Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; di nav kurdan de îslamofobî
peyamên çepikkirî

24737. di qerna berÊ de tirkan bi hestiyÊ dev Û bavÊ xwe re rin,

e nuha jÎ hinek kurd dikin werê bikin. ez Ê eşkere bejim:

kurdÊn kemalist pir li hemcinsÊn xwe yÊ tirk terin.

wana jÎ keçikeka bi hÎcap mina aferîde diditin, wanÊn me yÊ kurd jÎ nuha werÊ dikin.

kurd her çiqas xwe nûjen zen dikin bila bikin dÎsa jÎ pirraniya gelÊ me misilman e.

dive em rêz bidin ola xwe Û gelÊ xwe.

ewÊn kurdÊn kemalist dikin bÊedebÎ ye, kÛçikÎ ye.



01.06.2013 01:27 | simurg56

24739. divê sernav bê guhertin û bibe di nava bdpliyan de îslamofobî..

di nava xelkê de fobiyeke wisa tune ye ku hebe jî ji ber terora hîzbulşeytanan peyda bû lê gava peyva fobî em binirxînin em bi giştî nikarin bibêjin ku di nava kurdan de di dijî îslamiyetê de fobî heye

tenê sekulerên me ji xwe re kirine fobî... fobiyeke pirr bê wate. .

kurdên me bi giştî dîndar in lewma ihtimal tune ye ku fobî hebe. . eger ku hebe jî bingeha xwe ji polîtikayê digire.. tirk komara xwe ya dagirker ava kirin û li ser kemalîzm û laîsizmê ava kirin û ji tirsa ku kemalîzm birûxe polîtikaya xwe dijî îslamiyetê pêk anîn. .. kurdistan bindest e hê azad nebûye û pargelek jî çênebûye lê tirsa min ew e ku rojek bê û em jî wek tirkan xwe dij-îslamê yanî dij-nirxên vî gelî civatê binpê bikin



08.06.2013 14:50 | simurg56

24805. mixabin roj bi roj zêdetir dibe ji ber ku weke kemalîstan êdî kurd jî ji xwe re ola islamê kirine nîşan û pê çavên dijminatiye û paşdemayinê dinerin vê meselê.dibejin qey ola islamê bûye sedemeke ya nerizgarbûyîna kurdistane.

çawa kemalîst dibejin ola islamê me paşde heliştiye em ji hêdî hêdî bi wî şeklî dinêrin ola islame.Lê belê tu sûncê me di wî warî de tûne ye ji ber ku serok û rêveberên me xwestin ku kurdên nû bi vî awahî ola islamê binirxînin.Serokên me şûna sosyalîsma islamî hînî rê û rêçika marks,lênîn,stalîn,mao ..hw.d bûn û wan rê û rêçikan bi zorî me dan fêrkirin.

Dîsa tu sûncê me di wî warî de tune ye ji ber ku alim û aqilmendên me ji xwe tir kirin û tu carî li dijî neheqiye tevnegeran ,riya rast nişanî me nekirin. ne hêliştin ku em weke mirovekî ola xwe fêr bibin.Hemû tiş kirin guneh,hemû tiş kirin heram…



Lê başe,serok û rêveberên me ne weke berê ne.Naha dixwazin ku hêzên islamî ji bi xwe re bigindirînin û konferanseke islamî li dar bixin.Ev bi rastî ji mizginiyê xêrê ye.Ez hîvî dikim ku ev konferans serbikeve û xeletiyên paşeroja kurdan bîne zimên û nehêlê ku careke din bên dubarekirin.



dawiye dawî ez lêborîne ji hewe dixwazim ji ber ku melayê kevin yanê seyadayê cigerxwîn ji ev mesele weke kemalîstên tirk an ji weke sosyalîstên ûris fêmkiriye û bi hêsanî gotiye;

"bûne mezhebdar, bûne olperest,

bûne paşverû, bi tizbî û xişt"

Şûna ev mesele be nîqaşkirin û çareserkirin nêrînek islamofobîk zahf hêsane û bêyî feydeye.Ez ji dikarim wisa binivîsim û xwe jê xelas bikim.

“bûne darwînîst,bûne lenînîst

“bûne kemalîst, bi cil û bergên nûjen”



Lê belê bêfeyde ye…



09.06.2013 15:19 | brusk56