Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
kingdom of heaven - tirşik
kingdom of heaven
(8) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. fîlmeka derhênerê îngîlîz ridley scott e.. di sala 2005an de hatiye kişandin.. behsa sefera artêşa îslamê ya di pêşengiya selahaddîn eyyûbî de ya bi ser bajarê qudsê ve û berevaniya artêşa keyaniya qudsê ya bi alÎkariya artêşa xaçperestan ya li hemberî vê seferê dike..

di fîlmê de aktor û aktrîstên berniyas yên holywoodê yên wekê orlando bloom, liam neeson, jeremy irons, edward norton û eva green dileyîzin..

fîlm çendî ji aliyê derhênerekî rojavayî û nemisilman ve jî hatibe kişandin, lê bi nisbî be jî mirov dikare bêje, heta ku jê hatiye xwe ji xwudê û ji objektiviyê nekiriye.. û selahaddîn eyyûbî baş karakterîze kiriye..

ez çima behsa vê fîlmê dikim? ji ber ku eger xwudê hez bike û bêje erê, ez ê îşev vê fîlmê ji bo kanalekî wergerînim kurdî, anku li ber bejna kurdî Û kurmancî bifesilînim, li hêviya bin!



05.02.2014 23:48 | endazer

2. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê, ji alîyê xendekî ve hat wergerandin.
binnivîsa fîlmê ji rûpela fîlmê dikare were daxistin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê li vir heye: Here lînkê



15.02.2020 22:59 ~2020.02.16 11:57 | simurg56

3. nîşe: lînka ji bo daxistina fîlmê (torrent): Here lînkê



16.02.2020 11:57 | simurg56

4. fîlma xwestiye rewşa dîn û olperestan bi rengê mirovî û paqijiya dil bîne ber temaşevanan. ji gelek aliyan fîlmeke baş e. dîmen, şerr, peyvên di hundir fîlm ve. lê mijarek mîna veya ku ji fransayê dest pê dike û dîhere quds û derdora wê û dîsa vedigere fransayê bawerim li gorî wextê xwe encax ewqas çêbibûya. Tiştê baş baş xuyakirina seleheddîn e. niha gelek teorî hene ku filleyên ewropa di serî de îngilîstan ji ber seleheddîn quds stendiye nahêlin kurd bibin xwedî dewlet (jê bawer nakim lê gotegot hebin bawerîya hinekan jî heye).

binnivîsa xendekî xweş çêbûye. çend peyvên botîkî hebin jî hêjayî temaşekirina kurdî ye. bi kurdî temaşe bikin!

nîşe: mînaka peyvên botîkî "no"ya botîkî hatiye şwîna "no"ya îngîlîzî *



18.02.2020 23:35 | berxweda

5. jêrenivîsa fîlmê min wergerand Kurdî. heta ji min hat min go bila hêsan û zû bê fêmkirin, zimanê wê ne rijî be, tama Kurdî jî bê. ji ber wê min 3 caran kontrol kir. Hê jî belkî kêmasî hebin, lê ez dibêjim wê her baştir bibe.

min du sê caran seyra fîlm jî kir. te dît dema ewropî fîlman çêdikin, her tiştî wek xwe ji bo xwe xweş dikin, yên pêşberî xwe jî kêm dikin. Lê di fîlmê de hem qralê ewil ê xiristîyanan hem selahadîn ez bin zehf baş hatibû sêwirandin; serkeftina selahadîn, taktîk û aqilê selahadîn di fîlmê de hatibû nîşandan. çend sehneyên xweş hebûn di fîlmê de, gelek keyfa min ji wê re hat. lîstikvanîya orlando bloom fîlm xweştir kiribû.



23.02.2020 00:09 ~00:13 | xendekî

6. Qraliyeta Bihûştê, weke ku em tevda dizanin fîlmekî zehf populer e. ji aliyê dîrokî û rastiyê ve jî em dikarin bêjin "bêalî" ye.
Wesfê Selahedînê Eyûbî dide û wî bi qenciyê didê nasîn.
Û heke em behsa binnivîsa xendekî bikin, j'ber binnivîsa wî ya yekemîn e J'xwe divê zehf newê rexnekirin. Lê maşale binnivîseke zehf serkeftî ye.
Xendeki hinekî devokê xwe yê şêrîn jî tevlî kiriye.
Di serê fîlm de heta nîvê fîlm carinan mirov zehmetî dikişîne ku binnivîsê bişopîne. Lê ev Pirsgrêka hemû binnivîsan e.
Temaşevanên ku xwendina wan giran divê sebrê bikişênin.
Pûanê min yê binnivîsê 9/10 e. Yek pûan jî j'ber stara çavan e *

Binnivîsî karekî zor e. J'bo keda te, sed carî malîava xendekîcim

Here lînkê



23.02.2020 20:17 ~20:17 | gumgumok

7. fîlma ku min dema ku nû hatibû kişandin, lê temaşe kiribû lê di derbarê wê de tenê 3 tişt mabûn di bîra min de; yek jê beşdarbûna kardeş turkuler ya ji bo hinek mûzîkên fîlmê, ya duyemîn jî ew sahneya ku selahaddîn eyyûbî xaça ketî erdê, ji erdê radike û dîsa datîne ser maseyê û ya sêyemîn jî replîkas selahaddîn ku digot "ez selahaddîn im. salah-el-dîn" (silaheta dînan/aşîtîya olan)

min vê carê fîlmê bi binnivîsa kurdî temaşe kir. destê xendekî sax bin. min 9/10 pûan dan wergera wî. lê pêşnîyarek min heye jê re, mirov di wergera fîlman de çiqasî daçekên "di, de, re, li, ji" û hwd. hindik bi kar bîne, ewqas baş e. ji ber ku dema di hevokekî kurt de 2-3 heb ji van hebin, serê mirov gêj dibe ku nikare bigihe leza binnivîsan. mirov dikare carinan gramerê hinekî paşguh bike.
mînakek biçûk; şûna ku mirov bêje "di mala te de" mirov bêje "li mala te" an jî heta ger sahne destûr bide fêhmkirinê mirov bêje "mala te" wê hêj baştir be.
bêyî ku mirov wateyê biguhere an jî wenda bike, mirov mudaxaleyên wisa bike ji bo temaşevanan, wê temaşekirin hêsantir be.

min bixwe jî nekarî bigihim hinek binnivîsan lê zêde ne xem bû loma lê venegerîyam. sedemek wê jî ew bû ku di fîlmê de replîkên dirêj û bi wateyên kûr jî pir bûn.

fîlmek gelek serkeftî te. jixwe dema hatî weşandin jî gelek bal kişandibû ser xwe.



01.03.2020 11:30 | simurg56

8. cara ewil min li lîseyê temaşe kiribû, di dersa dîrokê de mamosteyên me pêşberî me kiribû, lê dersa me têra fînalê nekiribû û me fînal nedîtibû. sala min ya ewil li zankoyê min temaşe kir.
û îro min dîsa temaşe kir lê vê carê bi binnivîsa kurdî. hingî navber ketibûyê wek ku min nû dîtibû lê temaşe kir... jixwe tişta ji temaşekirina min ya 2. mabû: mirina artêşa xaçperastan, parastina billianê hesinkar, awirên sbylia, maskeya qral û hwd. bûn *

bi kurtasî 3 seat bi xweşî derbas bû, ez bixwe qet aciz nebûm, pêşniayr dikim.
her wiha destê xendekî sax bin...



02.12.2021 23:41 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kingdom of heaven

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî