Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 43 peyam
sebebên neçûna pirtûkên kurdî - tirşik
sebebên neçûna pirtûkên kurdî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pêşiya pêşîn min di berdêla peyva firotinê de peyva neçûnê bikar anî.. em li cizîrê çûn û neçûnê di wateya fiotin û nehatin firotinê de bikar tînin.. wek nimûne: ji sibehê ve min xwe kuşt, min bi nîvbuhakî dan lê dîsa jî malên min neçûn, hemû bi ser min de man.. an; birazî belesebeb xwe neke di bin vî barê giran de havînê li bajareke wekê cizîrê, ça û qehwe naçe, tu bi ya min bikî vexwarinên cemidî bifiroşe.. filan..

ez bêm ser mijarê; wekê ku vê taliyê firadê cewerî jî bi sewteke kelogirî bi zar û ziman ve kir, û wekê ku şêx ehmedê xanî jî berî sêsed-çarsed salan jê gazind û lome kiriye, mixabin û sed mixabin bazara ziman û wêjeya kurdî qewî kesad e û ji qumaşê wê re xerîdar û xwezgîncî peyda nabin..

wek sebeba pêşîn dizanim, sistî û bixwerenedîtinî û tiralî û nizanimçitîya kurdan dê bê bîra herkesî, erê ez jî bi we re, lê li gorî min sebeba didoyê ya ku mirovan ji kirrîna berhemên kurdî sar dike anku dûr dixe jî buhayê wan ê astronomîk e.. heta niha min nebihîstiye ku tu weşanxane mafê telîfê dabe nivîskarê xwe, hetta gelek nivîskar pereyan di berdêla çapkirina berheman de, ji nivîskaran distînin.. ê hemû mesrefa çapkirin û belavkirina pirtûkekî jî ez bawer nakim zêdetirî 5 tl-yî be, ê mîratê tu li bazar û piyasê dinêrî pirtûkên kêmî 15-20 lîreyî bi dest mirov nakevin..



03.02.2014 23:27 | endazer

2. sedema sereke teralî û bêxîretiya kurdan e.

dibe ku kurdistan bindest be lê bindestî tu car di hemberê kirîna pirtûkan de astengî nîn e.

li amedê gava diçî pirtûkfiroşan, bi însanan tijî ye herkes kitêb distîne. cima ji bo tirkî nabe asteng? rehet tê lewma gava te dît ku mirov wek feylesof bipeyive bala herkesî dikşîne û te dike popûler, wê demê bibeze û bi dehan pirtûkên tirkî bikire û pê artisiya xwe bike tu yê bi qîzan re xweş lotikan biavêjî û di kuçeya hunerê de gotinan xweş rêz bikî lê dema çavên te bi pirtûkên kurdî ketibe jî pozê xwe xwar bike zikê xwe tehl rûyê xwe jî tirş bike û bibêje 'kürtçe okuyamıyorum yaff'

kitêb pirr buha ne lê çareya yên tirkî hene gava ku herî bi qorsan bistînî dikarî pirtûkeke bi qasî 700 rûpel jî 5 tl bistînî lê ji ber ku bazara kurdî tune ye qorsan jî tune ye

hin weşanxane hene bi qasî 90 rûpel pirtûkeke diweşîne û dibêje 15 tl... ma te xêr e keko?



04.02.2014 00:01 | ferhenga şikestî

3. ne yek in ne dudu ne.



1- ji ber ku pirtûkên kurdî yên ku li gorî standartên dinyayê baş in, hindik in. ne ku tune, lê hindik in.

2- bûhayê pirtûkan zêde ye. (belkî sedemên vê yekê yên bimantiq hebin lê em baş nizanin...)

3- peydakirina pirtûkan zehmet e. herî zêde li 10 bajarên tirkiyê belkî pirtûkên kurdî peyda bibin. heta li van bajaran jî ne hemû pirtûk. (bnr: zehmetiya dîtina pirtûkên bi kurdî)

4- hindikbûna xwendevanên kurdî.

5- kêmasiya reklama pirtûkan

6- kêmasiya cûreyên pirtûkan. temam êdî pirtûka kurdî ya xeyalê zanistî jî heye ((bnr: ardûda)) lê mixabin gelekî hindik in. piraniya pirtûkên kurdî li ser heman mijaran in.



04.02.2014 19:26 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» sebebên neçûna pirtûkên kurdî
» pirtûkên derbarê şer de
» kurdîlit

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî