Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 7 peyam
    hejmara pêwist ya nivîskaran ku tama tirşikê xweş be - tirşik
    hejmara pêwist ya nivîskaran ku tama tirşikê xweş be
    (0) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. hejmara ku ez bawer im herî hindik 20-30 e.

    tabî em qala nivîskarên ku dinivîsin, dikim. ne hemû nivîskarên qeyd bûne.

    (bnr: nivîskarên dinivîsin)

    (bnr: nivîskarên nanivîsin)



    2013.06.29-13:28 | simurg56

    2. hêjmara ku ji bo ferheng bibe tirşik hewce ye ye û bi min nêzikê 100 e .



    2013.07.07-17:26 | brusk56

    3. Bila Xwedê bike ev bibe 1000 kes .A rast di pêşiyê de 100 kes xweş tê guhê min.



    2013.07.07-17:49 | fizikzan

    4. xuya ye ji texmînan gelekî zêdetir e. aniha tama tirşika me xweş e lê tîjatiya wê hê jî kêm e.

    hejmara nivîskaran vê deqeyê gihiştiye 455ê lê hê jî têrê nekiriye. nexwe bila hedefa me 1000 be.(bnr: ya allah bismillah)



    2013.08.13-22:35 | simurg56

    5. hêjmara ku ji heştsedê jî zêdetir e . bi ya min 2000 e *



    2013.11.06-20:27 | brusk56

    6. EZ nizanim ka gelo heta naha çend nivîskarên tirşikê hene lê qasê ez texmin dikim nêzîki 500-600 nivîskar hene. Ji van nivîskaran ji 10-15 % jî rast û dirist binivîsê wê demê ez bawerim te'ma tirşikê xweştir bibê. Yanî ne kemiyyet keyfiyet giring e.



    2013.11.28-14:49 | nan û av

    7. Niha ji hezarî bêhtir nivîskarên tirşikê yên tomarkirî hene, lê bi tenê bi qasî 20 nivîskar ji 470 zêdetir entry nivîsandine...

    dema ku tu li hejmara nivîskaran û hejmara peyaman binihêrî bi rehetî dikarî bêjî rêjeya entryên tirşikê malkambax e mixabin. heke sed nivîskarên tirşikê hebe û her yek ji wan di rojê de kêmtirîn 30 peyam binivîse dê tahma tirşikê gelek xweş be û vê yekê rê li ber geşbûna kurdî jî veke...

    ji saleke zêtir e tirşik.net heye lê her ku diçe hejmara nivîskarên çalak kêmtir dibin nexasim jî vê taliyê tam bûye çolistan.

    dema li feysbûkê dinihêrim gelek ciwan û xort û keçikên kurd ên ku bi kurdî dinivîsin hene, bi seatan online in, li ser mijarên tewşo mewşo bi saetan dikevin nîqaşan, mûsrîfiya şîroveyan dikin lê nayên di vir de nanivîsin gelek şaş û ecêb dimînim.

    heke pirsgirêk, tunebûna derfet û nebûna demê bûya, min ê fêm bikira lê wêga çi îşê te heye ku li ser feysbûkê di rojê de hezar tişt dinivîsî û çima nayê di vir de nanivîsî?

    bi kurt û kurmancî; sed nivîskarên çalak û jîr û jêhatî pêwîst in..



    2014.09.20-22:44 | ferhenga şikestî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    biwêjên kurdî [1]
    Çawa min go niklê wî sor e, te go kew e....
    şêr û mişk [1]
    çîrokeka yewnanî ye. selîm temo wergerandîye zimanê me (kurmancî). ...
    qelewbûna mirovan [1]
    tiştê pêşiyê tê bîra mirovî stendina kîloyên zêde ye. Tim mirovî w...
    turkish kurd [1]
    kurd li her derê kurd in. ev peyva turkish li ser welatîya ...
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [4]
    berxwedana min ya takekesî ye ku ev çend sal in didomînim. dema mirov ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hejmara zo/hejmara fer
    » pêwîstiya qursa bikar anîna tirşikê
    » taman
    » tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
    » xweş

    Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî