Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
soryaz - tirşik
soryaz
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. stranek koma evîna botan e. di serê stranê de dengbêjek disitirê lê navê dengbêj an jî kilama ew dibêje nayê gotin. gelo navê dengbêj û kilamê çi ye?



07.02.2014 05:32 | mergehez

2. navê dengbêj bêguman "cemalê mihê" ye. navê kilamê ez nizanim.



07.02.2014 05:42 | zero

3. soryaz cureyeke pincaran e. di demsala biharê de ev giya şîn dibe, di nava cîhanê de herî zêde li kurdistanê, li herêma botanê heye. aşpêş an jî kebanî dema xwarinan çêdikin vî giyayî an sax diqelînin an jî têxin di ber girarê de û welê dixwin. lê dema ev giya tê qelandin bêhna bajÊr heve dipêçe, bêhneke ewqas dijwar e jî.



07.02.2014 05:48 | zero

4. straneka koma evîna botan e. gotinên wê wilê ne:

Koma Evîna Botan - Soryaz

Keçkê dînê tûlazê, meşiya te'b meşya qazê.
Qewlê min û yara min, kelha hotê soryazê.

Lawko wer mala me ye, delalo wer mala me ye.
Me xweş dîtinek heye, tu bi qeb qelûna xwe ye.

Keçkê dînê tûlazê, meşiya te'b meşya qazê.
Qewlê min û yara min, kelha hotê soryazê.

Mal çûne'b deriyê qaçê, er çûne'b deriyê qaçê.
Bû teqreqa demancê, berda rayê qolincê.

Keçkê dînê tûlazê, meşiya te'b meşya qazê.
Qewlê min û yara min, kelha hotê soryazê.

*tûlaz: tolaz



14.01.2018 17:14 | xendekî

5. stranek gelêrî ya botan e. Strana eşîr û koçerên ji şirnex-cizîr-silopî diçûn zozanên derdora çiyayê kato. Weke peyama jor li gelek cihan peyvek stranê xelet hatiye nivîsîn. di rêzika çaremîn de dibêje:
me xweş tîtinek heye, tu bixe qelûna xwe ye

Stranê de navê du deveran derbas dibe:
kelha hotê : deverek çiyayî li pişta kêla memê ye, nêzîkî herekol e. Kox e, dişibe kelehan.

derîyê qaçê : ew jî nav wan çiyayên balepal de bargehek e. Asê ye.

Dema guh didim stranê bayek evînî ji wan zozanên bilind li rûyê min dide. "Qewlê min û yara min" dibe ku qewlê du evîndarên ji du eşîrên cuda bin û bi hatina heyva gulanê, li kelha hotê mirada xwe hasil bikin.



05.04.2020 16:16 ~16:29 | hespêsor

6. navê giyayêkî, bi piranî li herêma botanê şîn dibe. û navê straneke gelerî ye jî. (bnr: tara jaff) xanim gelekî xweş dibêje vê stranê.



05.04.2020 16:58 ~17:02 | toriyê omerî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» soryazyus

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi xwarinvexwarin muzikstrn nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî