 8-9 salan- min ji pirtûkfiroşgeha nt ya li diyarbekir cîhazeka multimedia player an bi navê xwe yê nav xelkê mp5ek kirrîbû (wekê ipodan, lê taybetiya wê ya wêne û vîdeogirtinê jî hebû), cîhaz du salan gerantiya wê hebû. kes bawer nake, lê çawa 2 salê wê qediyan rojek an du roj di ser re nebihurîn, cîhaz j ber xwe de hat girtn û nema şixulî, min rêkir ser servîsê, hema bêje nîvê buhayê wê, pere ji min xwestin ji bo temîratê.



30.07.2016 19:32 | endazer

5. (bnr: fetö)

teqez planeke fetöyê ye, te çima ji nt kirî? bila te jî negirin!



30.07.2016 23:26 | azadixwaz

6. Hemd ji xwudê re ez ne yek ji wan kesan im. Tiştên ku distînim dikarim bi salan bi kar bînim.



31.07.2016 00:32 | ferhenga şikestî

7. carek min cîhaza atariyê stendibû hemû tişt temame bavê min jî ne li mal bû.. min hanî qet neket hişê min ku hewcehî bi qumandarê heye û jixwe me jî qumandara xwe xwaribû perçê saxlem pîlê wî bû, pere tune ez herim bistînim jî, min birayê xwe bi tehdîtan(an tu naleyzî..) şand mala cîrana qumandarê hanî lê belê lê nedihat..: ) ez ewro ne leystim û min hêjî jibîrnekiriye wekî ku hûndibînin..



û min berê çi distend roja din terivandîbû * tabî ev jî sûcê min nîn bû bira canê çînê saxbe *



31.07.2016 00:44 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêşansiya di tiştên teknolojîk de
» tiştên ku kurrik nikarin bikin

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî