Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; rênas jiyan bila romanan jî binivîse
peyamên çepikkirî

25214. ez pirr meraq dikim eger ku rênas roman binivîse dê tiştekî çawa derkeve?

rênas jiyan xweş bi peyvan re dilîze hevokên ku bi peyvan çêdike pirr serketî ne mariv ji xwendina wan peyvan têr nabe

gelo roman?

di nava romanên kurdî de felesefe û aforîzma pirr tune ne. gelek jî asayî ye mehmed uzun bixwe dibêje ku "zimanê min ê entelektuelî ango fikrî bi tirkî ye'' gava fikir bi tirkî be ramanên pêş û kûr wê çawa bibe? jixwe wê nebe. bifikire ku tu bi zimanekî din difikirî paşê fikra xwe jî diqulibînî li ser zimanekî din û radixînî li kaxiz

rênas jiyan kûr difikire diyar e ku sedî sed jî bi kurdî difikire eger romanek binivîse ez di sekeratê de bim jî ez ê di şeveke de xitim bikim



08.06.2013 14:50 | simurg56

61389. hawar û xwesteka mim a ku saleke beriya niha min li jor nivîsandibû, gihîştiye miraza xwe..

îroj rênas jiyan mêvanê bernemaya lênûskê bû û min jî sê heb pirsên xwe jê re şiyandin,

(bnr: sîdar jîr) du heb pirsên min jê re pirsîn..

yek ji wan jî nivîsandina romanê bû, û rênas jiyan got ku ez aniha roman dinivîsim yanê hevalno di demeke nediyar de em ê romana rênas jiyan jî bixwînin bi îzn û qiweta xwudê*



08.06.2013 14:50 | simurg56