Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
naley cudayî - tirşik
naley cudayî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê -li ber dilê min- xweştirÎn helbesta şairê gewre ê kurd, hêmin mukrîyanî ye..

ciwan haco çend rist ji vê helbestê neqandine û bi navê derdî dûrî kiriye stran û stirandiye..



''Saqîya! Wa badewe wa badewe

Rû le lay min ke, be camî badewe



Muşterî wek min le meyxanê kem in

Zorbeyan şad û be keyf û bêxem in.



Mey heram e bo sehende w bêxeman

Mestî bêxem bo çî bigrin êxeman?



Em şerabetale dermanî xem e

Lêy heram bê ew kesey derdî kem e



Em şerabe ale bo bêderd niye

Lêy heram bê ew kesey rengzerd niye



Bo kesêke mey çizîlkî pêwe nê

Bo çî milhor lêre bînî pêwe nê!?



Bo kesêk e mey: ke derdî karî ye

Bêxemêk bixwatewa, zordarî ye



Bo kesêk e mey: dilî pirr bê le dax

Bo çî lêy bixwatewe berzedemax!?



Ew kesey bêkes niye w xanexerab

Dek be jarî marî bê bade w şerab!



Ew kesey neyçêştuwe derdî jiyan,

Ew kesey neydîwe êş û birk û jan,



Ew kesey nekra nîşaney tîrî xem,

Şanî danexza le bin barî sitem,



Ew kesey hestî be zordarî nekird

Tîxî zordarî birîndarî nekird,



Ew kesey destî le ew kê berdira

Ew kesey dujmin le malî der kira



Ew kesey neybînî hatî dujminî

Nîrî yexsîrîy le esto darinî



Ew kesey hênde nebû zuyr û zigar

Wa nekewte ber çepokî rojîgar



Ew kesey neyharî ber dasî zeman

Ew kesey "zirrey negeyye asîman"



Ew kesey dûrî 'ezîzanî nedî

Tîr û taney bêtemîzanî nedî



Tozî bedbextî le ser şanî nenîşt

Lêy negîra dewr û pişt û çwar tenişt,



Ew kesey xwardî w le bin sêber kewt

Şew le bo keyfê le malê derkewt



Ew kesey xwardî w le bin sêber rima

Şew le bo keyfê le malî xoy nema



Bo debê bêt û bika meyxane teng?

Şwênî dîke zor e bo galte w cefeng



Ew kurey hêşta le jwanê rêy heye

Seyr e zor seyr e ke alûdey mey e



Ew kesey rawî nenên lêre w le wê

Ew kurey maçî kiçanî deskewê



Ew kurey doy dawetî destî denê

Bête êre, çone hey dêy nakenê!?



Ew kesey "destî le memkan gîr bibê"

Ew kesey "tiflî dilî bo jîr bibê"



Ew kesey pencole bukşê car û bar

Ew kesey destî bigate gerdinî yar



Ew kesey ramûsê kulmey tas û lûs

Ew kesey têy helnedabê çarenûs



Ew kesey bimjê xunawey gerdenê

Kufr e yek qetre şerabî ger denê



Ew kesey asûde wû xoş raybiward

Qet xemî yexsîr û koylanî nexward



Yek le malê çawerêy bû bêtewe

Dergî nêw malêkî lê bikrêtewe



Xemrewênek gwê bidate razî ew

Nazenînêk bê bikêşê nazî ew



Bigrê pencey nerm û nolî nasikê

Boy kirabête serînê, basikê



Heybê hêz û gurd û tîn û taw û gurr

Rojîgarî reş nebê bextî mikurr



Ew kesey cêgay le meyxanê nîye

Ew kese bade w şerabî bo çî ye?



Saqîya, wa wergerê, wa wergerê!

Rû le lay min ke meço bo ser perê



Lengerê bigre mebe wa berzefir

Bêne bo min, bêne bo min camî pir



Mey helal e bo min î wêranemal

Bo min î sergeşte wû rût û recal



Bo minî ba birdeley girdenişîn

Bo minî dil pir le nasor û birîn



Bo minî aware wû dûreweten

Bilbilî bêbeş le gulzar û çemen



Perweriwî, balşikawî, dengbirraw

Bêbijîwî, beşxurawî, derkiraw



Pîrî zûrhanî, keniftî, derbeder

Dîdesûrî, dilmekoy derd û keser



Datepîwî, bêpesîwî, bêqerar

Bêkesî, desteşikawî, kolewar



Lêw be barî, derdedarî, rencero

Şaîrî cwanîperistî dilbeso



Saqîya, bo kwê deçî, bo kwê deçî?

Toş le ber ew milhorane milkeç î?



Toş be reng û boy ewan xwardit firîw?

Çawî to şî helfirîwand zêr û zîw?



Toş degoryewe degel gewher huner?

Kengê gewher cwanî kirdin bextewer?



Zêr bela ye, bêwefa ye dewlemend

Her huner nemr e, hunerwer metd û rend



"Çilkî destî malî dinya" wek delên

Malperist peymanşikên e w bêbelên



Qedrî cwanî kwa dezanê malperist!

Cwanperist e pîrî xawen zewq û hest





Na meço, cwanê meço, wawe meço

To firîwî zêr û zîwî wan mexo!



Ew hewesbazane cêy mitmane nîn

Her dezanin gulçinîn û beyrinîn



Wa were dey, wa were, nêzîk be lêm

Bimdeye mey, bimdeye mey ta delêm:



"Mestî mestem saqîya destem bigîr!

Ta neyoftadem zi pa destem bigîr!



Ca ke serxweş bûm be dengêkî newî

Bot delêm ew şfreberzey Mewlewî:



"Beşnew ez ney çon hikayet mîkoned

Ez cudaîha şîkayet mîkoned"



Gwêm deye, ey dîdemestî qît û qoz!

Ta binalênim wekû bilwêr be soz



Nabê qet naley cudayî bêeser

Ca çi ney bika çi pyawî derbeder



Bo ye nalem têkelî ney kirduwe

Şîwenêkim pê we ney neykirduwe



Lêm gerê ba derbirim sozî derûn

Lêm gerê ba helwerênim eşkî rûn



Şîwenî min şîwenî însanî ye

Bangî azadî w giroy yeksanî ye



Şîwenî min şînî Kurdî bêbeş e

Ew geley haşa deken lêy û heşe



Ba le zarim bête der pişkoyî şi'r

Ba firawantir bikem asoyî şi'r



Parçegoştêk e dilî min, rû nîye

Nale-nalî min direng e, zû nîye



Derdî dûrî, derdî dûrî kuştimî

Derdî wuşyarî w sebûrî kuştimî



Yadî yaran û wilatim roj û şew

Lêy heram kirdim qerar û xurd û xew



Xemrewênek lêre min nakem be dî

Çon pena bo mey nebem, saqî! Edî!?



Nabînim xak û wilat û şarî xom

Nabînim nasya wû dostû yarî xom



Rû le her laye dekem namo ye bom

Nabînim cê jwan û kewnelanî xom



Şew dekêşim şewnixûnî w bêxewî

Roj deçêjim derd û daxî bêewî



Çon nenalê ew diley pirrhestî min!?

Çon le ejno bibnewe dû destî min!?



Çon nenalê ew dile engawteye!?

Berd le berdî bêtewe dengî heye



Janî nasorî cudayîm çêştuwe

Her çî xoşim wîstuwe cêm hêştuwe



Helbirawim min le yarî nazenîn

Derkirawim min le xakî dilnişîn



Bûme aware w perîwey dûr wilat

Kewtime nêw wirdedawî rêy necat



Bekre Şofare ewî mûxey çinîm

Zêy Mem û Zînan wilatî lê tenî-m



Kewtime nêw çalî dîlî wek Memê

Yaye Zîn le kwê ye hawarî kemê!



Kwa Qeretajdîn, Çekow 'Erfo lekwê-n

Bêne hanam wek pilingî çengbexwên



Laseşorêk bûm xenîmî dujminan

Este engwawim be tîrî çilkinan



Wa-m be tenyayî le nêw xwêna şelal

Kwanê 'El û kwanê Xanzad û Xezal!?



Zor le mêj e nare-narî minî nebîst

Her wekû Şemzîn, Şemîley xoş ewîst



Wek Sîyamendê le çol û bendenê

Cergî let kirdim pelî darebenê



Şetlî cwanaw-im minî sardebirîn

Kwa Xecim ta bom bigêrê germeşîn!?



Mangî "Kanûnê be çilwan derkiram"

Wek Birayîm lew wilate raw niram



Kwa Perîxan bend û bawim bo bilê!?

Bo nasûtêm nebme polûy serkilê!?



Ew le zozan, min le aranî dejîm

Kê delê emnîş Welî Dêwane nîm!?



Kurdewarî ey wilatecwanekem!

Rolekem, xêzanekem, bawanekem!



Ey ewaney qet le bîrim naçnewa

Este bimbînin, erê demnasnewa?



Rojgar harîwimî wek esponî wird

Hêz û rwanay lê birîwim derdekurd



Bûme gepçar û deka galtey be min

Ew rimûzney zendeqî çûbû le min



Ey refîqan, ey 'ezîzanîwilat!

Ey biray hawsengerî cergey xebat!



Ger denalênim emin pekkewte nîm

Têdekoşim bo wesil ta ku dejîm



Koşişî min zor be cê ye w zor rewa

Çûnke qanûnî tebfet wa ye, wa!



"Herkesî ke dûr maned ez eslê xîş

Baz cûyed rûzîgarê weslê xîş"



Rêge debrim, kwanê hengawim şile

Rast e bêhêz im, dekem emma mile



Her depêwim kêw û şax û çol û dest

Dêm berew kwêstan, berew baxî beheşt



Dêm berew zîx û çew û kanyawî xom

Çon le wane werdegêrim çawî xom



Dêm berew, ew dar û berd û bendene

Dêm berew, ew bax û mêrg û çîmene



Dêm berew zûrk û telan û kend û lend

Dêm berew bijwên û zenwêr û zemend



Dêm berew panawk û hewraz û nişêw

Dêm berew eşkewt û zendol û pesêw



Dêm berew befr û çilûre w bestelek

Dêm berew şîxal û rêçke w reşbelek



Dêm berew lêr û çir û bestên û çom

Dêm berew heldêr û gêj û bend ûgom



Dêm berew hobe w hewarî ba sefa

Dêm berew ladê, berew kangey wefa



Dêm bibînim nîştiman û zêdekem

Dêm bibînim xizm û kak û dêdekem



Dêm û degrim bazî bêrî şox û şeng

Dêm û degrim destî doy cwan û çeleng



Dêm girawîy xom le baweş wergirim

Dêm nehêlim berhelist û bergirim



Dêm û heldemjim şiney kwêstanîKurd

Dêm û deçme şewrrinî bêstanî



Dêm û deşkênim le wê camî şerab

Maçî şîrîn nayelê tamî şerab



Dêm û natirsim le perjînî be zî

Her perî serkewt û dêwezme bezî



Ta bimênê nûrî çaw û hêzî pêm

Dêm û dêm û dêm û dêm û dêm ûdêm



Dêm heta hembê birist û bîr û hoş

Ger gilaşim Kurdewarî w êwe xoş!



04.02.2014 02:39 | endazer

2. hêmin mukriyanî



17.10.2014 16:20 | seydayê_peyvan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» naley cudayî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî