Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
blue jasmine - tirşik
blue jasmine
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Yek ji fîlmên min îsal pir meraq dikir jî Blue Jasmine bû û di dawiyê de min temaşekir. Woody Allen dîsa fîlmek bi stîla xwe kişandiye. Ku zatî ez qet jî şaş nemam. Dema ez fîlmên Woody Allen ên din difikirim ev fîlm ji min re pir xweş nayê. Wer xuyadike Woody Allen êdî fîlmek wek Annie Hall nakişîne. Liger van hemû tiştan dîsa jî Blue Jasmine fîlmek serfiraz e.



Fîlm du qetên ji jiyana Jasmine(Cate Blanchett) bi hev re têdigihîne. Bûyerên di van qetan de pêk tê paralelî hev diherin. Aksîyona jiyana Jasmine di van qetan de bi awayekî biserfiraz bi hev re radibe û dadikeve. Ev jî ferqa Woody Allen be gerek. Jasmîne jinek gelek xweşik e û bi xapandinan mêran bi dû xwe ve dixe. Di qeta ewil de bi mêrekî (Alec Baldwin) re dizewice û dawiyê dilê vî mêrî dikeve jinek ciwan û wê berdide. Jasmine pistî vê bûyerê dihere cem xwişka xwe (Sally Hawkins), li cem wê dimîne û di partîyekê de zilamekî dibîne û disa bi derewan nava xwe û vî zilamî xweş dike. Xwe şaş naskirin dide. Piştî demekê zilam dixwazê bi wê re bizewice û dest bi amadekariya zewacê dikin. Lê beri zewacê ew bi mêrê xwişka Jasmine ê kevn re rast tên û zilamê ku wê bi Jasmine re bizewice derewên Jasmine fêhm dike û bûyerên din pêk tên. çi dibe çi nabe.....



Fîlm îsal di sê beşên oscarê de bûye serendam. Van beşan bi Cate Blanchett 'serleyzvana herî baş', bi Sally Hawkins 'leyzvana alîkar a herî baş' û bi Woody Allen 'senaryoya herî baş' in. Ez bawer nakim îsal tu oscarî bistîne lewra serendamên din di van beşan de ji Blue Jasmine çêtirin.



ji http://bergehenjisinemaye.blogspot.com.tr/2014/02/blue-jasmine.html



06.02.2014 01:53 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» blue origin
» jasmine choi

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî