Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 19 peyam
di nav kurdan de îslamofobî - tirşik
di nav kurdan de îslamofobî
(7) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. di qerna berÊ de tirkan bi hestiyÊ dev Û bavÊ xwe re rin,

e nuha jÎ hinek kurd dikin werê bikin. ez Ê eşkere bejim:

kurdÊn kemalist pir li hemcinsÊn xwe yÊ tirk terin.

wana jÎ keçikeka bi hÎcap mina aferîde diditin, wanÊn me yÊ kurd jÎ nuha werÊ dikin.

kurd her çiqas xwe nûjen zen dikin bila bikin dÎsa jÎ pirraniya gelÊ me misilman e.

dive em rêz bidin ola xwe Û gelÊ xwe.

ewÊn kurdÊn kemalist dikin bÊedebÎ ye, kÛçikÎ ye.



31.01.2014 15:39 | cinorek

2. ew fobÎyeka wusaye ku belavÊ hemÛ qadan bÛye. edebÎyata kurdan jÎ di nav de.

wekÎ hÛn dizanin edebÎyata kurdanÊ qedÎmÎ pirranÎ tiştÊn îslamÎ Îxtiva dikin, lowma Îro nivÎskarÊn kurd nÊzdÎkÊ edebÎyata me YÊ qedimÎ nabin. heman wek ewÊn kemalist dikin. anha jÎ pirtÛkÊn xwe yÊ kevn şewitandin Û şer kirin bi ferheng Û edetÊn xwe re.



31.01.2014 15:49 | cinorek

3. divê sernav bê guhertin û bibe di nava bdpliyan de îslamofobî..

di nava xelkê de fobiyeke wisa tune ye ku hebe jî ji ber terora hîzbulşeytanan peyda bû lê gava peyva fobî em binirxînin em bi giştî nikarin bibêjin ku di nava kurdan de di dijî îslamiyetê de fobî heye

tenê sekulerên me ji xwe re kirine fobî... fobiyeke pirr bê wate. .

kurdên me bi giştî dîndar in lewma ihtimal tune ye ku fobî hebe. . eger ku hebe jî bingeha xwe ji polîtikayê digire.. tirk komara xwe ya dagirker ava kirin û li ser kemalîzm û laîsizmê ava kirin û ji tirsa ku kemalîzm birûxe polîtikaya xwe dijî îslamiyetê pêk anîn. .. kurdistan bindest e hê azad nebûye û pargelek jî çênebûye lê tirsa min ew e ku rojek bê û em jî wek tirkan xwe dij-îslamê yanî dij-nirxên vî gelî civatê binpê bikin



31.01.2014 17:32 | ferhenga şikestî

4. kes ne mecburê bêje xwedê ji te razî, ev nayê maneya îslamofobî,kurd û bdp jî fobiyan tenê ji tiştên zexte re hene, herkes ne mecburê li gor adetên islamî bijî, lê îslama îro ji xwe divê mirov li hember bê û ji bo îslamek ya rast muslimantîyek durist têbikoşe... mesele ne ji binî inkarkirin ne jî heya dawîyê pêk bawerkirin... naskirina îslamê û hurmet a li hember hemû ola ya rast e. gava em îslamê ya heq nas nekîn disa emê bikevin nav xeterêyen ku berê hatî serê me.. bila kurd derdê şêx meleyê sexte ji bir nekin



31.01.2014 18:03 | jajî

5. mixabin roj bi roj zêdetir dibe ji ber ku weke kemalîstan êdî kurd jî ji xwe re ola islamê kirine nîşan û pê çavên dijminatiye û paşdemayinê dinerin vê meselê.dibejin qey ola islamê bûye sedemeke ya nerizgarbûyîna kurdistane.

çawa kemalîst dibejin ola islamê me paşde heliştiye em ji hêdî hêdî bi wî şeklî dinêrin ola islame.Lê belê tu sûncê me di wî warî de tûne ye ji ber ku serok û rêveberên me xwestin ku kurdên nû bi vî awahî ola islamê binirxînin.Serokên me şûna sosyalîsma islamî hînî rê û rêçika marks,lênîn,stalîn,mao ..hw.d bûn û wan rê û rêçikan bi zorî me dan fêrkirin.

Dîsa tu sûncê me di wî warî de tune ye ji ber ku alim û aqilmendên me ji xwe tir kirin û tu carî li dijî neheqiye tevnegeran ,riya rast nişanî me nekirin. ne hêliştin ku em weke mirovekî ola xwe fêr bibin.Hemû tiş kirin guneh,hemû tiş kirin heram…



Lê başe,serok û rêveberên me ne weke berê ne.Naha dixwazin ku hêzên islamî ji bi xwe re bigindirînin û konferanseke islamî li dar bixin.Ev bi rastî ji mizginiyê xêrê ye.Ez hîvî dikim ku ev konferans serbikeve û xeletiyên paşeroja kurdan bîne zimên û nehêlê ku careke din bên dubarekirin.



dawiye dawî ez lêborîne ji hewe dixwazim ji ber ku melayê kevin yanê seyadayê cigerxwîn ji ev mesele weke kemalîstên tirk an ji weke sosyalîstên ûris fêmkiriye û bi hêsanî gotiye;

"bûne mezhebdar, bûne olperest,

bûne paşverû, bi tizbî û xişt"

Şûna ev mesele be nîqaşkirin û çareserkirin nêrînek islamofobîk zahf hêsane û bêyî feydeye.Ez ji dikarim wisa binivîsim û xwe jê xelas bikim.

“bûne darwînîst,bûne lenînîst

“bûne kemalîst, bi cil û bergên nûjen”



Lê belê bêfeyde ye…



01.02.2014 16:33 | karmatî

6. tiştekî wisa heye. lê melayên xwefiroş, şêxên paşverû, xwînmij û sîstemparêz û neyarê kurdistanê û kurdên qaşo-misilman yên alîgirê hizbullahê jî hene.

bi ya min xeletiya herî mezin ya tevgera pkkê ew bû ku hinek zêde hişk êrîş li îslamê kir. lê ji aliyê din ve serkeftina herî mezin ya pkkê jî ew e ku aligirên xwe ji bon bandora neyînî ya şêx mêx û baweriyên pûç û axayên xwefiroş rizgar kiriye. yanî tiştekî dualî ye.

bawer nakim ku -ez jî tê de- ger tevgera azadiyê tune bûya kurdan bikariya bibin xwediyê îradeyekê.



bi kurtî îslmaofobî xelet e. divê rêxistin li hemberî îslamê nebe dijmin û ji baweriyên endamên xwe re rêzdar be. lê divê berxwedana li hemberî qaşo-misilmanan jî bidomîne.



01.02.2014 16:55 | simurg56

7. di nav olperestan da homofobî?

Hüda par ne gotîbu,emê Kurdîstan jî qunekan paqij bikin.

Hewce binerin li dîroka me,her dem olperestan bi dûjmin hatin bi kar anîn.Astengêkin di ber Kurdîstanê da.



01.02.2014 23:42 | soraxwin

8. di îslamê de insanofobî, jinofobî, lgbtfobî, DEMOKRASîFOBî, CiVAKOFOBî.di nav mislimanan de kurdofobÎ,pkkofobi,mafÊn kurdanfobÎ u quzÊ kerÊfobÎ....... hÛn çima behsa van tiştan nakin gelo! pêwîste kû rojeva we yÊ yekem ev be. we girtÎye bi quna îslamiyetÊ disa



01.02.2014 23:57 | por gijik

9. tiştekî gelek normal e. ji ber ku li ku derê îslam heye li wir şer heye, pevçûn heye. demokrasî tune ye, mirovahî tune ye.

ma bila em çima nebin îslamofobîk ?



02.02.2014 00:06 | brusk56

10. "him dano ! him kutano ! him xwarino !

kesê nekin bê imano !

kesê bikin jîn u jîyano !"



gelê me ji bêimanî de qet feydeyek wê dike nebîne. eger misilmanan serê me şikand; bi emr u fermana islam ve neşikandine ; bê emr u fermana îslam ve şikandine. xelet , bi islam ve çê nebû; bê islamî ve çê bû...



mustafa kemal û qadroyê wî yê mel'ûn, ku serên bav û kalên me jê kirî bû; eynî qadroye ku xilafet hilanî ji gelên islamê.



02.02.2014 03:45 | pispor



13. ji ber rêjeya mezin ya misilmanên wehş û hov êdî hema bêje tiştekî normal e.

weke mînak, weke misilmanek li cem min jî îslamofobî heye welleh.



26.01.2015 19:53 | simurg56

14. çi bihemd çi bêhemd di nav kurdan de heye, bi teybetî di nav der û dorên sekûler de. Dema ez li zanîngehê bûm. Di civatekê de hevalekî go selamûnaleykum. Kesekî dîtir ji civatê got ku, heval nebêje selamûnaleykum, bêje merheba heval. Merheba. Merheba heval. Me go merheba.



26.01.2015 21:34 | seydayê_peyvan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» navranên qelaştî
» kurdane
» îslamofobîk

Kategoriyên mijarê:: jiyan oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî