Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    0 mijar û peyam
        tara mamedova - tirşik
        tara mamedova
        (2) (0) ecêb (0) (11)
        di mijarê de bigere

        1. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2014.02.06-13:10 | pele-pucky

        2. stranbêja dengê wê nexweş



        2014.02.06-19:43 | jajî

        3. stranbêja ku ji xeynî dengê wê her tiştê wê temam e.. tenê deng jê kêm e, belkî dengê wî jî xweş be lê terza xwe nedîtibe hêj nizanim, lê bi stranên xwe yên heta vêga nekariye di nav playlista min de ji xwe re cih çêke.. siba dusiba eger arşîveka vîdeoklÎban çêkim bêguman dê di rêza didoyê de be (ez nikarim xwe ji xwudê bikim û tu hewiyan bînim ser hanî xanimê)..



        2014.02.06-23:17 | endazer

        4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2014.03.04-13:58 | pele-pucky

        5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2014.05.27-23:00 | ciwan

        6. dengê wî diminê avê zelal,



        2014.05.27-23:04 | picassoyê kurdî

        7. bi navê ax albûma xwe ya ewil derxistiye..

        albÛm ji pel recordsê derketiye, min go belkî dîsa destê ayhan evcî lêketibe lê liqayî navê wî nehatim..

        min guhdarî teasera albûmê kir, min tiştek jê fêhm nekir.. lê telafûza wê ya kurmancî ne xirab e.. *



        2014.05.29-22:26 | endazer

        8. li ser rojnameya radikalê pê re hevpeyvînek xweş hatîye çêkirin lÊ mixabin bi tirkî ye hekê hun bixwazin fermo

        http://www.radikal.com.tr/hayat/kurtcenin_muzisyenlere_muzisyenlerin_de_kurtceye_ihtiyaci_var-1199930



        2014.07.03-12:00 | birazî

        9. bi navê jinên şengalê li ser karesat û trajediya şingalê straneke xweş çêkiriye..

        gotinên stranê wê bi xwe nivîsandine û meqam û mûzika stranê jî wê bi xwe daniye.. min di peyama xwe ya ewil de derheqê wê de gotiye hertiştê wê temam e ji xeynî dengê wê, lê bi vê strana xwe peyitand ku dengê wê jî temam e û bêqisur e..

        tara mamedova - şinên şengalê :










        2014.09.18-01:26 | endazer

        10. di hevpeyvîna xwe ya di radikal.com.trê de dibêje ez ji kurdên bakurê kurdistanê ên li ewropayê elimîme tirkî.. mirov nizane ne bikene ne bigirî..



        2014.09.18-01:31 | endazer

        11. stranbêja ku wêneya Wê berga feysbûka min e*

        gelek kêfa min jê re tê digel ku li kurdistanê ji dayik nebûye û nejiyaye û zimanên dîn dizane dîsa jî hunera xwe bi zimanê xwe pêk tîne, dengê wê jî gelek xweş e û ew bixwe jî gelek xweş û spehî ye, niha tiştekî platonîk e lê kî zane, belkî ew jî hez dike*



        2014.09.18-11:20 | ferhenga şikestî

        12. nemaze dema ku tara caff bi dengê wê re li çengê dixe, kezeban dişewitîne. dengê wê ne xerab e bêguman. kurdiya wê jî, her çendî dereng hîn bûye, têre xwe heye.



        2014.12.08-23:21 | diyako47

        13. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2015.02.16-17:24 | qivaro

        14. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2017.02.01-01:44 [guhertin:2017.02.01 01:45]| elegez

        15. stranbêjek e ku heya niha ez pê nehesiyame. cara ewil min guh da straneke wê (bnr: lo lawo) ew jî, muzika wê dişibe straneke din (gelo çêkirina stran ên qelb her tim karê wê ye, an li min rast hatiye, mirov ji xwe dipirse.):










        2019.02.02-15:17 | mirovekirind

        dengdanên dawîn (Yên Din..)
        palîndrom [1]
        Di zimannasiyê de mebest ji palîndroman (bi inglîzî palindrome ji yûna...
        kompleksa îkarus [1]
        (bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
        zarokên mêvanan [1]
        yaa starrr! xwudê hîfza meriv ji wan bike! ez ku gelek hej ji zarokan ...
        nan [2]
        bi qewlê şairan firş û kurm pêxwarina dilketî û destgrtiyan e..
        <...
        nivîskarên kurd yên bi tirkî dinivisin [1]
        ji berê de rewş wisa ye mixabin. di serdema klasîk de jî niviskarên wi...
        belki ev jî bala te bikişînin
        » tarantula

        Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
        nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


        sitemap
        reklamokên beredayî