Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; hejmara pêwist ya nivîskaran ku tama tirşikê xweş be
peyamên çepikkirî

48813. Niha ji hezarî bêhtir nivîskarên tirşikê yên tomarkirî hene, lê bi tenê bi qasî 20 nivîskar ji 470 zêdetir entry nivîsandine...

dema ku tu li hejmara nivîskaran û hejmara peyaman binihêrî bi rehetî dikarî bêjî rêjeya entryên tirşikê malkambax e mixabin. heke sed nivîskarên tirşikê hebe û her yek ji wan di rojê de kêmtirîn 30 peyam binivîse dê tahma tirşikê gelek xweş be û vê yekê rê li ber geşbûna kurdî jî veke...

ji saleke zêtir e tirşik.net heye lê her ku diçe hejmara nivîskarên çalak kêmtir dibin nexasim jî vê taliyê tam bûye çolistan.

dema li feysbûkê dinihêrim gelek ciwan û xort û keçikên kurd ên ku bi kurdî dinivîsin hene, bi seatan online in, li ser mijarên tewşo mewşo bi saetan dikevin nîqaşan, mûsrîfiya şîroveyan dikin lê nayên di vir de nanivîsin gelek şaş û ecêb dimînim.

heke pirsgirêk, tunebûna derfet û nebûna demê bûya, min ê fêm bikira lê wêga çi îşê te heye ku li ser feysbûkê di rojê de hezar tişt dinivîsî û çima nayê di vir de nanivîsî?

bi kurt û kurmancî; sed nivîskarên çalak û jîr û jêhatî pêwîst in..



08.06.2013 14:50 | simurg56