Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
helly luv - tirşik
helly luv
(15) (2) (5)
di mijarê de bigere

1. stranbêJa kurd li usa & EMRÎKA



04.02.2014 12:44 | dımlagi


3. stranbêjê ku klîba strana xwe de tilîlî diavêje, dansa oryantalê dike, cilên pêşmergeyan li xwe dike, alaya kurdistanê dihejîne û hwd... ecêb.



04.02.2014 20:03 | simurg56

4. hevpeyvîn





13.02.2014 00:53 | diljan

5. stranbêja ku ji aliyê kesinên nenas ve bi riya mesaj û smsan gefa kuştinê lê hatiye xwarin.. bi egera ku di klîba xwe de sembolên masoniyetê bikar aniye.. hêlan xanim jî -erê navê wê yê rastî ev e- dibêje piştî îdîayên xelkê min zanî bê masoniyet çi ye.. neyse muhtemelen ehmeqên ekstra msilman bi vê kerîtiyê ve rabûne û gefa kuştinê lê xwarine, ji ber hindê ez rasterast berê xwe bidime wan.. ê oxlim bi qewlê teyyîbê sergolik welew kî, sembolên masoniyetê bikar aniye, çi ji te re derd e, te çi jê ye, çi îşê te pê heye, çi kula dilê te ye?!



bi eslê xwe ji dihokê ye, hêj heft salî bi malbata xwe re bar kiriye îranê, ji wir jî bi riya tirkiyeyê çûne fînlandê, û ji wir bi tena serê xwe hêj 18 salî dil daye american dreamê û lêdaye çûye amerîkayê..



ji bo stran û vîdeoklîba wê ya pêşiyê ya bi navê risk it all yanî her tiştî bide ber çavê xwe, anku her tiştî bide ber bayê rÎskê, nikarim bêjim xweş û serkeftî ye, û di vîdeoklîba xwe de bi sehneya ku ligel lêvên xwe yên soravkirî û rûyê xwe yê boyaxkirî di nav cilên pêşmergetiyê de direqise anku biser navê reqs û dansê tevgerên spastîk dike, dilê min ji dinyayê xelandiye..



13.02.2014 01:06 | endazer

6. rûpela wê ya li ser facebookê ji aliyê 500 hezar kesî ve hatiye ecibandin..



21.02.2014 00:29 | endazer

7. muzîkjena anglo-kurd. jineke bedew û zayoke.



21.02.2014 02:04 | seydayê_peyvan


9. meraq dikim gelo ji bi klibê çend dolar xerc kiriye? ji ber ku bi pereyê tirkan pênç qirûş nake



22.02.2014 00:05 | ferhenga şikestî

10. kurmancê rojhilatê, xelet nebim li amerîkayê dijî, lê belê ji fînlandê çuye wir. bi stranê xweyê "risk it all" hate nasîn. molotof davêje û govend digire, ay mamaçîta, qurbana bejn û bala teme.









stranê wî li navber janra pop û club diçe tê.



27.02.2014 21:00 | xurufi

11. le tîlîvîzyonê rûdeaew hevpeyvîn daye;



27.02.2014 21:03 | xurufi

12. Bi ya min, divê hin sosyolog, antropolog, psîkolog û kurdolog hebin em bi hev re li ser klîba wê a rasterast facîat, felaket û melanet bikevin di nav nîqaşan. ew klîb klîbekî scandal e, klîbekî kurdîniyê carek din mecbûrî şirovekirinekî din dike. eger di nav tirşikê de sosyolog hebin bila di dersên xwe de bikin mijarê aqademîk û perspektîfolojîk. belê, originaliteyekî û albeniyekî ecêb heye, lê a rast li tezekî masterê heq dike. dê kerem bikin.. Hene dildar?



27.02.2014 22:12 | wiha wilo wisa

13. ew çı klib bu loo *



28.02.2014 00:20 | hema wılo

14. stranbêja ku pêşiya nîv seatan mın guhdari strana wê ya risk it all kıriye ye.ev hermet maşallah gelek taze ye strana wê ji ne jı wê kêmtiır e =) gava mın navê li ser tirsikê dît ez hem ecêbmayî mam hem jî keyfa min pê hat =)



28.02.2014 00:25 | feqiyêteyran

15. ez jî nizam çi eleqe lê dema vî navî dibînim strana gelêrî ya cihuyên sefardîm bi navê eliyahu hanavi ber zimanê min dikeve, xaltîka françoise atlan jî pir xweş dibeje..

helî luv kî ye, keça pêşmergeka, jineşêreka kurd e,

çi kiriye, hunera popîler û qaşokurdewariya xwe bi vidyoklîbekî nîşanî me daye. di vîdyoyê de ma çi tunne;

oriental govend alarengîn peşmerge cemedanî keleş tilîlî şêr zêr jin jiyan azadî..heta bi şûşa vîskiyê molotof..û ser de dibeje ay wana rissk et oll.*

helî can xweşik e lê hunera wê bi pênc qurişa ne hÊja ye.*



28.02.2014 04:54 | kevçiyê dil

16. min pir eciband..xwezî stranên dîn jî bêje, dê klîbên nû çebike.. wek xuşka delal sarît haddad a ku stranbêja îsraîlî stranên wek (bnr: do you love me) jî bêjê..



01.03.2014 22:02 | havka

17. objeya zayendî ye.



15.03.2014 16:08 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hellyluv

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî